Jin wê li dijî êrîşan li Enqere û Stenbolê çalakî li dar bixin
Înîsyatîfa Jinan a Pêwîstiya Min Bi Aştiyê Heye, li dijî êrîşên çeteyên HTŞ’ê ku destekê ji dewleta Tirk digrin li ser Kurdan û jinan, banga beşdariya çalakiyên li Enqere û Stenbolê kir.
Navenda Nûçeyan – Înîsyatîfa Jinan a Pêwîstiya Min Bi Aştiyê Heye li dijî êrîşên çeteyên HTŞ’ê ku destekê ji dewleta Tirk digrin li ser Kurdên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye ya Helebê û bajarên cûda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga beşdariya çalakiyên li Enqere û Stebolê kir.
Jinan ragihand ku wê sibe li ber birdariya Mafê Mirovan a Cadeya Yuksel ya Enqere, li Stenbolê jî li ber Sefaretxaneya Sûriyeyê dê çalakî li dar bixin. Di banga çalakiyê ku di medyaya dijîtal de hatî kirin de, hate diyarkirin ku HTŞ’ê li dijî Kurdan komkujî pêkaniye û sûcê şer didome û destnîşan kirin ku ewê li dijî van êrîşan di nava piştevaniyê de bin.