Derbarê rojnameger Rabîa Onver de biryara neşopandinê hate dayin
Di lêpirsîna ji ber nûçeyan der heqê rojnameger Rabîa Onverê de hatibû vekirin, biryara neşopandinê hate dayin.

Navenda Nûçeyan – Nûçegihana JINNEWS’ê Rabîa Onver têkildarî bikaranîna sepanên li Colemêrgê fihûş û tiryakê belav dikin nûçe çêkiribû û bi vê sedemê der heqê wê de lêpirsîn hatibû destpêkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê têkildarî nûçeyên Rabîa Onverê bi îdiaya “agahiyên xelet parve kiriye” lêpirsîn dabû destpêkirin û di vê çarçoveyê de îfadeya wê girtibû. Di lêpirsînê de biryara neşopandinê hate dayin. Di biryara neşopandinê de hate gotin ku nûçe “di çarçoveya azadiya çapemeniyê de” hatiye çêkirin.