Li Îranê mirinên karkeran ne ‘qeza’ ne encama kedxwariyê ne

Mirinên karkerên li seranserî Îranê û welatên din tên jiyîn, wek encama pergala siyasî-aborî ya xwe dispêre kedxwariya ku jinan, koçberan û kedkarên bê belge dike hedef, derdikeve pêş.

ŞÎLAN SAQIZÎ

Navenda Nûçeyan – Mirinên karkeran ên li seranserî Îranê û welatên derdor, ne encama ‘qezayên kar’ e, encama pergala siyasî-aborî ya xwe dispêre kedxwarin, dûrxistina hiqûqî, bi awayek sîstematîk bêdengkirina karkeran e. Ev pergal, bi taybetî wek maliyeta herî erzan ku jin, koçber û karkerên bê belge jiyana xwe bidomînin, tê dîtin. 

Di pergalên siyasî-aborî ku xwe dispêrin kedxwariyê de, jiyana karakeran dibe amûra herî erzan. Ev rewş dema dibe mijar karkerên jin, koçber û an jî bê belge be, hê kûrtir dibe. Mirinên karkeran ne qeza ne, encama pergalên ku beriya mafê mirovan, fêkiyên sermayeyê dixwe ye.

Ev mirin di karên bê ewle, bê sîgorta de, torên qaçaxçîtiya mirovan, an jî ji ber şertên jiyana dermirovî derdikeve holê. Dosya, têkiliya di navbera ne parastina hiqûqî û kedxwariya kedê ya sîstematîk, rola dewletê, navbeynkar û beşa kedê ya herêmê û encamên civakî ya van mirinan de, lêkolîn dike.

Mirinên karkeran û domandina pergala ne wekhev

Mirinên karkeran tenê wek ‘qezaya kar’ nayê dîtin, ev diyarde îfadeya encama tundiya aborî, bêedelatiya hiqûqî û bêdengiya siyasî ye jî. Li welatên wek Tirkiye, Iraq, Efganistan û welatên Kendavê bi taybetî karkerên koçber û xizan, di şertên perê kêm, sateên zêde yên kar, qadên ne bi ewle û bê sîgorte de tên xebitandin. 

Karkerên jin bi piranî, li qadên kontrol lê lewaz in wek xizmetên di nava malê de, lênêrîn, tekstîl û çandîniyê de tên xebitandin. Ev rewş wan tîne halê kedxwariya çînî û zayendî. Karkerên mêr jî di qadên bi xeter wek înşaat, maden û barhilgirtin de, rastî xeteriyên cidî yên fîzîkî, bê ewlebûna hiqûqî tên.

Dewletên herêmê bi arizîkirin, taşeronkirin û  polîtîkayên neolîberal ji berpirsyartiyê direvin. Rûyê mirinên karkeran, pergala bê edalet a biryara sermayeyê lêkolîn dike tîne halê were dîtin. 

Di siya hêzê de hilberandina mirinê

Li Îran û welatên herêmê mirinên karkeran, encama rast rast a pergalên kedxwar, pergala siyasî ya ne wekhev û polîtîkayên aborî ya neolîberal e. Ev mirin di çar sernavên bingehîn de tê komkirin:

* Mirinên li cihê kar

Karkerên ku di atolyeyên bê ewle, fabrîqeyên qaçax û li qadên çandiniyê de, bê sîgorta û bê peyman dixebitin, dimirin. 

*Mirinên di zincîra qaçaxçîtiya mirovan de

Bi taybetî jin û zarok, di êrîşên zayendî, xebitîna bi zorê û torên ticareta lebetan de dimirin.

* Mirinên ji ber şertên jiyanê

Nebûna xwegihandina ava paqij, tenduristî û xwarinê, bi taybetî di navbera kerkerên jin ên koçber de rê li ber ‘mirinên bêdeng’ vedike.

* Mirinên di rêyên koçê û encama tundiya dewletê de

Karkerên ji şer, xizanî û zextê reviyane, di derbaskirina sînoran de, di qezayan de, di qerisîn an jî ji ber tundiya hêzên ewlehiyê, jiyana xwe ji dest didin.

Ev mirin ne tesaduf in, perçeyek ji pergala ji bo domandina pergala xizan feda dikin e. 

Karkerên bê bingeh dimirin

Di pergalên otorîter û neoliberal de, beşên herî hilweşîner, jin, koçber, zarok û ên ku ji derveyî qeydan tên şixulandin, ji parastina sendîka û hiqûqî bê pari n. Karkerên ji derveyî qeydan ku ji beşek mezin a hêza kar a herêmê pêk tê, bê sîgortane û mirinên wan jî nakevin qeydan.

Jinên karker, di pergalên sendîka ya mêr serwer de nayên dîtin, pirsgirêkên wek tacîza zayendî, ducanî û keda di nava malê de ji derveyî rojevê tên hêlan. Li Îran û welatên derdorê sendîkayên serbixwe an qedexe ne an jî di bin zextên giran dene.

Ji ber vê yekê mirinên karkeran ne tenê xeterî ye, encama bê rêxistinî û nebûna nûnertiyê ye jî. Ev mirin, cînayetek polîtîk û aborî ne.

Yên li dû mirinên karkeran mane

Mirina karkerek, destpêka xizaniya ji bo malbatan, bê ewlebûn û dûrxistinê ye. Jin û zarok, ji ber windabûna debarê, ber bi xebitandina bi zorê, zewaca di temenê zarok de û terkkirina berdana perwerdê diçin. Jin bi zextên şîn, aborî û hiqûqî re rû birû dimînin. Gelek deman, derfetên girtina tazmînat û vekirina dozê tuneye. Di medyayê de mirin nayê dîtin, berpirs hesab nadin.       

Qada keda herêmê ya mirinê

Welatên kendavê û Tirkiyeyê beşa kedê ya ji bo karkerên koçber, ne qadek rast û derfetê kar e, qada hilberîna hêza kar a erzan û bêdeng e. Pergala kefalet û pêkanînên heman, karkeran ber bi koletiya modern ve dibe. Fîrmayên navbeynkar û bazirganên mirovî, bi vadeya mûçeyê zêde karkeran dixapînin, di xala gihanê de, rastî deynê herî giran, şertên xirab ê kar û tundiyê tên. Bi taybetî jin li qadên ji bo kedxwariya di nava malê de û zayendî vekirî de tên xebitandin.

Mirinên bê sîgorta, bênav, bê qeyd, bê maf

Mirinên bê sîgorta, tê payîn û sîstematîk e. Sîgorta ne mafek bingehîn e, ji bo koçber û jinan bûye luksek ku nikarin xwe bighîninê. Bê sîgorte, qada hevpar a berjewendiyên sermaye, dewlet û piyasê ye.

Di van mirinan de, ne tazmînat tê dayîn, ne jî pêvajoya hiqûqî tê meşandin. Malbat gelek caran nikarin xwe bighînin cenazeyan. Mirinên bê sîgorta, halê herî vekirî yê jêbirina ji bîra civakê ye.

Ji mirinên bêdeng ber bi mafê jiyanê ve

Ji bo kêmkirina mirinên karkeran, sazûmaniyê teknîkî ne têrker in. Vegerek siyasî-civakî ku mafê jiyanê dike navend pêwîst e.

*  Divê koçber û karkerên derveyî qeydan, wek xwedî mafên civakî ‘welatên civakî’ werin pênasekirin.

* Divê mekanîzmayên kontrola navnetewî û herêmî bi hêz bikin.

* Divê sendîkayên serbixwe û torên kedê werin destekkirin

* Divê ji bo karkerên koçber, tazmînata herêmî û fonên sîgorta bên avakirin.

Di encamê de mirinên karkeran, di xala tundiya pergalî û bê edaletiya hiqûqî de ye. Çareseriya rast, di aliyê kedkarên bîra civakî û hiqûqî ji jinûve avabûnê re derbas dibe. Divê mirinên karkeran neyên jibîrkirin, jiyan, pergala hiqûqî dîsa vegera navenda xwe.