Jinên Xezayê di nava kolanên hilweşiyayî û ji her tiştî bêpar dijîn

Fatîne el-Sikk û Menetullah el- Eyyubî, li hemberî hilweşînê berxwedana jinan temsîl dikin. Di bajarekî ku xizmet bi tememî tune bûne de jiyan, perwerde û hêviyê xeyal dikin, ji bo dîtina av, xwarin û torên telefonê bi kîlometreyan dimeşin.

REFÎF ÎSLÎM

Xeza – Li herêmên hilweşiyayî yên Zîvala Xezayê, li taxên weke el-Nasr, Tel el- Hewa, el- Cela û yên din jin di nava şertên zor de dijîn. Ne av, ne kehrebe, ne întrnet û ne jî telefon heye. Kolan hemû xirbe ne mirov nikare li wan bimeşe.

Têkoşîna jiyanê ya jinekê

Fatîne el-Sikk, di qadeke ku xizmet û ewlehiya xwarinê bi temamî tune bûye de di nava êşeke nayê tarîfkirin de dijî. Piştî koça bi zorê ya ber bi başûrê Xezayê ve, dîbîne ku sê malên wê hilweşiyane, dibistana ku xwe spartinê jî xirab bûye. Li bajar cihekî ku lê bijî nemaye. Fatîne el-Sikk wiha dibêje: “Sibehê zû ez hewl didim neviyên xwe îqna bikim da ku biçin avê bînin. Ji min re dibêjin ‘pîrê, tu dixwazî xwe bişûy, em ê hemû rojê bê av bimînin.’ Rojê tenê dikarin du bîdon avê (nêzî 32 lître) bînin. Ev av ji bo malbateke ji 7 kesan e neçar in, di xwarin, şûştin, firaq, ava vexwarinê de bi kar bînin. Di nava van mercên giran de germahiya havînê hê jî kêm nebûye.”

Neçar e bi kîlometreyan rê bimeşe

Fatîne ji bo şarjkirina telefona xwe, ji bo ku ji kurê xwe yê birîndar û neviyên xwe yên li başûr agahî bigrin, di nava germahiya dijwar de neçar dimîne bi kîlometreyan rê biçe. Çend kîlometreyên din diçe û kîloyek ar digre, ji ber firin hê jî naxebitin û wiha dibêje: “Hemû tiştên min di dema koçkirinê de winda bûn an jî nayên bikaranîn. Satila avê, qûşxane nîn e, cihekî ku em cilan lê zuha bikin tune ye. Bijîşk ji min re dibêjin divê tu xwarinên baş bixwî ger nexwî divê li nexweşxaneyê razêy. Lê belê em nikarin hêk, goşt û masiyan ji xwe re bikirin.”

Ji ber ku nexweşiya dil bi Fatîne el-Sikk re heye divê biçe nexweşxaneyê lê belê ji ber hilweşînên di rê de û çalan bi tena serê xwe nikare bimeşe. Ji ber vê weke jinên din ew jî gelek deman di malê de heps bûye. Wesayîdên giştî tunene, wesayîd nikarin bikevin herêmê. Jin bi saetan dimeşin diçin bazarê, hewl didin avê û ar bînin.  

Xeyala perwerdeyê

Menetullah el-Eyyubî gotinên Fatîne piştrast dike. Ew jî ji cihê lê dijî riya diçe bazarê derbas nake. Ji bo derbaskirina çalan neçar e di patîkayên zehmet de bimeşe û wiha dibêje: “Ji me re bajarek xirabe hiştin û çûn. Beriya tevgera bejahî ya dawî, li vê herêmê jin bi rehetî dijiyan, niha em ji bo jiyanê têdikoşin. Dema vegeriyam Xezayê min texmîn nedikir ku wê bajar evqas hilweşiyayî be. Ne av, ne kehrebe, ne ji bo çêkirina xwarinê gaz, ne xwegihandin, ne têkilî heye.”

‘Jin û xwendekar bi temamî ji jiyanê qut bûne’

Bavê Menetullah a xwendekara pola dawî ya dibistana amadeyî, jê re gotiya heta ezmûnên xwe temam bike li wê derê bimîne lê belê ew bi îsrar vegeriyaye Xezayê, niha poşman bûye. Malbata wê ji bo rêwîtiya vegera wê zêdeyî hezar dolaran xerc kiriye. Ji ber vê ne mimkun e careke din biçe başûr û dibêje: “Li wê derê kesek ku ez li gel bimînim tune ye. Ez hefteyê carekê dikarim telefona xwe şarj bikim, ji ber ên kehrebeyê didin hê venegeriyane. Ji bo ez sînyala telefonê bibînim telefonê radikim û bi saetan dimeşim, gelek caran bi ser nakevim. Ez bi girî vedigerim. Ez ji dersan paşve mam, nikarim xwe bigihîjînim bernameyên perwerdeyê. Jin û xwendekar bi tememî ji jiyanê qut bûne.”

‘Baweriya me ya bi pêşerojeke baş zindî ye’

Menetullah da zanîn ku niha pêwistiyên herî lezgîn ên jin û zarokên keç bi av, xwarina guncaw, herî kêm rojê saetekê kehrebe û ji bo çêkirina xwarinê gazê heye û wiha got: “Em her roj dibihîsin ku bi hezaran tirên alîkariyê hatine lê belê kes bi me re nakevin nava têkiliyan, tiştek nagihîje me. Zoriyên ku pîra min dijî em jî heman zoriyê dijîn. Ji bo rizgariya ji vê jiyanê, pêdivî bi xwendin, xizmeta ji nexweşxan re heye û divê vî bajarî bi destên jinan ji nû ve ava bibe. Em hê ji pêşerok baştir bawer dikin.”