Kokên înkarê: Çîroka guherîna ziman û nasnameyê ya li Urmiyeyê

Bajara Urmiye ya pir netewî yê li bakur û rojavayê Îranê cih digre, bi pevçûnên nasname û ziman re di nava hev de ye. Aktîvîstên sivîl, diyar dikin li şûna navên Kurdî û Farisiya kevin anîna gotinên Tirkî an jî Farisî, encama polîtîkayên înkarê ye.

ŞEHLA MUHAMMEDΠ

Urmiye – Urmiye yek ji bajarên herî kevin ên pir netewî ya erdnigariya Îranê ye û nifûsa wê zêdetirê 900 hezar e. Bajar, ji komên etnîkî yên cuda yên mîna Asûrî, Ermenî, Tirk û Kurd re mazûvanî dike. Lêbelê bi demê re, avahiya demografîk a bajêr guherî û wek mînak nifûsa Xiristiyan li gorî berê kêmtir bûye. Di roja me ya îro de nifûsa herî mezin a bajar û gundên derdora wê Kurd û Azerî pêktînin.

Hikûmetên navendî yên Îranê, di tevahiya dîrokê de li şûna ku cihêrengiya zimanî û olî ya Urmiyê mîna mînaka jiyana bi hev re bikarbînin, hewl dane mîna amûrek kontrolkirin û sînorkirinê bikarbînin. Di salên dawî de jî, ev bajar di aliyê polîtîkayên çandî û nasnameyê de veguherî cîhek girîng a nîqaşê.

Di roja me ya îro de li gorî akîvîstên sivîl, Kurdên li Urmiyê bi polîtîkayên fermî re bi înkar û vederkirinê re rû bi rû mane. Ev rewş, bi taybetî di navkirinên kolan, parq û navendên bazirganî yên li bajêr de diyar dike; ev yek jî hêrs û nerazîbûna hemwelatiyan derdixe holê.

Çemên bajêr a hema bejê hişkbûne, di nexşeyên peyk de bi Azerî bi navê "Şehirçay" tomarkiriye. Parqên "Baxçeya Golan", "Baxçeyê Destan" û "Baxçeyê Tenduristiyê" û navendên bazirganî yên mîna "Tirk Mall", ji aliyê hinek hemwelatiyan ve mîna  polîtîkayek karanîna newekhev a ziman û nasnameyan tên dîtin. Li gorî wan, di qadên giştî de cihê navên Kurdî nîne û hinek caran jî rastî mudaxeya hêzên ewlehiyê tên.

‘Zimanê Kurdî tê qedexekirin’

Aktîvîsta Sivîl a li Urmiyeyê Sedîqe H. balkişand li ser pêvajoya rakirina sembolên zimanê Kurdî û wiha got: "Înkarkirina nasnameya Kurdî, bi tunekirina ziman, wêje û gotinan dest pê kir. Axaftina bi zimanê Kurdî ya di saziyên fermî de tê qedexekirin û binavkirina navên Kurdî jî bi heman awayî hatiye asteng kirin. Ger navendek kirîn û firotinê ya mezin dikare bi navê 'Tirk Mall' tê vekirin, gelo çima destûr nadin 'Kurd Mall' bê kirin? Bajêr, ya me hemûyan e, pirsgirêkek me bi navên Tirkî tune ye, lê hikûmet aliyekî dixe bin zextê û aliyê din neçarî serweriyê dike. Di rastiyê de hikûmet, ji bo Azeriyan jî gefek e. Bi salan dayikên Azerî rastî şermê tînin, veguhestina zimanê xwe ya ji bo nişfên pêşerojê asteng dikin.”

‘Gefek çandî ye’

Aktîvîstek din a sivîl Sîmîn F. jî, bertek nîşanî guhertina navên dîrokî û herêmî kir û wiha axivî: "Guhertina navên gundan û cihên şahiyê, veguherî gefek çandî. Sîmîn F. wiha domand: “Hikûmet, bi rêya Farisîkirinê an jî guhertina navan polîtîkayên xwe yên asîmîlasyonê bi pêş dixe. Ev nav perçeyek a dîrok û bîra me ya kolektîf e û bêyî berxwedana gelên Kurd, Asûrî, Ermenî û Azerî, wê ev dîrok winda bibe û ji nifşên pêşerojê bê jêbirin. Mixabin, ev pêvajo ji bo gelê Kurd û Xiristiyanên Urmiyê bi awayekî neyînî derbas dibe.”

Li gorî xuya dibe, bûyerên ku li Urmiyê û bajarên din ên pirneteweyî yên Îranê tên jiyîn, nîşana polîtîkayên giştî yên hikûmetê yên li dijî cihêrengiya etnîkî û zimanî ye. Hemwelatî û aktîvîstan, difikirin ku berdewamiya polîtîkayên bi vî awayî ji bilî avakirina dabeşbûnên civakî, wê bibe dema xwepêşandanên berfirehtir û daxwazên ji bo naskirina nasnameyên cûda. Ger bi awayekî aştiyane bersivê van daxwaz bidin, dê ev yek di nava gelan de dikare bibe gavek ber bi ahengek û rêzgirtina hevbeş.