Bahar Awrîn: Rojhilatê Kurdistanê bingeha vegera demokratîk a herêmê ye
Endama akademiya Jineolojiyê Bahar Awrîn diyar kir ku sedema şer û krîzên li Rojhilata Navîn zêde dibin pergela netew-dewletê ye û da zanîn ku divê nexşeya herêmê bi nêzikatiyeke demokratîk ji nû ve were çêkirin.

AVRÎN NAVDAR
Navenda Nûçeyan – Pevçûnên di navbera Îsraîl û Îranê de ku di 13’ê Hezîranê dest pê kirin, bû nîşaneya pêvajoyeke nû li Rojhilata Navîn. Di şerê ku bi êrîşên fuzeyên beramberî hev, êrîşên leşkerî li dijî tesîsên stratejîk berfireh bûye, mudaxeleya DYE’ê ya pêvajoyê bi fikar tê pêşwazîkirin. Êrîşên DYE’yê tansiyona li herêmê bilindtir kir.
Em bi endama Akademiya Jineolojiyê Bahar Awrîn re, li ser tiştên li herêmê diqewimin û encamên van pevçûnan axivîn.
‘Pergala netew-dewetê çavkaniya pevçûnan e’
Bahar Awrîn da zanîn ku di bingeha şerên diqewimin de ne berjewendiyên gel, lêgerînên hegomonyaya rejîmên otorîter ên herêmê veşartîne û got: “Piştî şerê Îsraîl-Hamasê ku di 7’ê Cotmeha 2023’yan de destpê kir, ev pêvajoya ku hevsengiya hêzê hat guhertin, hesabên berê yên di navbera Îran, Îsraîl û DYE’yê de careke din gur bû. Li cihê ku netew-dewlet ji krîzan re çareseriyê bibînin, bi riya tundî û şer hewl didin xwe li ser piyan bigrin. Ev pergal, ne nûnertiya gel, nûnertiya berjewendiyên desthilatdariyê dike. Çareseriya rast, avabûna demokratîk a xwe dispêre îradeya gel e.”
‘Îran sozên xwe bicih nayne’
Bahar Awrîn diyar kir ku dewleta Îranê ji dema şoreşa 1979’an ve heta niha sozên ku dane gel bicih neaniye û wiha got: “Rêveberî bi zext, otorîte û polîtîkayên li dijî jinan, civakê di bin kontrolê de digre. Di nava gelê Îranê de bi zextên sîstematîk, ji derve jî bi ambergoya navneteweyî re şer dike. Lê belê rejîm hê ji guherînê re girtî ye. Welatên weke Îranê bi du vebijêrkan re rûbirû ne, yan wê demokratîk bibin an jî wê hilweşîn jêneger be.”
‘Jin Jiyan Azadî têkoşîneke dîrokî ye’
Bahar Awrîn diyar kir ku tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku li Îranê bi pêşegiya jinan bilind bû, ne tenê xwepêşandanek bû, têkoşîna dîrokî ya vegera demokratîkbûyînê bû, wiha got: “Jinên bi daxwaza aştiyê daketin qadan, tevî zextên giran, gav şûnve navêtin. Ev têkoşîna jinan ne tenê ji bo mafên xwe, daxwaza azadiya ji bo hemû civakan bû. Ev têkoşîna ku di pêşengiya jinan de hatiye meşandin, berteka herî bi hêz a civakî ye ku rejîmê hejandiye.”
‘Rojhilatê Kurdistanê xala destpêkê ya modeleke demokratîk e’
Bahar Awrîn destnîşan kir ku mîrasa berxwedana dîrokî ya Rojhilatê Kurdistan û kombûna têkoşîna gelan, li Rojhilata Navîn ji bo vegera demokratîk mînakeke bingehîn e, pirrengiya çandî û etnîkî ya Îranê, ne şer vegera zemînê jiyanê ye.
‘Jin pêşengên azadî û aştiyê ne’
Bahra Awrîn anî ziman ku jinên Îranê xwedî potansiyela vegera cewherî ya civakê ne û got: “Cesareta jinan, tirsa desthilatdariyê mezin dike. Bi sedan jinên ku tenê ji bo mafên xwe têkoşiyane, niha di girtîgehan de ne, hinek ji wan bi gefa darvekirinê re rûbirû ne.”
‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk kilîta çareseriyê ye’
Bahar Awrîn bal kişand ser banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Ev bang ji bo hemû gelan persperktîfa çareseriyê pêşkêş dike. Têkoşîna 50 salî ya Tevgera Azadiya Kurd, nîşan dide ku gel çawa dikarin xwe rêxistin bikin û jiyana azad ava bikin.”
Bahar Awrîn di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Îradeya gelan divê li pêşiya hemû tiştî were girtin, ji şerên li Rojhilata Navîn herî zêde jin bi bandor dibin. Yekitiya jin û gelan, temînata azadî û aştiyê ye.”