Koçberiya bi zorê bûye amûra şikandina îradeya gelan
Koçberiya ji ber êrîş, rageşiyên siyasî, jin, zarok û extiyaran û bi hezaran malbatan neçar ku ji mal taxên xwe carek din koçber bibin. Malbat di nava serma, birçîbûn û tirsê de mal û milkên xwe li pey xwe dihêlin û ji neçarî koçber dibin.
ESMAA MUHEMED
Qamişlo – Rastiya şerê Sûriyeyê, helwesta civaka navneteweyî ya di warê parastina sivîlan de raxist ber çavan û piştrast kir ku bi zorê koçberkirin êdî ne berhema aliyên şer e, di serî de Kurd û pêkhateyên xwecihî bi armanca valakirina herêmê û şikandina îradeyê, weke amûra zextê tê bikaranîn û bûya amûre cezakirina komî.
Di tabloya ku bi salan e bê hesabpirsînê didome her dem xwe dubare dike. Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêla bi zorê ya koçberiyê re bû sehne. Ev pêl, welatiyên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê û di heman demê de bajarê Tebqa û Reqayê digre nava xwe. Koçberî di şertên giran ên ewlehî û mirovî de tê jiyîn.
Ev koçberî, ji binpêkirinên sîstematîk cuda nîn e, berovajî helqeyek nû ya koçberiyê ku bi riya avakirina bêaramî, tirsa regeşiyên leşkerî û polîtîkayên hikûmeta demkî û êrîşên leşkerên bi pere yên dewleta Tirk e.
Tablo, bi koça gelê Efrînê ya ketiya sala 9’an re, trajîktir bûye. Ji dagirkeriya bajar heta niha Efrîniyên êşa wan nesekinî, piştî Şehba, Heleb û taxên wan, Tebqa û Reqayê, ji wê derî dirêjî bajarên Bakur û Rojhilatê dibe, zorî li rêwîtiya koçberiya ku vegera wê neyî kir.
Koç vegeriya rastiya mayînde
Şîrîn Hisên a ji Efrînê koç kiriye û îro li bajarê Qamişlo yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî diyar kir ku êşa koçê ya gelê bajar dijî ev nêzî 9 salen bûye rastiyek û got: “Koçberî ne rawestgehek demkî ye, pêvajoyeke dimdirêj û bi zor ku bêyî temînata aramiyê ji cihekî diçe cihek dine. Rêwîtiyê ji koçberiya ji Efrînê ber bi Şehbayê ve destpê kir, piştre neçar man biçin taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê. Ji ber domandina binpêkirin û rageşiyên leşkerî, nesekinandina binpêkirinên li dijî sivîlan koç ber bi aliyê Tebqa û Reqa domand û herî dawî em gihîştin Qamişloyê.”
Li dijî sivîlan sûcên giran
Şîrîn Hisên da zanîn ku ev tevgerên bi zorê polîtîkaya ku hedef dike gel bi qonaxan ji xaka wan bike ye û wiha got: “Dagirker û leşkerên bi pere bi riya êrîş, binçavkirin, revandin û avakirina tirsê di nava gel de ev trajedî kûr kiriye. Bi hezaran malbat ji bo li cihên bi ewle bigerin neçar mane malên xwe biterikînin. Binpêkirin tenê bi êrîş û koçberiyê sînordar nebûye, kuştin û revandin jî di nav de li dijî sivîlan sûcên giran tên kirin. Jin bi êrîşên zayendî û tecawize hatine hedefgirtin, armanc parçekirina pergala civakê û lewazkirina rola jinan a di civakê de ye. Hêzên dagirker û leşkerên bi pere li dijî zarokan sûcên hovane kirin. Hinek ji wan jî li ber çavên malbatên xwe hatin kuştin. Vê yekê di serî de jin û zarok, li ser bîra civakê travmayên kûr û mayînde hiştiye. Koça bi zorê bi taybetî di aliyê zarok, jinên extiyar û mêran de êşa mirovî du qat kir. Gelek malbat, di nava sermaya zivistan û di bin baranê de, ji hemû destek û parastinê bêpar neçar mane koç bikin.”
Banga piştevaniyê
Tirs û panîk bi îfadeya Şîrîn Hisên re bû parçeyek ji jiyana gel. Mirov neçar man mal û milkên xwe li pey xwe bihêlin. Nizanin dê bizivirin an na. Koç ne tenê malan û hesta ewlehî û aramiyê jî ji destê wan girt. Şîrîn Hisên bang li civaka naveneteweyî, rêxistin û saziyên mafên mirovan û rêxistinên alîkariya mirovî kir ku bêdengiya xwe bişkînin û banga piştevaniyê li hemû gelan kir.
Yekîtiya çeperên Kurd
Şîrîn Hisên, li dijî van zoriyan bal kişand ser yekîtiyê û got: “Di qonaxa heyî de ji bo parastina hebûnê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji gefên rageşiyê biparêzin pêwistî bi seknek hevpar heye û wiha got: “Jinan zirara herî mezin dîtin û mafen wan hatin binpêkirin. Hejmarek zêde jin hatin revandin û rastî tecawizê hatin. Aqubeta bi hezaran îro hê jî nayê zanîn.”
‘Bila êrîş werin sekinandin’
Şîrîn Hisên bal kişand ser peymanên sekinandina êrîşan û mutabaqatên li Dêr Hafirê û da zanîn ku gelek caran peyman binpê kirine, endamên Heyet Tehrîr el-Şam ên ku êrîş kirin û pêşve çûn, rê û pir qutkirin, ev jî derketina sivîlan a bi ewle asteng kir û jiyana wan xist xeterê û got: “Trajediya gelê Efrînê, ket sala xwe ya 9’an, heman êş li herêmên weke Serê Kaniyê careke din tên jiyîn. Ez bang li hemû dewletan dikim ku rageşiyên leşkerî bisekinîne û dawî li polîtîkayên gefê li pêşeroja gelan dixwe bîne.”
Tabloya mirovî ya asta bi êş a felaketê
Emîne Hesen ku ji Efrînê koçî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye û piştî êrîşên dawî koçî Qamişloyê bû, di dema derketina bi zorê de zoriyên ku malbat rastî wan hatiye anî ziman û got: “Sivîl rastî binpêkirinên, hêzên hikûmeta demkî, komên cîhadîst û leşkerên bi pere yên dewleta Tirk a dagirker hatin. Mirovan di nava êrîşên giran ên bi çek û topan de, di mercen bi xeter de malên xwe terikandin. Îro em hê jî bawer nakin em çawa bi saxî rizgar bûn. Malbat ji nişkave rastî koçberiyê hatin, tiştên xwe yên bingehîn negirtin, di şertên hewaya bi sir û seqem de, zarok, jin, extiyar û nexweş katin rê. Mal û xak li pey xwe hiştin, tabloya derketiye, felaketa tê jiyîn raxist ber çavan.”
‘Aqubeta gelek kesan nayê zanîn’
Emîne Hesen tirsa, êrîşan li ser zarok û extiyaran şopên ku di derûniya wan de hiştye wiha vegot: “Koça bi zorê, bêcihbûn û êrîşên rasterast, bikaranîna çekên giran rê li ber mirina gelek mirovan vekir. Ev sûc, berdewama êşa 9 salan didome ye. Dagirkeriya Tirk, bi êrîşan gel kir hedef. Îro jî li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê rageşî zêde bûye û sehneya bi zorê ya koçê dîsa hat jiyîn. Malbat biçin ku derê careke din rûbirûyî rastiya koçberiyê ne. Her dem di riya koçberiyê de ne û malbat hatin parçekirin. Gelek kes li qadên di bin dorpêçê de mane û aqubeta wan nayê zanîn.”
‘Bêdengiya cîhanê felaketa mirovî mezintir dike’
Emîne Hesen di dawiya axaftina xwe de bang kir ku civaka navneteweyî û dewletên eleqedar bikevin tevgerê û got: “Divê sivîlên di nava dorpêçê de bên rizgarkirin û êrîşên li ser cihên ku mirov lê dijîn werin sekinandin. Bêdengiya cîhanê felaketa mirovî mezin dikin û îro êşa bi hezaran malbatên bê mal û bê ewle dijôn çend qat zêdetir dike.”