Jinên Efgan binpêkirinên Talîbanê aşkere dikin

Dadgeha Gel a Jinên Efganî di roja xwe ya duyemîn a danişînan de berdewam dike. Jin şahidiyên xwe didin ku zilm û zordariya Talîbanê vedibêjin.

Navenda Nûçeyan – Dadgeha Gel a Jinên Efganî ku îro li Madrîd a Spanyayê hat lidarxistin, li ser gelek mijaran sekinî: bêparkirina jinan ji gihîştina tenduristiyê, dermankirina jin û zarokên seqet û bêparkirina sîstematîk a mafên bingehîn ji aliyê Talîbanê ve ji aliyê jin û zarokan ve.

Jin behsa zilma Talîbanê dikin

Jinên ku li dadgehê şahidiyê dikin diyar kirin ku Talîbanê ew neçar kirine ku di "dojehê" de bijîn. Şahidan ragihandin ku di bûyerên zewaca bi zorê û şîdeta navmalî de zêdebûnek çêbûye û ji dema ku Talîban hatiye ser desthilatê ve sûc û binpêkirinên li dijî jinan zêde bûne. Şahidek diyar kir ku wê gelek caran ji Talîbanê li ser şîdeta hevjînê xwe gilî kiriye, lê daxwazên wê hatine paşguhkirin û ew rastî şîdetê hatiye.

Pêkanînên sîstematîk li dijî jin û zarokan

Piştî îfadeyên şahidan, nivîsgeha dozgeriya dadgehê lîsteyek ji rêberên Talîbanê weşand. Dozgeran diyar kirin ku doz wekî bersivek ji bo kampanyaya tacîzê ya sîstematîk û bi zanebûn a li dijî jin û zarokan li Efganistanê ji hêla rayedarên Talîbanê ve ji 15’ê Tebaxa 2021’an vir ve hatiye amadekirin. Dozgeran tekez kirin ku muameleya Talîbanê ya li dijî jinan ne ji nişka ve û ne jî demkî bû; wan bi zanebûn û bi awayekî sîstematîk armanc kir ku jin û zarokan di hemî warên jiyanê de tune bikin.