Li Girê Tanzê qonaxa sêyemîn ya xebatên vekolandinê dest pê kir
Li Girê Tanzê ya navçeya Pertekê ya Dêrsimê qonaxa sêyemîn ya xebatên vekolandinê dest pê kir.

Dêrsim – Li navçeya Pertekê ya Dêrsimê, li Girê Tanzê ya tebeqeyên çandî yên aydê gelek şaristaniyan di nav xwe de dihewîne û dîroka wê digihijê beriya 6 hezar û 350 salan, qonaxa sêyemîn ya xebatên vekolandinê dest pê kir. Di vekolanên berê de, îskeletekî zarokek a hate tesbîtkirin aydê serdema Neolîtîkê hatibû dîtin.
Di lêkolînên ku li Girê Tanzê û derdorê wê hatin kirin de, vedîtinên arkeolojîk ên curbecur ên ji serdema nêzîk digihijê serdema Neolîtîk hatin ditîn. Girê Tanzê piştî van vedîtinan, di sala 2017’an wekî qada sît ya arkeolojîk ê dereceya yekemîn hate îlankirin.
Di encama lêkolînên pisporên Muzexaneya Dêrsimê de, hate diyar kirin ku gir ji ber bandorên faktorên xwezayî û mirovî bi giranî tehrib bûye. Li gorî rapora hatiye amedekirin, ji Midûriyeta Giştî ya Mîrateya Çandî û Muzeyan a Wezareta Çand û Tûrîzmê re hate ragihandin ku gir bi vekolandina rizgarkirinê re hewceyê lêkolînên arkeolojîk ên zanistî yên bilez e.
Piştî vê pêşketinê, li Dêrsimê cara ewil di sala 2021’an de bi rêbazên zanistî vekolandinên arkeolojîk dest pê kirin. Di qonaxa duyemîn a vekolandinê de, li qada nistecihbûnê îskeletekî zarokek ya nêzî 6 hezar û 300 salî ya aydê salên beriya mîladê ya 5 hezar û 7 hezar hate dîtin. Ev vedîtin, daneyên girîng ên aydê serdema Neolîtîk pêşkêş kir.
Îro li Girê Tanzê, qonaxa sêyemîn ya xebatên vekolandinê bi def û zurneyan ji nû ve dest pê kir.