Kongra Star li ser zayendparêziyê perwerde da mêran
Bi armamca guhertina hişmendiya zayendperest, di çarçoveya rêzeçalakiyên kampanyaya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de, Kongra Star a bajarê Hesekê dewreya perwerdeya 3 rojan da 50 mêran.
RONÎDA HACÎ
Hesekê – Bi wesîleya nêzbûna 25’Mijdarê di 15’Mijdarê de Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyek starta kampanyaya li dijî tundiya li ser jinan da. Di çarçoveya rêzeçalakiyên kampanyayê de Kongra Star a bajarê Hesekê li taxa Giwêran ji bo 50 mêrên endam û rêveberên saziyên civaka sivîl perwerdeya 3 rojan da. Pererdeya ku 15’ê mehê destpê kir dê îro bi dawî bibe.
Dersên ku di vê perwerdeyê de têne dayîn li ser zanûna malbatê, zayendperestî û şîdeta li dijî jinan in.
Dersa zagonê malbatê ji aliyê endama komîteya edaletê Xezal Elî ve hat dayîn û nîqaş li ser zagona malbatê hatin kirin.
Endama komîteya perwerdeyê ya Kongra Star a bajarê Hesekê Leyla Hesen piştrast kir ku bi perwerdeya weke beşek ji rêzeçalakiyên platforma çalakiyên hevbeş ên ku di 15’ê Mijdarê de hatine ragihandin hatiye destpêkirin, armanc ew e ku tundiyê kêm bikin û jiyana li ser bingeha hevkariyê ava bikin, dûrî hemû cureyên tundiya ku malbatê bi giştî hedef digre ava bikin.
‘Nasîna zagona malbatê û pêkneanîna wê çareseriyek bingehîn e’
Leyla Hesen bal kişand ser rê û rêbazên pêşîgirtina cureyên tundiyê û wiha got: “Ji bo bidawîanîna tundiyê divê em civakek demokratîk ava bikin û ev yek bi hevkariya zayendan pêkan e. Ji ber vê yekê divê em bernameyên perwerdeyê xurt bikin da ku hişyariyê zêde bikin û encam bigrin. Divê em qanûna malbatê fam bikin û bi cih bînin. Ev yek dê bibe sedema çareserkirina pirsgirêkên malbatî û civakî, hem ji hêla jinan ve hem jî ji hêla mêran ve û gaveke girîng e ber bi avakirina civakek demokratîk a li ser bingeha jiyana hevbeş.”
‘Zayendperestî sedema newekheviya herdû zayendan e û rê li ber tundiyê vedike’
Leyla Hesen di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ya duyemîn divê em bizanibin ku zayendperestî sedema bingehîn a pirsgirêkên civakî û cudakariya zayendî ye û ev sedema sereke ya pêşveçûna tundiya li dijî jinan e. Ya sêyemîn, tundiya li dijî jinan bi hemû awayên xwe bi armanca kontrolkirina tevahiya civakê tê kirin.”
‘Perwerde riya çareserî û xelasiya ji zihniyeta otorîter e’
Hevserokê komîna taxa Neşwa Lorens Mihemed diyar kir ku perwerde riya xilasbûna ji hişmendiya otorîter û avakirina civatek komunal a beşdar e û got: "Me perwerde dît da ku em ji hişmendiya otorîter a civakê ji xwezaya wê ya rastîn dûr xistiye xilas bibin. Em dibînin ku şîdeta li ser jinan tê kirin li ser tevahiya civakê ye. Ji ber vê yekê divê em komînan aktîf bikin û komîteyên wan ên perwerdeyê, çalak bikin."
‘Pirsgirêkên civakî ji ber hişmendiya desthilatdar û zagonên wê çêdibe’
Endamê komîna taxa Giwêran Ednan Xelîfa jî destnîşan kir ku hemû pirsgirêkên di civakê de çêdibin ji ber nebûna hişmendiyê û pêkanîna qanûnên otorîter in û wiha got: “Zagona malbatê li ser bingeha wekhevî û jiyana hevbeş e û divê em wê di nava malbatê de bi cih bînin da ku civakê ji tundî û hilweşînê biparêzin. Em nikarin bibêjin em pêşketî ne û jin di civakê de rastî tundiyê tên ji bo wê perwerde û zanebûn xelasiya ji koletî û newekheviyê ye.”