Li Îranê her çar rojan carekê jinek tê darvekirin
Komîteya Jinan a NCRI rapora xwe ya li ser darvekirinên li Îranê weşand û ragihand ku ji destpêka sala 2025’an vir ve herî kêm 38 jin hatine darvekirin. Tenê di du mehên dawî de, 14 jin hatine darvekirin.
Navenda Nûçeyan – Dewleta Îranê di 9 mehên pêşîn ên sala 2025’an de nêzîkî hezar û 175 girtiyan darve kiriye. Li gorî rapora Îlona 2025’an a Komîteya Jinan a Konseya Berxwedana Neteweyî ya Îranê (NCRI), 38 ji van darvekirinan li dijî jinan û 7 li dijî zarokan bûne. Tenê di navbera Tîrmeh û Îlonê de, 14 jin hatine darvekirin, ango bi navînî her çar rojan jinek.
Li gorî raporek di Özgür Politika de hatiye weşandin, rapora Komîteya Jinan a NCRI destnîşan kir ku ji destpêka sala 2025an vir ve herî kêm 38 jin li Îranê hatine darvekirin. Di navbera 30’ê Tîrmehê û 30’ê Îlonê de, rejîmê 14 jin darve kirin, ango her çar rojan carekê jinek dihat darvekirin.
Li gorî salên berê, di sala 2022’yan de 15 jin, di sala 2023’an de 26 û di sala 2024’an de 34 jin hatine darvekirin. Ev hejmar zêdebûnek bêhempa di hejmara darvekirinên jinan li Îranê û tundbûna zexta li ser wan nîşan didin.
Ji sala 2007’an vir ve herî kêm 300 jin hatine darvekirin
Hejmara giştî ya darvekirinan di sala 2022’yan de bi qasî 578, di sala 2023’yan de 850, di sala 2024’an de 1000 û tenê di 9 mehên pêşîn ên sala 2025’an de bi qasî hezar û 175 kes hatine darvekirin.
NCRI’yê bang li civaka navneteweyî kir
Komîteya Jinan a NCRI bang li civaka navneteweyî û parêzvanên mafên mirovan kir û got ku: "Divê darvekirina jin û girtiyên siyasî were rawestandin. Divê gihîştina jinên girtî bi lênêrîna bijîşkî ya tavilê û bêkêmasî were garantîkirin û divê pêşî li mirinên ji ber xemsariyê were girtin. Girtîgeha Reviyayî ya li Varaminê ku wekî navendeke îşkenceyê ji bo jinan tê zanîn, divê bi lezgînî were kontrolkirin. Divê rejîma olî neçar bimîne ku li gorî pîvanên navneteweyî yên mafên mirovan tevbigere."
Girtiyên penceşêr bûne nayên dermankirin
Di navbera 16 û 25’ê Îlonê de, Sumayya Rashîdî, Cemîla Azîzî, Soudabeh Asadî û Maryam Shahrakî li Karçakê ji ber redkirina dermankirina bijîşkî an derengketina veguhestina wan a nexweşxaneyê, mirin. Bi dehan jinên girtî yên li Karçakê ku di nav de Maryam Akbarî Monfared jî heye, tevî ku ji nexweşiyên giran ên wekî penceşêrê dikşînin, nikarin dermankirinê bistînin. Navên ku hatine gotin, tenê dozên derketine holê ne. Gelekên din ji hêla rejîmê ve têne veşartin an jî wekî xwekuştin têne nîşandan. Niha bi dehan girtiyên jin ên siyasî ku piraniya wan di navbera 60 û 70 salî de ne, li Girtîgeha Qerçekê tên astengkirin. Çend ji wan, Şîva Esmaîlî, Fatima Ziyayî, Merziye Farsî, Parvîn Mîr Asan, Zehra Safayî û Meryem Ekberî Monfered in.