Ji Komîteya Koçberên Serêkaniyê banga alîkariyê
Komîteya Koçberên Serêkaniyê, bang li raya giştî û rêxistinên alîkariya mirovî kir ku berpirsiyariyên xwe bi cih bînin û alîkariya pêwist bidin bi hezaran malbatên ji ber êrîşan ji Reqa, Tebqa û Helebê koçî herêma Cizîrê bûne.
Navenda Nûçeyan- Di du rojên dawî de nêzî 3 hezar malbatên ji Efrîn û gelek sivîlên ji Kantona Tebqayê neçar man ji ber êrîşên cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam koçî Kantona Cîzîrê yên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin.
Komîteya Koçberên Serêkaniyê, têkildarî rewşa koçberên ji Heleb, Reqa û Tebqayê gihîştine kantona Cizîrê daxuyanî da.
Komîteyê, rave kir ku bi hezaran malbatên koçber gihîştine kantona Cizîrê û bi şert û mercên jiyanê yên pir dijwar re rûbirû ne, stargeh, xwarin, av û pêdiviyên tendirûstî her wiha pêdiviyên bingehîn ên zarok, jin û extiyaran kêm in.
Komîteyê, bang li koçberên Serêkaniyê li herêm û bajarên cuda yên kantona Cizîrê û hemû kes, sazî, xêrxwaz û rêxistinên mirovî û mafên mirovan ên herêmî û navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe yên exlaqî û mirovî pêk bînin û tavilê tedbîrên pêwist bigrin da ku alîkariya tendirustî û mirovî peyda bikin.
Komîteyê, di dawiya daxuyaniya xwe de got ku piştgiriya koçberan û sivikkirina êşên wan erkeke mirovî ya lezgîn e, nayê paşxistin û bang kir ku tedbîrên lezgîn û bi bandor werin girtin.