Agirbesta di navbera Îsraîl-Îranê de destpê kir

Serokê DYE’yê Donald Trump, ragihand ku di navbera Îsraîl û Îranê de agirbest pêk hatiye. Saziyên çapemeniyê yên nêzî artêşa Muhafizên Şoreşa Îranê jî ragihandin ku agirbestê destpê kiriye.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên beramberî hev ên di navbera Îsraîl û Îranê de didomin. Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump şevê din parvekirinek kir. Di parvekirinê de wiha got: “Îsraîl û Îranê li ser agirbesteke tam û topyekûn li hev kirine.” Donald Trump da zanîn ku di vê nuqteyê de wê weke ku şer qediyabe bê qebûlkirin. Donald Trump diyar kir ku Îran wê agirbestê bide destpêkirin û piştî 12 saetan wê Îsraîl jî tevlî vê pêvajoyê bibe, bi vî rengî wê şer bi rengekî fermî bi dawî bibe. Donald Trump destnîşan kir ku ger pêvajo bi rengekî serkeftî temam bibe wê alî bi rengekî ‘aştiyane û bi hurmet’ tevbigerin û her du welat ji ber nîşandana ‘wêrekî û aqiliyê’ pîroz kir.

‘Hê lihevkirinek tune ye’

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqcî ragihand ku welatê wan hê bi Îsraîlê re lihevkerinek nekiriye. Abbas Srakçi wiha got: “Di vê kêliyê de tu lihevkirineke fermî li ser agirbestê yan jî bidawîkirina operasyonên leşkerî tunebû. Ger rejîma Îsraîlê saet 04:00’an de li gorî dema Tehranê êrîşên xwe yên derqanûnî yên li ser gelê Îranê bisekinîne, hingî tu niyetên me yên domandina bersivdayînê nîn in. Weke Îranê bi caran eşkere diyar kir ê ku şer daye destpêkirin ne Îran e, Îsraîl e.” Li gorî vê daxuyaniyê dê biryara dawî piştre bê dayîn.

PRESS TV kir nûçe

PRESS TV Îran ragihand ku ji saet 07:30’an de agirbesta di navbera Îsraîl û Îranê de destpê kiriye. Ajansa Nûçeyan a Fars ku bi nêzikbûna xwe ya bi Artêşa Muhafizên Şoreşa Îranê tê zanîn heman nûçe weşand. Di nûçeyê de hat diyarkirin ku agirbestê bi saeta xwecihî 07:30’an  (TSÎ 7:00) ket meriyetê. Di daxuyaniya ku bi sernavê ‘Destpêka Agirbestê’ hat weşandin de îfadeya, ‘avêtina fuzeyên dawî yên Îranê, piştî ku ji siyonîstan gelek mirî û birîndar dan, dema destpêka agirbestê li gorî saeta Tahranê 07:30’an hat diyarkirin.” cih girt.

Lê belê piştî demek kurt ya weşandina vê nûçeyê, Îranê ragihand ku cardin êrîşa fuzeyê li dijî Îsraîlê pêkaniye.