Şêniyên Suweydayê bertek nîşanî êrîşê dan: Sûriye ya hemû kesan e

Suweydayiyên ku piştî êrîşa li ser Dêra Mar Îlyas a li Şamê merasîmek bîranînê li dar xistin, bal kişandin ku di navbera gelên Sûriyeyê de çanda jiyana bi hev re ya xwedî kok heye û peyama “Sûriye aydê hemû kesan e, ola terorê nîn e” dan.

ROCHELLE JUNİOR

Suweyda- Êrîşa bombeyî ya ku di dîroka 22’ê Hezîranê de li Dêra Mar Îlyas a li herêma Dîwela ya Şamê pêk hat, aştiya civakî û hevgirtina di navbera gelê welat de  hedef girt. Di êrîşa ku di dema ayîna roja Yekşemê de pêk hat de, di nava van de ji Suweydayê 4 jê jin 9 kes, bi giştî 22 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Gelê Suweydayê li dijî êrîşa ku li seranserê welat înfîalê çêkir, piştî rojek di ayîneke giştî ya bi beşdariyek berfireh a ji mezhebên cuda li hev civiyan û li dijî êrîşan peyama yekitî û hevgirtinê dan.

Li Suweydayê ku li dijî vê êrîşê helwesteke neteweyî hat nîşandan, 23’ê Hezîranê roja Duşemê li Dêra Azîz George a Ortodoks a Rûm ji bo kesên di êrîşa li Dêra Mar Îlyas de jiyana xwe ji dest dane ayîna bîranînê hat lidarxistin. Kesên ji civakên olî yên cuda yên bajêr beşdarî ayînê bûn.

Jinên Suweydayê yên beşdarî ayînê bûn, bi dengekî bilind anîn ziman ku li dijî binpêkirinên mafan in, banga yekîtiyê kirin û vê peyamê dan, “Sûriye ya hemû kesan e û ola terorê nîn e.” Her wiha jinan bi gotina “Wê Sûriye heta kengî bibe dika şer û êşê?" û daxwaza dawî anîna tundiyê kirin û ji bo pêşerojek aştiyane bang kirin.

'Di nava gelê Sûriyeyê de çanda jiyana bi hev re heye’

Yek ji jinên Suweydayê Ibtîsam El-Mesber a beşdarî ayînê bû, wiha got: “Bila ruhê kesên jiyana xwe ji dest dane şad be û bila bîranîna wan bêdawî be. Ev êş êşa me hemûyan e, em malbatek in.”

Her wiha Îbtîsam El-Mesber destnîşan kir ku ruhê neteweyî mezhebperestiyê derbas kiriye û got: "Em nizanin mezheb çi ye, Sûriye welatê me hemûyan e.” Îbtîsam El-Mesber di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ayîn bi beşdariyek berfireh a ji beşên cuda yên civakê pêk hatiye û di nava gelê Sûriyeyê de çandeke jiyana bi hev re ya bi kok heye.

'Sûriye hemû kesan hembêz dike'

Suna Nakula jî di axaftina xwe ya merasîmê de xemgîniya xwe anî ziman û wiha got: "Îro em hemû ji mezhebên cuda li vê dêrê kom bûn û ji bo ruhê kesên jiyana xwe ji dest dane me dua kir. Em ji bo hemû kesan rehmetê dixwazin.” Suna Nakula, destnîşan kir ku têkiliya vê sûcê bi tu ol an jî mezheban re nîn e û got ku gelê Suweyda û Sûriyeyê bi hev re dijîn.

Her wiha daxwaz kir ku ev bûyer bibe êrîşa dawî û wiha axivî: “Sûriye hemû kesan hembêz dike, dêr ji bo hemû kesan vekiriye û ev çavkaniya me ya şanaziyê ye.”

Şadiye El-Ferihat jî di axaftina xwe de xemgîniya xwe ya li dijî êrîşa li ser Dêra Mar Îlyas anî ziman û ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane wiha got: “Ew şehîdên îman û hezkirinê ne. Bi vê êrîşê hemû Sûriye hatiye hedefgirtin. Sûcekî nayê efûkirin e. Şaş e ku mirov bifikire Sûriye tenê xwedî ol û neteweyek e.”

'Em ê welatê xwe ji nû ve ava bikin'

Mary Îsa jî tirsa xwe ya li dijî zêdebûna tundiya gihîştiye cihê îbadetê anî ziman û wiha axivî: “Em êdî ji duakirinê jî ditirsin. Sûriye êdî ne bi ewle ye. Lê ruxmê vê yekê jî em îro li vir in, li gel hev in; Durzî, Xirîstiyan, Misilman… Em xwişk û bira ne û gel in.” Marya Îsa wiha got: “Em ê dest dibin hev û welatê xwe ji nû ve ava bikin.”