Komek rojnamevan ji bo Gulistan Tara û Hêro Bahadîn hatin Silêmanî

Komek rojnamevan li ser banga ROJIN û Însiyatîfa Rojnamevanên Kurdistanê, ji bo rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, hatin Silemaniyê.

Navenda Nûçeyan – Komek ji rojnamevanan li ser banga ROJIN (Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê) û Însiyatîfa Rojnamevanên Kurdistanê ji bo Gulistan Tara û Hêro Behadîn ên di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk di 23’yê Tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyeyê hatin qetilkirin, ji Ewropayê hatin Silêmaniyê.

Şandeya ku ji rojnamevan Alîce Magar, Emma Audrey, Diler Akreyî, Hendrîn Faraj Mohamed, Jallan Zîaeî û Devrîm Alp pêk tê, wê sê rojan li bajêr hevdîtin pêk bînin.

Şanda, wê biçe serdana Produksiyona Chatr cihê xebata Tara û Behadîn, malbata Behadîn, cihê komkujiyê, biçe serdana Rabîn Bekir ê di komkujiyê de birîndar bû, gora Behadîn, bîranîna ku ji bo Gulistan Tara û Hêro Behadîn hatiye çêkirin, her wiha dê bi Waliyê Silêmaniyê re hevdîtin bike. Di heman demê de dê rêxistinên pîşeyî, rojname, televîzyon û radyoyên li bajêr bên ziyaret kirin.

Ev serdan bi armanca piştgiriya bi rojnamevanên di bin gefa êrîşa dewleta Tirk de ne dê bê pêkanîn. Tê payîn ku şande di dawiya serdanan de li bajêr daxuyaniyek bide.

Tê payîn rojnamevanên ku dê li herêmê çavdêriyê bikin, wê piştre li Ewropayê bi rêxistinên pîşeyî re hevdîtinê bikin û hevgirtinê bi rêxistin bikin.