Jiyana Hatîce Yildiz ya 75 salî ya girtî di xeteriyê de ye

Girtiya nexweş Hatîce Yildiz ya 75 salî ku ji ber pere ji keça xwe ya di girtîgehê de şendiya de hate girtin, jiyana wê her diçe hê zêdetir dikeve xeteriyê.

Navenda Nûçeyan- Komîsyona Girtîgehan ya Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD)  çalakiya xwe ya hefteya 644’ ‘an ya ‘Rûniştina F’ li darxistin.

Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa Hatîce Yildiz ya 75 salî ku di Girtîgeha Girtî ya Jinan ya Bakirkoyê de tê girtin. Di daxuyaniya ku hejmarek zêde ya parêzvanên mafê mirovan beşdar bûyî de, endama Komîsyona Girtîgehan ya ÎHD Hatîce Onaran, binpêkirinên li girtîgehan rêz kir. 

‘Ji girtîgehan bi tabûtan derdikevin’

Hatîce Onaran bal kişand ku girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin û got: “Girtiyên nexweş ên weke Hatîce Yildiz gihandina wan ya tedawiya bi rêk û pêk û bi bandor tên astengkirin, bi lez ber bi mirinê ve tên kişandin. Di asta herî jor de tevî ku bi nexweşiyê giran re têdikoşîn tehliyeya wan tên astengkirin û ji girtîgehan bi tabûtan derdikevin.” Hatîce Onaran bi bîrxist ku Hatîce Yildiz ji mala xwe bi sedyeyê hate girtin, da zanîn ku nexweşiyên wê yên weke demans, tansiyona bilind, helandina hestiyan, fitiqa teniştê, hestiyê pişt xwar bûyî, nexweşiya mîde û xirabûna dîtinê heye. Hatîce Onaran destnîşan kir ku Hatîce Yildiz dem dem ser hişê xwe diçe, enceq bi alîkariya kesên din jiyana xwe berdewam dike.

‘Girtina wê gefek giran e’

Hatîce Onaran bi van gotinan axaftina xwe berdewam kir: “Hatîce Yildiz ji bo pere ji keça xwe ya girtî re şandiye, bi îdeaya fînasekirina rêxistinê, di encama doza hatî vekirin de ji ber cezayê hatî dayîn hate girtin. Hatîce Yildiz ji roja ketiye girtîgehê hemû pêvajoyên wê yên tedawiyê hatiye derengxistin, dermanên xwe jî bi awayek rêk û pêk nagre. Hatîce Yildiz a ku 4 meh û 5 roj in li girtîgehê tê ragirtin û tevî temenê xwe yê mezin û nexweşiyan her roj di girtîgehê de ser hişê xwe diçe û dibin nexweşxaneyê. Girtina Hatîce Yildiz ku bijijkên wê gotin ku divê bi lezgîn çavê wê emeliyat bibe, ji bo tenduristî û jiyana wê gefek cidî ye.” ‘Em banga hestiyariyê li raya giştî dikin’ Hatîce Onaran anî ziman ku rewşa tenduristiyê ya Hatîce Yildiz ji ber şert û mercên girtîgehê, nedayîna xwarinên parêzê û bi rêk û pêk nedana dermanên wê, her ku diçe xirabtir dibe û wiha got: “Ji ber nexweşiya demans ya pêş diçe jibîrkirina wê zêde dibe. Ew tenê dikare bi alîkariya kesên din lênêrîna kesane bike. Tevî vê yekê jî serlêdanên taloqkirina înfazê, şert û mercên sewqî Saziya Tipa Edlî hîna jî tu encam negirtine. Em bang li raya giştî dikin ku ji bo girtiya nexweş Hatîce Yildiz û hemû girtiyên nexweş, astengdar û bi temen bên berdan û mafên wan ên tenduristî û jiyanê bên parastin.”