Jinên li ser ‘zimanê nefretê’ nîqaş kirin: 14 sal in em li gel Rêveberiya Xweser têdikoşin

Di forûma ku ji li ser zimanê nefretê yê li dijî jinan li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin de jinan gotin ku 14 sal in ew di bi Rêveberiya Xweser re li dijî cudakariyê têdikoşin û banga hestiyariyê li civakê kirin.

Hesekê – Li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Yekitiya Jinên Êzidî û Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê 23’yê Hezîranê formeke diyalogê li dar xist. Jinan bal kişandin ser girîngiya şiyariya di warê zimanê nefretê de.

Forum, rojek piştî êrîşa li Şamê ya di 22’yê Hezîranê de li ser Dêra Mar Îlyas çêbû, 22 xirîstiyanan jiyana xwe ji dest dan hat lidarxistin. Beşdarên forûmê, li ser binpêkirinên li Sûriyeyê û zirarên ji ber gotinên nefrete çêdibin nêrînên xwe anîn ziman.

‘Em dixwazin tecrubeya xweseriyê li hemû Sûriyeyê belav bikin’

Ji Yekitiya Jinên Êzidî Sûad Hasû, got ku gotinên nefretê civakê perçe dikin loma divê jinên ji ol û nijadên cuda bi hev re tevbigerin. Suad Hasû got: “Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, hemû hevgirtiyan di bin sîwana azadî û demokrasiyê de anî ba hev. Em dixwazin vê tecrubeyê li hemû Sûriyeyê belav bikin.”

Sûad Hasû, diyar kir ku rejîma Beasê nefret û cudakariyê çêkiriye loma Rêveberiya Xweser 14 sal in bi vê pirsgirêkê re têdikoşe û got ku êrîşa li ser Dêra Mar Îlyas yek ji encamên vê nefretê bûye û got: “Sûriye welatê me hemûyan e. Kurd, Suryanî, Ereb Êzidî divê bê cudahî hemû bi hev re bi aştî bijîn. Divê mirov xwe ji zimanê nefretê dûr bigre, dengê xwe bike yek.”

Sûad Hasû bal kişand ku banga Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de bi navê “Aştî û civaka demokratîk” kir girîng dibînin û got ku rola jinan di aştiyê de mezin e.

‘Divê di warê agahiyên di medyaya dîjîtal de tên belavkirin baldarî hebe’

Ji Meclisa Civka Ermen Sevan Îbo jî got ku jin nîvê civakê ne û bi gotinên nefretê pêşî jin tên hedefgirtin. Sevan Îbo diyar kir ku ger jin şiyar û zana bin dê bandora gotinên nefretê nemîne, da zanîn ku li Sûriyeyê, li ser medyaya dîjîtal û hinek dezgehên çapemeniyê gotinên nijadperest tên gotin, vê yekê di nava civakê de dibe sedema fitneyê. Sevan Îbo ragihand ku serkeftina Rêveberiya Xweser bi saya hevgirtina hemû aliyan û rola jinan çêbûye, bal kişand ku êrîşa li ser dêra li Şamê, di nava civakê de bûye sedema gotinên nefretê û armanc bi wê êrîşê ew e ku komên cuda ji hev belav bikin. Sevan Îbo ban li gel kir ku li dijî agahiyên di medyaya dîjîtal de tên belavkirin baldar bin.

‘Jinan di tevahiya dîrokê de rola xwe ya pêşeng lîstin’

Ji Yekitiya Jinên Suryan Sosen Abdulahad jî diyar kir ku jinên Sûriyeyê di tevahiya dîrokê de rola pêşengiyê lîstine, tevî zextan jî bi hêz mane û li malên xwe û li saziyan bi hezkirin karê xwe kirine, xebatên hişyariyê meşandine.

14 sal in têkoşîna bi zimanê nefretê re didome

Seroka Yekitiya Jinên Ermen Selda Sîmon, bal kişand ku êrîşa li Şamê ji bo koçberkirina xirîstiyanan hatiye kirin, loma rola jinan a li dijî gotinên nefretê girîng e. Selda Sîmon, diyhar kir ku 14 sal in bi gotinên nefretê re têdikoşin, bihevrebûna komên cuda, nîşaneya hezkirinê ye û got ku ji ber sûcdar nayên cezakirin, êrîşên bi vî rengî zêde dibin.

‘Gotinên nefretê zêde bûne’

Alîkara Seroka Meclisa Jinan a Sûriyeya Pêşerojê Suzan Şemo jî diyar kir ku Sûriye ketiye pêvajoyeke nû lê gotinên nefretê zêde bûne û got ku êrîşa li Şamê, polîtîkaya nefrete ya rêveberiya demkî li dijî komên cuda nîşan dide. Sûzan Şemo diyar kir ku divê li dijî gotinên nefretê bi dengekî bertek nîşan bidin, aştî ji dayikê dest pê dike û bi perwerde û qadên olî pêkan e.