Li Îranê ji ber şer: Fikarên ji bo darvekirinên bi komî zêde dibin

Şerê Îran û Îsraîlê di roja 11’an de didome û fikarên malbatên Havaran ên di lêgerîna edaletê de ne hene ku Îran serî li darvekirinan bide. Mersede Kaedî got ku ew bi dubarekirina fikara darvekirinên komî yên weke salên 1980’yan re rûbirû ne.

ŞEHLA MUHAMMADÎ

Navenda Nûçeyan – Şerê ku di 13’ê Hezîranê de bi êrîşa Îsraîlê dest pê kir û bi bersivên Îranê didome, ket roja 11’an. Medyaya dewletê ya Îranê ragihand ku girtiyeke bi îstîxbarata li ser navê Îsraîlê dihat sûcdarkirin hatiye bidarvekirin.

Bi vê nûçeyê re careke din bala her kesê ket ser rewşa girtîgehên Îranê. Bi rewşa girtiyên siyasî ya nayê zanîn re her roj nûçeyên darvekirinê tên. Li aliyê din, hikumetê bi destpêka şer re, ji bo li dosyayên kesên ku bi îdiaya bi Îsraîlê re hevkarî kirine hatine girtin, binêre du teklîfên pêşnûmezagonê anî rojevê.

Ev yek jî fikara ku dê pêvajoya 1980’yan ku darvekirinên bi komê lê çêbûbûn dubare bibe bi xwe re tîne.

Ji malbatên Havaran ên di lêgerîna edaletê de ne Mersede Kaedî, li ser ser îhtimala xetera darvekirinê û pêla darvekirinên nû yên li Îranê ji ajansa me re nirxandin kir.

‘Ji roja ku şer dest pê kiriye ve heta niha mirov tên binçavkirin’

Mersede Kaedî bi gotinên “Şer her dem di destên hikumetan de amûreke zextê ye” behsa mercên girtîgehan kir û bi 1980’yan re muqayese kir. Mersede Kaedî diyar kir ku di wan salan de di bin siya şerê Îran-Iraqê de li girtîgehan bi koman mirov hatine bidarvekirin û wiha got: “13’ê Hezîranê, ango ji roja ku şer dest pê kiriye ve heta niha, dest bi binçavkirina mirovan kirine û zextên li girtîgehan zêde bûne. Pêşî berê xwe dan girtîgehên li Kurdistanê yên Kirmanşah, Mahabad, Urmiyeyê; dûre jî ev yek gihîşt girtîgehên Evîn û Gozelhessarê.”

Mersede Kaedî, gotinên xwe wiha domand: “14’ê Hezîranê roja Sêşemê, meclisê bi îdiaya bi hikumeta Netanyahu re hevkarî kirine, du teklîfên pêşnûmbiryarê yên lezgîn ji bo darvekirina wan kesan derxist. Lê divê ez diyar bikim ku ev tenê ji bo zexta zêde hincetek e; dibe ku gelek kes bi îdiaya ‘hevkariya bi Îsraîlê re’ werin girtin.”

Hebûna hikuemtê û hêrsa gel a ku mezn dibe

Merxede Kaedî behsa zexgên li Girtîgeha Evînê û xistina hucreyê ya Ali Yunesî kir û wiha go: “Di serhildana gel a dawî ya bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ gel ji bo xistina hikumetê derket kolanan. Em niha jî bi heman daxwazê re rûbirû ne û hikumet hewl dide li dijî vê raweste. Di şerê Îran-Iraqê de rejîmê hewl da pergala xwe qewî bike û bi ser jî ket lê îro serhildana gel heye û dixwaze rejîm bi dawî bibe. Gel di bin zextên giran ên aborî de ye û dewlet tu derfetan pêşkêş nake. Heta wê pêvajoyê di dema şer de pergalên sîren ên hebûn îro tune ne. Ev rewş, veguherî têkoşîna di navbera hebûna hikumetê û hêrsa gel de.”

Mersede Kaedî, bal kişand ser birandina înternetê û got: “Yek ji rêbazên zextê ku hikumet her dem bi kar tîne jî pêşîgirtina li agahiyan e. Niha jî bi birandina înternetê, têkiliya Îranê bi cîhanê re birîn. Li bajaran bendên kontrolê hatine danîn, li nava wesayîdan lêgerîn dikin, li kolanan tîmên taybet bi cih bûne. Hikumet ditirse ku gel dakeve kolanan û li vî şerî li dijî rejîmê veguherîne şerek.”

Mersede Kaedî, bal kişand ku beriya şer dest pê bike tevgerên civaka sivîl li kolanan bûn û got: “Di gelek girtîgehan de xetên telefonê hatine birîn. Têkiliya bi koxuşên 4 û 5 ên Girtîgeha Evînê bi temamî hatiye birîn. Berê kurt be jî li girtîgehên ku girtî dikaribûn bi malbatên xwe re têkilî daynin, niha tu têkilî nemaye.”

Li Girtîgeha Kirmanşanê herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dan

Mersede Kaedî têkildarî girtîgeha Kirmanşanê ev tişt got: “Piştî êrîşên li dijî vê girtîgehê, derdor hat valakirin lê belê girtî di hundir de man. Li hemberî vê rewşê girtiyan ji bo  daxwaza spartgehek bi ewle protesto kirin. Lê belê li hemberî vê tîmên taybet ketin girtîgehê. Hat ragihandin ku heta niha herî kêm 10 mirî û zêdeyî 30 birîndar hene.”

Merseda Kaedî têkildarî girtîgehên din jî axivî û got: “Li girtîgehên Mihabad û Urmiyeyê jî rewş xeter e. Girtiyên li Urmiyeyê sewqî cihek nediyar kirin û şertên li Gozelhessarê jî xeter in. Tîmên taybet ketin girtîgehan û gef li girtiyan xwarin.”

‘Ez ji ber rewşa Şerîfe Pexşan û Werîşe bi fikar im’

Mersede Kaedî bal kişand ser pêşnûmebiryara ku darvekirinan asan bike û serokê darazê Ejeî rasterast beşdarî pêvajoya îtîrafgirtinê bûye û ev hişyarî da û got: “Bi rastî ji bo darvekirinên girseyî zemîn tê amadekirin. Hinek kes tenê di nava du rojan de tên girtin, darizandin û darvekirin. Tişta ku îro em bûne şahid, dubarebûna bi êş a darvekikrinên girseyî ya di sala 1988’an de îşaret dike.

Dîroka komara Îslamê bi fikar e. Me dît ku di sala 1988’an de kesên ku ji bo azadî û edaletê têkoşiyane hatin darvekirin. Kesên di girtîgehên Îranê de ne di ewlehiyê de ne. Ji dema ku şer dest pê kiriye ve heta niha ez di mijara rewşa, sê girtiyên siyasî; Şerîfe Mihemedî, Pexşan Ezîzî û Werîşe de bi fikar im.”

Mersede Kaedî axaftina xwe wiha domand: “Malbata Werîşe Mûradî di vê pêvajoyê de dikaribû hevdîtinek kurt a bi telefonê bike. Lê belê di rojên dawî de ji Pexşan Ezîzî, Şerîfe Muhemedî û girtiyên din ên siyasî tu xeber nayê girtin. Girtîgeha Evînê di nava bêdengiyê de ye. Hefteya borî tevî şertên şer ji bo kampanya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ dikaribûn daxuyaniyek biweşînin.”

Piştevanî girîng e

Mersede Kaedî da zanîn ku têkildarî girtîgehên din tu agahiyek nîn e û got: “Ji girtîgeha Lakan a li Reşdê tu agahiyek zelal nîn e. Ji ber qutbûna înternetê, hema bibêje têkiliya bi girtîgehê re ne gengaz bûye. Ev jî der barê aqûbeta girtiyan de fikaran zêde dike.”

Mersede Kaed bal kişand ser piştevaniya di nava gel de û got: “Di vî  şerî de piştevaniyek ku weke wê nehatiye dîtin di nava gel de ava bû. Deriyên malên xwe li hev vekirin, vê yekê jî rejîm tirsand. Ev yekitî û piştevaniya di nava gel de, yek ji tişta herî zêde hikumet jê ditirse ye. Rejîma ku li hemberî gel winda kiriye, niha têkiliya cîhanê ra bi Îranê re qut kiriye û dixwaze vê piştevaniyê bitepesîne.”