Jinên Gundê El-Mejda li ser xetên agir berxwedanê dihunîn
Jinên gundê El-Mejdal, destnîşan dikin ku tevî windahiyan jî, berxwedana wan perçeyek bingehîn a berxwedana gund e û hêviya vegera jiyanê ya ji bo rewşa berê bi îradeya gel û pabendbûna wan a bi axa xwe re, hê didome.
ROŞÊL CANYOR
Suweyda – Gundê El-Mejdal, yek ji wan gundan e ku di navbera çeteyên cîhadîstên girêdayî HTŞ’ê yên li hinek gundên cîran ên Durzî bi cih bûne û civaka Durzî ya li Mejdelê dijîn de sînor avadike. Ev rewş, gund veguherandiye qadeke vekirî ya pevçûnên çekdarî yên hevbeş û rageşiyên demkî.
Gundê El-Mejdal, li bakur-rojavayê bajarê Suweyda ya li başûrê Sûriyeyê di rewşekî erdnîgarî ya hesas de cih digre. Ev yek jî, gund veguherîne xeta têkiliyê ya daîmî. Ev rastiya erdnîgarî, rasterast bandor li ser jiyana mirovan dike; gund ji hawîrdorek gundewarî ya bêdeng veguherî herêmek ku di siya rageşiyên rojane de dijî. Fikara domdar û bendewariya zêdebûnek ji nişka ve, bûye perçeyek ji jiyana rojane. Piraniya beşa gundê El-Mejdal bi tevahî hatiye şewitandin û her çend beşa gund a din li ser piyan mabe jî, ji talan û diziyê rizgar nebû. Bi dehan xanî hilweşiyan, dikandaran tiştên xwe winda kirine û gelek malbatan him mal û him jî çavkaniya debara xwe winda kirine.
Hewldanên ji nû ve avakirina jiyanê
Negam Bendek a ji El-Mejdal e, da zanîn dema ku bûyer destpêkirinê, gel hewl daye di malên xwe de bimîne, lê belê ji ber gefên rasterast ên li ser jiyana xwe neçar mane bi awayekî demkî ji gund derkevin. Negam Bendek, diyar kir malbata wê çûye bajarê Şehba û heta ku rewş aram bûye li wir mane û piştre tevî hemû zehmetiyan jî biryara vegerê dane. Negam Bendek, diyar kir mala wan yek ji malên kêm ku zirar nedîtî ye û destnîşan kir gelek mal hatine şewitandin an jî talankirin:
‘Nêzî nivê gund hat hilweşandin’
Bi vegera beşek ji şêniyên gund re, li El-Mejdalê hewldanên ji nû ve zindîkirina jiyanê destpê kir. Hinek firûn û dikan ji nû ve hatine vekirin; lê ev têra dabînkirina hemû pêdiviyên jiyanê nakin. Negam Bendek got ku “Veger hêsan nebû, lê dûrmayîna ji malê êdî ne vebijarkek bû” û destnîşan kir ku tevî binpêkirinên domdar jî, gel ji bo qezenvkirina aramiyê ya ji bo gund, di nav hewldanên mezin de ye.
Perwerde rêwîtiyek rojane ya tijî xetere ye
Dibistan jî, ji wêranbûnê rizgar nebûn. Piraniya wan hatin talankirin, zirar dîtin û pêvajoya perwerdehiyê li gund rawestiya. Negam Bendek, da zanîn ji ber ku li Mejdal û gundên derdorê dibistan tuneye, neçar maye ji bo domandina perwerdeya xwe her roj biçe bajarê Suweydayê. Negam Bendek, diyar kir tevî rêwîtiya xeternak û lêçûnên darayî yên bilind jî, biryardariya di mijara fêrbûnê de ji tirsê xurttir e û wiha got: “Hinek malbat hewl didin zarokên xwe ji bo rojên sînorkirî li gund bigrin, lê belê ji ber ji nû ve destpêkirina dengê teqînan, neçar man bişînin bajêr.”
Jin hêza bingehîn a berxwedanê ne
Di bin van şert û mercan de, rola jinan bi awayekî berbiçav û piştgir derket holê. Jinên li Mejdalê, xwe mîna palpişta sereke ya malbatê dibînin û hewl didin desteka moralê bidin û li ber ferdên malbata xwe tirsa xwe nîşan nedin. Her wiha jin xwarin û avê peyda dikin û di dema bombebaran an jî pevçûnan de mirov birîndar bibin, hewl didin alîkariya ewil bidin. Negam Bendek wiha got: “Jin bi demê re fêr bûn ku dengên gule û hawanan ji hev cuda bikin û hîn ku ew çiqas nêz û çiqas xeternak in. Eev rewş dijwar û bi êş e, lê belê perçeyek ji jiyana rojane ye.”
‘Gelek mal hatin şewitandin’
Îbtîsam Ebû Kamil a ji gundê El-Mejdal jî, ragihand ku bûyer di saetên serê sibê yên Tîrmeha 2025’an de dest pê kirine û gund rastî êrîş û gefên rasterast hatiye. Îbtîsam Ebû Kamil got ku “Gelek mal hatin şewitandin û ciwanên gund hatin qetilkirin.”
‘Hevgirtina civakî di kêmkirina bandora êşê de bû faktorek girîng’
Îbtîsam Ebû Kamil, da zanîn nêzîkî 300 mal hatine şewitandin û vê rewşê mîna "ya herî xirab" bi nav dike. Îbtîsam, destnîşan kir ku gundê Mejdal di navbera Xirîstiyan û Durziyan de her gav bûye mînakek jiyana hevbeş, hemû kes berî û piştî bûyeran bûne yek dil û wiha pê de çû: “Gelê Suweydayê li kêleka wan sekinî; hevgirtina civakî di kêmkirina bandora êşê de bû faktorek girîng.”
Îbtîsam anî ziman yên ku herî zêde ji bûyeran bandor bûne zarok bûne û got ku neviyê wê her gava ku dengê guleyan dibhîze digirî. Îbtîsam ragihand ku van bûyeran him li ser zarokan û him jî li ser mezinan birînên kûr ên derûnî hiştiye.
Jinên li El-Mejdalê her tim ji bo malbat û xizmên xwe di van fikaran de dijîn. Lê belê, tevî vê yekê jî hewl didin bi awayekî bihêz bimînin û piştgiriyê bidin hev. Îbtîsam Ebû Kamil, ji bo derbaskirina vê pêvajoyê balê dikşîne ser girîngiya hevgirtina di navbera jinan de.