Li Xezayê mirinên ji ber birçîbûnê zêde dibin
Ji ber êrîş û dorpêça Îsraîlê li ser Zîvala Xezayê, hemjara kesên ji ber kêmxwarin û birçîbûnê li nexweşxaneyan jiyana xwe ji dest dane gihîşt 115’an.

Navenda Nûçeyan – Li Zîvala Xezayê birçîbûn vediguhere karesatek mezin. Li herêmên Zivala Xeza yên di bin dorpêça Îsraîlê de, ji ber astengkirina alîkariyên mirovî hejmara kesên ji ber kêmxwarinê û birçîbûnê jiyana xwe ji dest didin her ku diçe zêde dibe.
Ofîsa Medyayê ya Hikûmetê li Xezayê bi daxuyaniyekê ragihand ku îdiayên di çapemeniyê de cih girtin ku dibêje Îsraîl dorpêç rakiriye û alîkarî dighê Zîvala Xezayê, ne rast in. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku artêşa Îsraîlê ev 145 roj in deriyê sînoran girtîne, li Zîvala Xezayê krîza birçîbûnê belav dibe û hate diyarkirin ku Îsraîl nahêle şîrê zarokan jî bikeve herêmê.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji ber kêmxwarin û birçûbûna ku Îsraîl li Xezayê ferz dike li nexweşxaneyan bûyerên mirinê yên hatine qeydkirin gihîştiye 115’an û wiha hat gotin: “Li Xezayê xwarin, av û derman nemaye, heta di asta nîne de ye. Ji bo li Zîvala Xezayê pêşî li mirina giştî ya nifûsê bê girtin heftane pêwîstî bi 500 hezar torbeyên ar heye.”
Li Xezayê felaketa mirovî
Zivala Xezayê ji ber êrîşên Îsraîlê, dorpêç û astengkirina ketina alîkariyên mirovî, birçîbûn belav bûye, av û malzemeyên paqijiyê nemane û felaketa mirovî tê jiyîn. Li Zîvala Xezayê zarok jî di nav de ji ber birçîbûnê mirin zêde dibin. Îsraîl ‘birçîbûn û bê aviyê wek çek’ bikar tîne.