Koçberên Efrînê: Em vegera bi rûmet û ewle dixwazin
Koçberên Efrînê ku li Qamişloyê dijîn, anîn ziman ku vegerek bi ewle û rûmet dixwazin û gotin ku “Ev peymana dawî gavekî pir baş bû, lê ger wekî ku hatiye nivîsandin pêk bînin.”
NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Piştî gelek caran ji koçberiya bi darê zorê, koçber hîn jî daxwaza mafê xwe yê vegera li ser erd û malên xwe dikin. Daxwaza wan ne tenê vegera erdnîgarî ye, di heman demê de garantiya vegera bi ewle û bi rûmet jî dixwazin. Di nav şertên ku rêz li mafên wan ên mirovî digirin û hêviya wan a ji bo avakirina jiyaneke nû ya li ser axa wan vedigerînin de.
Koçberan ji ajansa me re hêvî û daxwazên xwe vegotin.
Endama Meclîsa Jinê ya Koçberên Efrîn û Şehbayê Arîn Bekîr bi xemgînî anî ziman ku bi darê zorê ji Efrînê derketine û wiha got:“ Em jinên Efrînê, di sala 2018 an de bi darê zorê ji Efrînê koçberî Şehbayê bûn. Ji ber ku me nexwest bi çeteyên bi hevkariya dewleta Tirkiyeyê re tevdigerin re bijîn, em li Şehbayê bicih bûn. Bicihbûna wan çeteyan a di Efrînê de, pir zirar da gelê Efrînê. Ji ber vê yekê piraniya gelê Efrînê koçber bû.”
‘Pêwîst e dewletên navnetewî vegerek bi kefalet ji me re peyda bikin’
Arîn Bekîr diyar kir ku heta niha bermahiyên komên çeteyan di Efrînê de hene û wiha berdewam kir: “Piştî 9 salên koçberiyê, pêwîst e ku dewletên navnetewî vegerek bi kefalet ji me re peyda bikin. Ji ber ku heta niha bermahiyên komên çeteyan di Efrînê de hene. Ev gelên ku wê vegerin Efrînê, xwedî şehîd in û keda wan di nav vê xebatê de heye. Ji bo ku hebûna Kurdan bê parastin, hewl dan. Ger ku gelê Efrînê vegere û çete hê jî li wê derê bin, gel dê îşkence bibîne.”
‘Ger bi awayê ku hatiye nivîsandin pêk bê peymanek baş e’
Arîn Bekîr da zanîn ku gelê Kurd ê Efrînê wê vegere Efrînê û wiha bi dawî kir: “Pêwîst e rêveberiya demkî wan komên çeteyan yên ku di bin navê Emin EL-Am de qaşo wê herêmê diparêze, ji wir derxin. Ji ber ku feraseta wan komên çeteyan heman feraseta berê ya çeteyên girêdayî dewleta Tirkiyeyê ye, feraseta wan kiryarên ku li dijî gelê resen yê Efrînê, jinên Efrînê, erda Efrînê û li ser darên zeytûnên Efrînê ku dihat pêkanîn e. Gelê Kurd ê Efrînê wê vegere Efrînê. Rêveberiya demkî pêwîst e xwedî li erka xwe ya resen derkeve. Peymana dawî ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya Demkî de, gavekî pir baş e ger wekî ku hatiye nivîsandin were pêkanîn. Hêviya me koçberan, em bi rûmet û ewle vegerin ser erdên xwe.”
‘Em dixwazin ku QSD me birêve bibe’
Yek ji koçberên Efrînê Îlham Elî bi dilekî xemgîn ragihand ku ev bû sê car koçber dibin, ji Efrînê koçberî Şehbayê bûne, piştre koçberî Reqayê bûne û ji Reqayê jî hatine Qamişloyê. Îlham Elî anî ziman ku ji bo rûmeta xwe biparêzin koç kirine û wiha pê de çû: “Em dixwazin ku bi hêz vegerin ser erda xwe û hemû keç û xortên me yên ku di destên çeteyan de ne, li malbatên xwe vegerin. Em Kurd in û em dixwazin ku QSD me birêve bibe. Em tu carî çeteyên cîhadîst yên HTŞ’ê qebûl nakin. Wê Kurd mafê xwe bistînin û emê biserkevin.”
‘Baweriya me bi Rêveberiya Demkî nayê’
Gulîstan Şahîn zarokek Kurd e ku ji Reqayê koçberî Qamişloyê bûye. Gulîstan da zanîn ku ew dixwaze ku QSD wan birêve bibe û nêrîna xwe wiha anî ziman: “Ez dixwazim vegerim bajarê xwe, ji ber ku ez gelekî ji bajarê xwe hez dikim. Baweriya me bi Rêveberiya Demkî nayê ku me birêve bibe. Em dixwazin ku QSD me birêve bibe û me biparêze. Ez dixwazim ku Kurd mafên xwe bistînin.”