Konga Star konferansa hevserokan li dar xist
Kongra Star bi dirûşma "Bi armanca avakirina pergala demokratîk û wekhev" konferansa hevserokan li dar xist.

Qamişlo – Di pêngaveke ku biryardariya jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo berdewamiya riya xwe ya rêxistinkirina xweser û serokatiya hevbeş nîşan dide, Kongra Star li bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê bi dirûşma "Bi armanca avakirina pergala demokratîk û wekhev" konferansa hevserokan a Kantona Qamişloyê li dar xist.
Konferans bi amadebûna bi dehan endamên Rêxistina Kongra Star, serok û hevserokên komîn û meclisan, kesayet û nûnerên rêxistinên siyasî û leşkerî, saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û rêxistinên civaka sivîl li Parka Azadî ya bajêr hat lidarxistin.
Piştî deqeyek rêzgirtinê konferans bi xwendina perspektîfa Komelên Jinên Kurdistanê (KJK) ya der barê sîstema hevserokatiyê de, şêwe, girîngî û sedemên hevserokatiyê de domiya.
Xitimandina ji ber hişmendiya mêr li Rojhilata Navîn divê were derbaskirin
Perspektîfa ku ji aliyê Berdevka Kantona Qamişlo ya Kongra Star, Rîhan temo ve hat xwendin wiha bû: “Di erdnîgariya em lê dijîn de rewşa bi pevçûn a ku weke şerê cîhanê yê sêyemîn tê binavkirin, di kesayeta jinan de şerê li dijî hemû civakê ye. Zayendparêzî bi riya pergalên olperest-netewperest ku vî şerê gurtir dikin gihîştiye lûtkeyê. Serdema mêrîtiyê di hilweşandina xwe de, hovîtiya xwe, zordarî, qurnazî û bêemaniya xwe zêdetir kiriye. Ev xitimandina ku ji ber hişmendiya mêrê serdest li Rojhilata Navîn tê jiyîn, bi tenê dikare bi riya hişmendî û avaniyên girêdayî jinan bê derbaskirin. Di pêvajoya îro de derfetên derketineke wiha di kesayeta tevgera azadiya jinan de zêdetir derketine holê. Şoreşa jinan a li Rojava xwedî wateyeke wiha ya dîrokî ye. Şoreşa me ya jinan yekane hêza çareserî, vîn û bi rêxistinbûnê ye ku bikaribe sîstema bi hişmendiya mêrê serdest avabûyî hilweşîne, bi navê jinan û bi navê civakê sîstem ango pergaleke alternatîf ava bike.
Sekna jinên Kurd û têkoşîna wan li ser civakê bandoreke mezin çêdike
Cihê guherînên herî bi bandor ê hilweşîna sîstema serdestiya mêr jê re rê vekir Rojhilata Navîn e û navenda wê jî Kurdistan e. Di kesayeta jinên Kurd de bi riya hişyarbûna mezin a li civaka Kurd tê jiyîn têkoşîna me bi berdewamî didome û civakî dibe. Sekna azadiya mezin a jinên Kurd û têkoşîna wan a berxwedaniyê hemû jinan û civakê bi şêweyeke bêhempa bi bandor dike û ev yek li dora tevgera me hevgirtin û yekitiyeke mezin a jinan bi pêş dixe. Em bi zanebûn û rêxistinbûna xwedîderketina dema xwe, bi armanca ku şoreşa xwe li Kurdistan, Rojhilata Navîn û li cîhanê belav bikin dimeşin. Em ê bikaribin vê pêvajoyê di her qadê de bi hêz û têrker pêşwazî bikin. Yek jê sazîbûna girîng a pêvajoya ji nû ve saz kariye, sîstema hevserokatî û nûnertiya wekhev a girêdayî wê tê pêşxistine.
Me weke komîteya perwerde ya KJK’ê li ser sîstema hevserokatiyê û nûnertiya wekhev, pêvajoyeke guftûgoyê û nirxandina destkeftiyên me çawa em ê bi pergal bikin dest pê kiriye. Van nîqaşan û belgeyên heyî wê sîstema me ya hevserokatiyê û feraset û şêwaza me ya girêdayî nûnertiya wekhev bihêz bikin.”
Piştî xwendina perspektîfa Komelên Jinên Kurdistanê (KJK) ya der barê sîstema hevserokatiyê de, şêwe, girîngî û sedemên hevserokatiyê nîqaşên cuda hatin kirin.
Konferans bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.