Li Şamê bi roj demokrasî bi şev qetilkirin, serdagirtin, dîlgirtin… – ANALÎZ
Li Sûriyeyê pêvajoya ku piştî desthilatbûna HTŞ’ê ya li ser Rêveberiya Şamê destpê kir, bi pêkanînên dermirovane dimeşe. Kuçeyên Şamê biroj bi gotinên li ser demokrasiyê tije dibin, bişev jî davêjin ser malan, komkujiyan dikin.

LAYLA TAHA
Rêveberiya Sûriyeyê 5 meh beriya niha dest guhert, yanê paytext Şam ket bin kontrola HTŞ’ya cîhadîst. Di nav vê pêvajoyê de gelên Sûriyeyê û jin, rastî binpêkirinên mafan û komkujiyên heta niha nedîtine re rûbirû man. Beşar Esad terka welêt da û Şamê teslîmî HTŞ- DAÎŞ’ê kir. Bi vê guhertinê re, li qadên derveyî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, serdemek nû destpê kir; Ev serdem, bû serdemek tijî komkujî û qirkirin.
HTŞ’ya cîhadîst ku têkiliya wê ya bi El Kaîdeyê re tê zanîn û berdewama DAÎŞ’ê ye, di 27’ê Mijdara 2024’an de li çoltera rojavayê Helebê dest bi êrîşên li hember rejîma Esad kir. Wê demê kes nedifikirî ku denge dê bi awayek evqas zû biguherin. Roja 27’ê Mijdarê HTŞ ber bi Helebê ve bi rê ket. Di demeke pir kin de bajêr stend û piştre berê xwe da Şamê. Di navbera wan de herêmên gelek girîng ên Sûriyeyê yên wekî Hama û Humus, yek bi yek ketin bin kontrola HTŞ’ê. Gava ku HTŞ’ya cîhadîst gihîşt Şamê, hêzên rejîmê zû de alên teslîmbûnê derxistibûn. Li yek du ciyan hêzên girêdayî rejîmê çend gule berdan, lê dîsa jî ev hewldanek ji bo xapandinê bû. Di 8’ê Kanûna sala 2024’an de, Partiya Baasê ya ku ji sala 1963’yan ve serdest bû, bi awayek fermî hilweşiya. Di wan rojan de hê kesî nizanibû ku çi ketiye şûna wê. Endam û rêberên çeteyên ku wek El Kaîdeyî û DAÎŞ’î xuya dikirin jî, bi tevî Colanî, cilên xwe guhertin û bi dîmenek nû derketin holê. Destpêkê şaşik û cibe hatin derxistin, piştre cilên taxim hatin lixwekirin, qirawat hat girêdan û rûyên cîhadîst hatin jêkirin. Ev qatilên ku hewl dan paşeroja xwe ya bi xwîn bi hemû dinyayê bidin jibîrkirin, bi dîmenek nû derketin ser dikê.
Vê koma cîhadîst a ku rêveberiya nû bidest xist, destpêkê di 31’ê Kanûna 2024’an de bi biryarnameyek ku îmze kir, naveroka pergala perwerdê guherand. Bi vê biryarê re, beşên têkildarî jiyana navên wek Zenûbya, Nazîk El-Abed ku di aliyê jinan û dîroka Sûriyeyê de xwedî girîngiyek mezin in, ji pirtûkên dîrokê hatin derxistin; ji pirtûkên Zanista Fenê jî teoriya peresanê hat derxistin. Guhertinek din a di naverokê de ku balê kişand jî, derkirina gelên din bû. HTŞ’ê wek gavê duyemîn jî, li pişt perdeyan di 29’ê Çileyê de bi navê ‘Kongreya Serkeftinê’ komek sûcdarên şer berhev kir û Colanî wek serokê dewletê da bijartin. Rewş her ku çû kritiktir bû. Rêveberiya welatek mîna Sûriyeyê rengîn, ketibû destê ferasetek yekhez, zêde oldar, neyarê jinan û neyarê gelan. Serokê rêveberiya demkî Colanî bû êdî. Wî jî di 13’ê Adarê de pêşnûmeya Destûra Demkî mohr kir û van ferasetên wan careke din aşkera kir. Ev pêşnûme, gelan û jinan bi awayek aşkera red dikir.
Li Şamê çi qewimîn?
Piştî ku HTŞ’ê desthilatiya Esad hilweşand û paytext Şamê bidest xist, rewş guherî. Li bajarek ku gelan, civakan, bawerî û çandên cuda bi hevparî dijiyan û dikaribûn xwe bînin ziman, êdî rengê tirsê serdest bû. Bi taybetî tiştên ji aliyê jinan ve hatin jiyîn, tevlihevtir bû. Jiyanek di nav pergala mêr a serdest de, li jinan dihat ferzkirin. Jin jixwe her roj li hember vê ferasetê di nav têkoşînek de bûn. Bi rêveberiya cîhadîst a HTŞ’ê ya li Şamê re jinan hîs dikirin ku ber bi rewşeke tarîtir ve tên kişandin. Di rojên destpêkê de HTŞ’ê hewl da ku ruyê xwe di pişt cilûbergên “demokratîk û modern” de veşêre. Lê ji ber ku feraset ya DAÎŞ’ê bû, guherîn evqas hêsan nebû. Di navbera gotinan û kirinan de ferqek mezin hebû. Şama ku berê jin lê bi hêsanî digeriyan, sosyal dibûn, xuya bû û her tim li pêş bû, bi hatina HTŞ’ê re hat rewşeke ku tê xwestin bêzar bibe û ev rengên wê bên tunekirin.
Bi taybetî di 6’ê Adarê de li hember Elewiyan komkujiyek destpê kir. Ev mîna ji nû ve vejîna feraseta DAÎŞ’ê bû. Tiştên ku li bajarên li perava Sûriyeyê qewimîn, mirov dikare ancax wiha pênase bike. Lazkiye û Tartus ku bajarên herî bedew ên Sûriyeyê bûn, bi hincetên xuyalî yên wekî ‘leşkerên rejîmê û bermayiyên wê ne’ şahediya komkujiya Elewiyan a di rûpelên reş ên dîrokê de bicîh bûn, kirin. HTŞ’ya cîhadîst, êrîşî bi hezaran jin, zarok, ciwan, pîr û kalên Elewî kir û malbat ji holê rakirin. Kesên ku li van bajaran diman, ji me re gotin ku bi hezaran wendayî hene, malbat hatine tunekirin, bi taybetî jin tên revandin. Belê, feraseta mêr a komkujîhez a xwe dubare kir, bi hezaran jinan revandibû. Xizmên van jinên hatine revandin, navê xwe aşkera nekirin û agahiyek wiha dan; hejmara jinên hatine revandin herî kêm du an jî sê hezar e û ev jin li Îdlibê tên firotan. Yanê ev jin, wek kole hatin firotan û ev rewş hê jî berdewam e. Tiştê ku em behsa wî dikin, ev feraseta DAÎŞ’ê bi xwe ye. Ger ku divê em bi bîr bixin, çeteyên DAÎŞ’ê di sala 2014’an de êrîşî Şengalê kiribûn, bi hezaran jinên Êzidî revandibûn û van jinan di bazaran de firotibûn. Jin û keçikên Êzidî rastî îşkence û destdirêjiyê hatibûn. Tiştên ku li bajarên peravê qewimîn, tiştên li Elewiyan hatin kirin, tiştên ku tînin serê jinan trajediya duyemîn a Şengalê ye!
Bi komkujiya Elewiyan, xwestin ku gel bêzar bikin, tirsek ava bikin û hemû hêzên muxalif bêdeng bikin. Êrîşên wan bi vî awayî berdewam kir û hemû dinyayê bi bêdengiya xwe ev wehşet erê kir.
Jin xwe bi ewle hîs nakin
Piştî van êrişan di tabloya ku li Şamê derketiye holê de, tu kes xwe bi ewle hîs nake, her kes bi awayekê bi fikar li bendê ye ku dor were wê/wî. Her şev agahiyên avêtina ser malên Xiristiyan, Elewî, Suryanî û Durziyan û agahiyên revandina wan tê. Her roj… Bi roj kolanên Şamê ewqas asayî ye ku şêniyên vê derê diçin karên xwe, derdikevin sûkê. Kesên li vê derê dijîn bi fikar lê belê hay ji xwe hene. Dema ku dibe şev ango seat dibe 17.00-18.00 ne gengaz e ku mirov li kolanan kesekî bibîne. Wê demê asta tirsa ku hatiye avakirin tê dîtin. Kolan vala ne, li sûkê her kes dikanan digire, jin ji bo bigihin malên xwe di nav fikaran de ne. Ji ber ku dema tarî dakeve tê wateya bûyerên revandin, avêtina ser malan, taciz û tecawizê. Ji ber vê yekê jin bi gavên lez û bez hewl didin zûtirîn demê de bigihin malên xwe. Mêr zûtir radestî vê tarîtiyê dibin û zûtir ditirsin, ditepisin. Lê jin tenê li bendê ne, di nav xwe de qebûl nakin, bi bertek in lê weke ku li benda hevparbûnekê ku vê derxe holê ne. Li Şamê her çand, bawerî dikare cih bigire û bingeha civakî ji bo vê guncav e. Ev mozaîka gelan bi hebûna jinan a rengîn jî tê çavdêrîkirin. Lê niha jin bûn yek reng. Her ku diçe zehmet dibe ku mirov li kolanan jinekî ser vekirî bibîne. Şêniyên Şamê di bin venêrîna HTŞ’ê de ji bo bi tacîz, tundî û revandinê re rûbirû neyên serê xwe digirin. Ne tenê li Şamê bê guman li bajarên mîna Heleb, Humus û Hamayê jî hema bêje li kolanan jin nîn in.
Kolanên Helebê li ser jinan hat girtin
Bi taybetî agahiyên ji Helebê tên jî dilê mirovan teng dikin. Agahî tên ku li bajarekî qedîm a mîna Helebê, li taxên ku Suryanî lê dijîn bangên ‘bibin Misilman’ tê kirin. Dîsa jinên ku li wê derê dijîn dibêjin ku roj bi asayî derbas dibin lê belê şev mîna ku li bajarekî din bin. Dibêjin ku her sihar dema radibin dibihîsin ku taxen hatiye dorpêçkirin û dengê qêrînan tê bihîstin. Jin, mêr û zarok ji bo kesên hatine revandin û qetilkirin digirîn, dikin hawar û bê çare diçin û tên. Cihekî wan ê alîkarî bixwazin nîne. Yekane hêviya Suryanî û kesên ji gelên cûda yên ku li Helebê dijîn, ya rast taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd e. Li gor agahiyên ku min ji taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd wergirt; ji taxên ku di bin venêrîna HTŞ’ê de ye koçberiyek mezin ber bi taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd ve heye. Kesên ku nikarin biçin jî li van deran li malan digerin.
Efrîn bûye navenda bişaftinê
Mîna Helebê, Efrîn jî li ber komkûjiyek mezin e. Talanên mezin ên ku bi dagirkirina dewleta Tirk di 18’ê Adar’a 2018’an li Efrîn’ê de dest pê kirin, berdewam dikin. Dagirkeriya ku dixwaze demografiya bajêr biguherînin, çanda gelên ku li wir jiyan dikin, ziman û rengê jiyana wan dixwazin biguherin. Zîhniyeta ku bi rêbazên zext, bişaftin, şîdeta fîzîkî, revandin, tacîz û destdirêjiyê dixwaze çanda gelên Kurd ên li Efrînê bihugerînin, jinan jî tînin rewşa bê bêdeng, bê reng, bê tebat û dixin nava çarikên reş de. Li vir em dikarin qala taybetmendiyên jinên Efrînê ku bi pêşengtî, civakî û cesareta xwe tene nasîn bikin. Çete bi rêbazên revandin û destdirêjiyê êrîşê jinên ku serî natewînin dikin. Bi taybet gelên li gund û çolteran jiyan dikin jiyana wan hinek asayî derbas bibe jî li bajêr jiyanekî tam weke zindanekî servekirî ye. Komandoyên girêdayî dewleta tirk li her deverê ne û çi dixwazin wan dikin. Li gor nûçeyên ku ji Efrînê hatine; bûyerên tacîzê êdî bûye rewşekî rojane, bi roj jiyan bi herîkîna normal derbas bibe jî bi şev bûyerên talan, revandin, kuştin serî nîşan dide. Jinên ku ji Efrînê hatine Şamê tîne ziman ku li vir mirovan fêrî îslamiyeta radîkal dikin û taybet hindek komên girêdayî Mesut Barzanî van pêş dixin.
Dûrzî dê çawa bersiv bidin?
Di qetlîamên ku ji hêla HTŞ ya Cîhadîst ve hatî kirin de êdî dor tê Dûrziyan. Çeteyên ku şeva 28’ê Nîsan’ê êrîşê Dûrziyên ji navçeya Caramana ku nêzî Şam’ê kirin, qirkirinekî mezin plan dikin. Li Lazqiye û Tartûsê Tiştên ku li Elewiyên kirin, niha ji bo Dûrziyan plan dikin. Dûrzî li hember van qetlîam û zextan serî natewînin li ber xwe didin. Zîhniyeta zilamê serdest civakbûna ku jinan afirandiye hedef digire û dixwaze tune bike. Jinên Dûrzî ev zihniyet tu carê qebûl nekir û dê tu carî jî qebûl neke.
Tiştê ku diqewime di rastiyê de dawiya HTS’ê leztir dike. Ev tekoşîna wan a dawî dê nikaribe wan xelas bike. ev qetlîam û komkujiyên ku dikin dê dawiya wan bîne. Ya girîng, li hember van hêzên tarî, tekoşîna jin û ciwanên ku di civakê de herî bi çalakin e. Ev beş, hêz û potansiyelekî mezin ku li dijî sîstemê bi xwe dihewînin e. Ji ber vê sedemê weke jin, hîn zêdetir li hember van qetlîman bêdeng neminin, ji bo hebûna suriyeyekî demokratik û pir rengî pêwîste em tekoşînê mezin bikin.