UNICEF’ê ji ber bandorên şîdetê yên li ser zarokên Sûriyeyê hişyarî kir

Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), hişyarî da ku ji ber zêdebûna bûyerên şîdetê li Sûriyeyê, bi taybetî li bajarên Suweyda û Derayê, ji ber bûyerên bi xwîn, li ser zarokan bandorên mezin ên neyînî çêbûne.

Navenda Nûçeyan – Di rojên dawî de li bajarê Suweyda yê Sûriyeyê ku piranî gelê Durzî lê dijî, çeteyên girêdayî HTŞ’ê ya cîhadîst komkujiyên mezin pêk tînin. Di van komkujiyan de gelek zarok jî di nav de bi hezaran kesan hatin qetilkirin.

Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), duh roja 23’yê Tîrmehê daxuyanî da fikarên xwe yên ji ber zêdebûna şîdeta li Sûriyeyê anî ziman û diyar kir ku yên ji vê rewşê herî zêde ziararê dibînin zarok in. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku di bûyerên li Suweyda û Derayê de di rojên dawî de di pevçûnan de gelek zarok hatine kuştin û hinek ji wan jî birîndar bûne.

Dîrektorê UNICEF’ê di daxuyaniyê de, da zanîn ku di bûyerên bi şîdet de hinek zarok hatine kuştin, hinek ji wan  birîndar bûne û hat diyarkirin ku ev yek nayê pejirandin. Her wiha hat diyarkirin ku zarok û malbatên bûne şahidên bûyeran an jî ji tirsê neçar mane malên xwe biterikînin, derûniya wan xirab e û nahêlin bigihîjin xizmetên bingehîn û piştgiriya derûnî.

10 sal in zarok di nava şer de dijîn

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku zirardayîna av, cereyan, ragihandin û binesaziyê, bûye sedema mexdûriyeta mirovan û hat gotin ku deh sal in ji ber şer jixwe li welat di her warî de zirarên mezin çêbûne.

UNICEF’ê bang li hemû aliyan kir ku li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigerin, tedbîrên ji bo parastina sivîlan bi taybetî zarokan werin girtin. Her wiha bal hat kişandin ku êdî zarok nikarin zêdetir vê rewşê tehemul bikin.

UNICEF’ê diyar kir ku divê malzemeyên alîkariyê bigihîjin zarokan û malbatên wan, bal hat kişandin ku mafê zarokan ew e din ava aştî, ewlekarî û rûmetê de bijîn loma divê demildest dawî li rewşa heyî were û zarok werin parastin.