Îlham Ehmed: Aştiyek jin tê de nîne nikare bibe aştiyek mayînde
Hevseroka Daîreya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed di Foruma Aştî û Ewlekariyê ya Rojhilata Navîn (MEPS) de got: “Aştiyek ku jin beşdar nebûye, nikare bibe aştiyek mayînde.”
Navenda Nûçeyan – Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed di Forûma Aştî û Ewlekariyê ya Rojhilata Navîn (MEPS) de axivî.
Îlham Ehmed got: “Mijara aştiyê li Rojhilata Navîn mijarek bingehîn e ku li ser çend prensîban hatiye avakirin. Yek ji wan jî zihniyete ku divê li ser bingeha xurtkirina aştiyê ji nû ve were şekildan û çareser jî rêveberiya ne navendî ye. Xalek din ku di avakirina aştiyê de rolek giring dileyîze, mijara naskirina mafên gelan û pêkhateyan e. Di nav wan de mafên gelê Kurd jî hene ku di dema rejîma berê ya Bees’ê de hatine binpêkirin. Niha em tekezî dikin ku divê ev pirsgirêk di Sûriyeya nû de were çareserkirin.”
‘Pirsgirêkên jinan yek ji xala herî bingehîn e’
Îlham Ehmed di dewama axaftina xwe de qala mijara jin kir û wiha axivî: “Pirsgirêka jinan yek ji xalên bingehîne ku ger neyê çareserkirin, pirsgirêka aştiyê jî çareser nabe. Ji ber ku pirsgirêka jinan bandorek raste rast li ser pirsgirêka aştiya civakî dike ku dê bibe bingeha aştiya siyasî û jiyana hevbeş. Divê ev pirsgirêk bi destûr û yasayê were çareserkirin ku ev jî bi şêwazê ne navendîbûnê dibe.”
‘Dema pêkhatina aştiya di navbera gelan de hatiye’
Îlham Ehmed destnîşan kir ku Şam weke navendek ya biryardanê nikare desthilatdarî li ser her herêma Sûriyeyê bike û wiha domand: “Pêkhate, baweriyên cuda û mijara jinê li welat bi dîktatorî û yek zimanê çareser nabe. Ger neyê çareserkirin jî dibe sedema derketina şer û pevçûnan. Li Sûriyeyê gelek xwîn hatiye rijandin û şer civaka gelên Sûriyeyê lewaz kiriye. Ji ber vê yekê dem dema aştiya di navbera gelan de û têgihiştina di navbera pêkhateyên cuda deye.”
‘Dem dema diyalog û aştiyê ye’
Îlham Ehmed destnîşan kir ku dewleta Sûriyeyê berhema peymana Sykes-Picote û pirsgirêkên ku wan behskirîn hemû bê çareserî mane û got: “Em di wê baweriyê dene ku ev pirsgirêkên mayî bûne sedema pevçûnên li Sûriyeyê û herêmên din ên Rojhilata Navîn. Ev desthilata nû ya li Şamê îdîa dike ku van pirsgirêkên giring çareser dike. Lê em bawer dikin ku ewê nekarin bi vî rengê dîktatorî pirsgirêkan çareser bikin. Hem rexne hem jî şîroveyên me li ser tedbîrên wan hene ku wan heta niha anîne ziman. Di heman demê de em bi wan re di nava diyalogê dene. Ji ber ku em bawer dikin ku dem dema diyalog û aştiyê ye.”
Di dawiyê de Îlham Ehmed tekezî kir ku aştiyek jin tê de beşdar nebûyî, nikare bibe aştiyek mayîn de.