Şêniyên Mexmûrê piştgirî dan banga seferberiyê ya Rêveberiya Xweser
Li wargeha penaberan a Mexmûrê di çarçoveya piştgiriya banga seferberiyê ya Rêveberiya Xweser de daxuyanî hat dayîn û bang li gelê Kurd hat kirin ku li dijî êrîşên li ser Rojava hevgirtinek xurt çêbikin.
Mexmûr – Li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di çarçoveya piştgiriya banga seferberiyê ya Rêveberiya Xweser de daxuyanî hat dayî. Bang li gelê Kurd hat kirin ku li dijî êrîşên li ser Rojava hevgirtineke xurt çêbikin û xwedî li destkeftiyên gelê Kurd derkevin.
Mîtîng li Navenda Çand û Hunera Mexmûrê hat lidarxistin. Beriya daxuyanî destpê bike ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê hevserokê Dîwana Meclîsa Gel Elî Bilehî axivî.
‘Hêzên hegemon bi navê HTŞ dixwazin tola ê ji gelê Kurd hilgirin’
Elî Bilehî diyar kir ku hemu destkeftiyên li Rojava, bi ked û xwîna şehîdan hatine bidestxistin û wiha got: “Ew hêzên hegemon ên ku li hemberî rêbertiyê komplo dan destpêkirin û wî radestî dewleta Tirk kirin, careke din li Fransayê kom bûn û li ser destkeftiyên Rojava biryaran dan. Heman hêz bûn ku DAIŞ’ê dan avakirin û anîn hemberî Kurdan. Lê DAIŞ rastî berxwedana gelê Kurd hat û têk çû. Di roja îro de jî bi navê HTŞ’ê dixwazin tola wê yekê ji gelê Kurd bigrin.”
‘Hebûna gelê Kurd di xeterê de ye’
Elî Bilehî di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku êrîşên hovane hebûn û nirxên gelê Kurd dixin metirsiyê û got: “Me di êrîşên li ser Rojava de dît ku ji derveyî çiyayên Kurdistanê piştevanî û ji derveyî gelê Kurd dostên Kurdan tune ne. Ji bo vê ya ji gelê Kurd tê xwestin li ew e ku li hemberî vê hovîtiyê, di nava hevgirtinê de bin. Êrîşên ku îro li ser destkeftiyên Rojava çêdibin bi xeter in û xeter li ser destkeftiyên Başûrê Kurdistanê jî heye. Her wiha hebûna gelê Kurd di xeterê de ye.”
‘Îxanet li têkoşîna azadiyê û destkeftiyên gelê Kurd hat kirin’
Elî Bilehî anî ziman ku wê bi têkoşîna gelê Kurd hemû planên dagirkeran têk biçin û wiha berdewam kir: “Gelê me yê li Rojava çawa li ser fikir û baweriya Rêber Apo ji tunebûnê hebûn da avakirin wê bikaribe van lîstikan vala derbixe. Îxanet hat kirin, ew kesên ku di bin zilma DAIŞ’ê de nefes nedigirtin, dema şervanên azadiyê çeteyan şikandin, me dît dema hêzek xurt nêzî wan bû vê carê berê çekên xwe dan şervanên azadiya Kurdistanê. Ango îxanet li têkoşîna azadiyê û destkeftiyên gelê Kurd kirin.”
‘Em heta dawiyê li kêleka gelê xwe yê Rojava ne’
Elî Bilehî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em şêniyên li Mexmûrê dibe ku bi fîzîkî ne li wir bin lê em bi dil û can li kêleka gelê xwe ne. Ger riyek hebe jî em amade ne di têkoşîna wan de li kêleka wan bin, destkeftiyên Rojava biparêzin. Em bang li hemu kesên ku xwedî li mafên mirovan derdikevin dikin û dibejin bila xwedî li Rojava derkevin û pêşî li van êrîşên hovane bigrin.”
Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.