Mai Sato: Divê rayedarên Îranê dev ji tepeserkirina xwepêşanderan berdin
Raportora Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Mafên Mirovan li Îranê, fikarên xwe yên li ser zêdebûna pevçûnên li Îranê anî ziman û da zanîn di xwepêşandanên dawî de herî kêm 8 kes jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Nûçeyan – Li îranê hefteya borî xwepêşandanên berfireh ên li gelek bajarên Îranê belav bûn, hatin jiyîn. Ev xwepêşandanên ku beşên cûda yên civakê, bi armanca protesto kirina xirabûna şert û mercên aborî beşdar dibin, piştî pevçûnên bi polîsan re veguherî bûyerên tund ên xwînî.
Raportora Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Mafên Mirovan li Îranê Mai Sato, di daxuyaniya xwe ya li ser malpera xwe ya fermî weşand de, diyar kir rewşa xwepêşandanên li Îranê ji nêz ve dişopîne û destnîşan kir rapor nîşan didin ku pevçûnên di navbera xwepêşanderan û hêzên ewlehiyê de zêde dibin û li seranserê welat belav dibe.
Mai Sato, diyar kir raporên tirsnak ên herî kêm 8 kes jiyana xwe ji dest dane wergirtiye û bang li rayedarên Îranê kir ku rêzê li mafên azadiya derbirînê, kombûna aştiyane û rêxistinbûnê bigirin û dev ji bikaranîna hêza zêde ya li dijî xwepêşanderên berde.
Mai Sato, destnîşan kir ku divê bertekên tund ên mîna di serhildana 2022’an de hate jiyîn dubare nebin û diyar kir ku qadek sivîl a çalak ji bo her civakê girîng e û divê mirov bêyî tirsa tolhildanê bikaribin nerazîbûnên xwe bînin ziman.