Di êrîşên li ser Efganistanê de sivîl bûn hedef

Di êrîşên hewayî yên Pakistanê de ku deverên niştecîbûnê yên li parêzgehên Kunar û Helmandê kiribûn armanc, 9 kes hatin kuştin û 11 kesên din jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Piştî pevçûnên leşkerî yên tund û dijwar ên li ser Xeta Durand, aloziyên li ser sînorê di navbera Kabûl û Îslamabadê de zêde dibin. Di nav tohmetên hevbeş ên li ser êrîşên bi dronan û êrîşên hewayî de, rewş gefê li hilweşîna tevahî ya têgihîştinên ewlehî û dîplomatîk ên nazik  di navbera her du cîranan de dixwe.

Sivîl hatin hedefgirtin

Berdevkê Talîban ragihand ku êrîşên Pakistanî deverên niştecihbûnê li parêzgehên Kunar û Helmandê hedef girtine, 9 sivîl di nav de jin û zarok kuştine, 11 kesên din birîndar kirine û sê xanî wêran kirine. Berdevk êrîş şermezar kir û wan wek "sûc" û kiryarek "êrîşkar" bi nav kir ku hemû prensîbên navneteweyî binpê dike.

Sînorê Efganistan û Pakistanê şahidê zêdebûna aloziya leşkerî ye, rewşeke ku bûye sedema dubarebûna topbaranê û mirina bi dehan sivîlan.