Dayîkên Şemiyê di çalakiya xwe ya hezar û 84’an de daxwaza edaletê nû kirin
Dayîkên Şemiyê di çalakiya xwe ya hezar û 84’an de li Qada Galatasarayê daxwaza xwe ya edaletê nû kirin.
Stenbol – Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê ku ji bo pirsîna aqûbeta xizmên xwe yên ku di binçavan de winda bûne/hatine kuştin û daxwaza darizandina sûcdaran dikin û ji bo vê li Qada Galatasarayê her hefte çalakiyê li dar dixin, di şemiya yekem a sala 2026'an de 1084'emîn çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayikên ku qurnefîl û wêneyên windayan hilgirtin, siyasetmedarên Partiya Kedê (EMEP) jî piştgirî dan wan.
Ji Mirovên Şemiyê, Besna Tosun di çalakiyê de metna daxuyaniyê xwend.
Besna Tosun diyar kir ku ew bêyî ku aqûbeta xizmên xwe yên ku di dema binçavkirinê de winda bûne hîn bîbin, ketine sala 2026'an û tekez kir ku astengkirina mafê zanîna rastiyê û gihîştina edaletê ya der barê xizmên wan de bi awayekî sîstematîk berdewam dike û tê binpêkirin.
Daxwazên Dayîkên Şemiyê
Di Şemîya Yekem a 2026'an de, Besna Tosun daxwazên xwe wiha rêz kirin:
*Divê lêpirsînên bi bandor, serbixwe û bêalî li ser dozên windakirina bi zorê werin kirin; divê kesên berpirsiyar werin darizandin û edalet were bicîhanîn.
*Divê mafê xizmên windayan ên zanîna rastiyê were naskirin.
*Divê sînorkirinên neqanûnî û qedexeya cihê civîna aştiyane li Qada Galatasarayê werin rakirin.
*Em dixwazin ku windakirina di bin çavan de sûc bê qebûlkirin û ji bo cezakirina kiryarên vî sûcî dikin rerastkirinên qanûnî bên kirin.
*Divê Tirkiye Peymana Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Parastina Hemû Kesan ji Windakirina Bi Zorê û Statuya Romayê ya damezrandina Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ku îmze nekiriye, îmze bike, pesend bike û bicîh bîne.
‘Di sala nû de, em ê bi bîranîn û israra xwe li Qada Galatasarayê bin’
Besna Tosun destnîşan kir ku têkoşîna Dayikên Şemiyê ne tenê îfadeya malbatên ku li hezkiriyên xwe yên winda digerin e, lê di heman demê de daxwaza civakê ya ji bo edalet û demokrasiyê ye jî û wiha got: “Tirkiye bêyî rûbirûbûna bi rabirdûyê re nikare aştî û aramiyê bi dest bixe. Di sala nû de, em ê bi bîranîn û israra xwe li Qada Galatasarayê bin. Em ê heta ku hezkiriyên me yên winda bên dîtin, heta ku sûcdar bên darizandin û edalet bê bicihanîn, dev ji têkoşînê bernedin. Çiqas sal derbas bibin jî em ê dev ji daxwaza edaletê ji bo hemû hezkiriyên xwe yên winda bernedin û ji dewletê bixwazin ku divê ew di çarçoveya normên qanûnî yên gerdûnî de tevbigere.”
‘Divê astengî werin rakirin’
Piştre Îkbal Eren axivî û got: “Tam 46 sal derbas bûn û em bi hesreteke hîn mezintir dikevin her salek nû. Ji ber vê yekê, tevî her tiştî, ez hêvî dikim ku di sala 2026'an de astengiyên li pişiya me werin rakirin û aqûbeta hezkiriyên me yên winda eşkere bibe.”
Çalakî bi danîna qurnefîlan ji aliyê Dayîkên Şemiyê ve li Qada Galatasarayê bi dawî bû.