Jinên ji Dêrazorê li ser gefên DAIŞ’ê hişyariyê didin

Jinên ji navçeya Hecîn a Kantona Dêrazorê serpêhatiyên xwe yên di bin êrîş û dagirkeriya DAIŞ'ê de vegotin û destnîşan kirin ku her çend ew îro xwe ewletir hîs dikin jî, xeterî berdewam dike û gotin, "Îro hêza me heye ku em bibêjin na."

ZEYNEB HELÎF

Dêrazor – Piştî serhildanên ku di sala 2011’an de li Sûriyeyê dest pê kirin, DAIŞ’ê êrîşî gelek bajaran kir û komkujî pêk anî. Yek ji van bajaran Dêrazorê ye ku di sala 2017’an de ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve qismî hate rizgarkirin û tevlî herêma Rêveberiya Xweser bû. Ev bajar, ku di dema rejîma Baasê de rastî zilm û cudakariyê dihat, paşê bi komkujî û zilma DAIŞê’ re rû bi rû ma. Piştî ku Dêrazorê ji aliyê hêzên QSD ve hate rizgarkirin, bi avakirina meclîsên gel re tevahiya nifûsê bû beşek ji rêveberiyê. Bi sepandina pratîkên wekî hevserokatî û kotayê, jinan zexta pergala serdestiya mêran û civaka baviksalar ji holê rakirin û hebûna xwe nîşan dan.

Tevî ku îro jin xwedî îradeya xwe ne û hikûmetê bi rê ve dibin jî, nikarin tiştên ku DAIŞ'ê di dema dagirkeriyê de kirine ji bîr bikin. Jinên ji navçeya Hecîn a Kantona Dêra Zorê ji ajansa me re behsa tiştên ku di dema ku DAIŞ li bajarokê wan bû dikin û hişyarî didin me ku em pêşî li bûyerên bi vî rengî yên îro bigirin.

‘Ên bi navê Îslamê hatin her der kirin dojeh’

Hamde El- Alî anî ziman ku çeteyên DAIŞ’ê ji kêliya ketin bajarê Hecînê pêve, êşên zext û êşan destpê kiriye û çeteyan îlan kirine ku ew ê rêbazên Îslamê pêk bînin. Hamde El-Alî dibêje: “Lê belê tiştên hatin jiyîn tu eleqeya xwe bi Îslamê re tunebû. Gotin em hatine Îslamê bînin. Lê belê me ji derveyî heqaret, biçûkxistin û zextê tiştek din nedît, bi taybetî li dijî jinan her tiştê xirab kirin.”  

DAIŞ’ê zagonên ku jiyana rojane a jinan dixe dojeh derxistin. Hemû azadî ji holê rakir. Derketina ji derve, gera rûvekirî û heta kena li kolanê jî bûn sûcên ku bên cezakirin.

‘Ji tirsa Hisbe em nikaribûn derbikevin’

Tîmên Hisbe (polîsên dîn), cilên jinan, nêzikatî û heta axaftina wan kontrol dikirin. Hamda wiha didomîne: “Dema em li kolanê digeriyan, erkdar hêdî diçûn û weke nêçîrê me me dinêrîn. Ji ber vê êdî em tirsiyan derbikevin ber deriyê malê. Nêrîna wan a li cilan pir cuda bû, nêzikatiya bi heqaret bi wan re hebû. Îro jî peyva ‘hisbe’ ji bo min bi tirs û xof tê.”

‘Keçên me kirin cariye’

Hamde El-Alî da zanîn ku pêkanîna herî bi tirs a DAIŞ’ê li hemaberî jinan, cariyetî bû, wiha got: “Jinên ciwan dixistin wesayîdan, ji wan re digotin ‘sabiye’, difrotin, wek xenîmetên şer digirtin dest. Ev wehşeta beriya sedsalan, bûbû polîtîkayên sîstematîk. Bedena jinan wek amûra tolhildanê bi kar dianîn.”

Lê belê tevî vê wehşetê jî jin neşikestin. Îro tirsê ji ser xwe avêtine û tiştên jiyane vedibêjin. Rastiya ku DAIŞ’ê hewl daye ser bigre derketiye holê. Jin behsa jiyana dojehî ya jiyane dikin û bê tirs vedibêjin.

‘Van koman bi kiryarên xwe navê îslamê qirêj kirin’

Pêkanînên DAIŞ’ê ne tenê di warê fîzîkî de, ji aliyê derûnî û civakî ve jî xisarên mayînde hişt. Hamde wiha dibêje: “Piştî tiştên ku wan kirin, em hatin halê ku ji Îslamê aciz bibin. Lê belê em dizanin ku wan navê îslamê qirêj kirin û tu têkiliya wan pê re nîn e. DAIŞ, mirovan ji koka olê dûr dixe û ji bo vê bi rûpoşa olî zextên xwe didomîne. Her çend îro aramiyek pêk hatibe jî tirsa ku fikrên tundrew vegere didome. Bi taybetî li hinek herêman tê zanîn ku ‘hucreyên razayî’ hene.”

‘Em îro baştir in lê belê şopên rabirdûyê hê di hundirê me de mane’

Hamda wiha domand: “Îro keçên me diçin dibistanê, mirov dixebitin lê belê di hundirê me de hê tirs heye. Rê ne bi ewle ne, geşt ne asan e. Hê jî em bi tirsa ku em ê careke din vegerin destpêkê dijîn.”

Jin hewl didin rabin ser lingan lê belê li hemberî wan hê nêzikatiyên civakê, bêbawerî û xeyalên berê hene. Lê belê tevî van, tecrubeya ku jiyane, bi jinan re zêdetir hişmendî û hêzê ava kiriye.

‘Em di agirê DAIŞ’ê de şewitîn êdî em dikarin bibêjin na’

Serpêhatiyên jinên Dêrezorê, ne tenê êş in, têkoşîne jî. Tiştên ku jinên Dêrezorê dibêjin tenê ne serpêhatiyên tije êş in. Di heman demê de, şahidên zindî ne. Ev serpêhatî, hêza jinên Sûriyeyê, hêza wan a ku bi her êşê re derbikevin serî diteyîsîne.  Di vê dema ku herêm dikeve merheleyek nû de, bihêzkirin û destekdayîna jinan êdî ne tercîheke civakî ye, neçariya neteweyî û exlaqî ye. Ji bo astengkirina vegera vê zexta bi navê dînî hewce ye jin, xwedî gotin, pozîsyon û biryar bin. Tevî tirsa ku DAIŞ’ê ava kiriye û hilweşîna çêbûye jî jinên Dêrezorê êdî ne weke berê ne. Bi hiş, bi biryar û bi hêztir in. Îro her dengê jinan dibe dengê têkoşîna berê û hêviya pêşerojê.  

‘Em fêrî rabûna ser lingan bûn êdî em venagerin’

Bihêzbûna jinan, tekane riya başkirina nexweşiyên demên borî li Dêrezorê hatine jiyîn e. Ev ne tenê berpirsyariya jinan e, a dewlet, civak û hemû saziyan e. Divê jin li dijî tarîtiyê têbikoşin. Ronahiya ku hevkariya wan bike, wê guherîn û riya azadiyê be.