‘Paradîgmaya Netewa Demokratîk peyamek civakî ye’
Bi dirûşmeya “Divê tevahî xebatên civakî ji komînê dest pê bikin ji ber ku komîn; hebûna civakê û tovika wê ya bingehîn e” Konferansa Yekemîn a Kadroyên Netewa Demokratîk a Kantona Hesekê hate li dar xistin.

Hesekê – Bi dirûşmeya “Divê tevahî xebatên civakî ji komînê dest pê bikin ji ber ku komîn; hebûna civakê û tovika wê ya bingehîn e” Konferansa Yekemîn a Kadroyên Netewa Demokratîk a Kantona Hesekê bi tevlîbûna 150 delegeyên ji kadroyên Netewa Demokratîk, partiyên siyasî û rêxistinên jinan li Navenda Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hat li dar xistin.
Di Konferansa ku bi deqeyekî rêzgirtin destpêkir de, belgeya di avakirina kadroyên Netewa Demokratîk de erk û rola kadroyên Netewa Demokratîk hate xwendin.
‘Armanca şerê ku diqewime guhertina rêya bazirganiyê ye’
Piştre rewşa siyasî ji aliyê Aldar Xelîl ve hate nirxandin. Aldar Xelîl, tekez kir ku şerê ku li Rojhilata Navîn diqewime bi armanca guhertina rêya bazirganî ye û wiha got: “Rêya bazirganî li kîjan dewletê were çêkirin dê ew dewlet delalî be û hemû kes razîbûna wê bixwaze. Lewma di vê pêvajoyê de dixwazin rêya bazirganiyê ku beriya niha li Tirkiyê bû li Îsraîlê çêbikin. Ji bo ku li Îsraîlê were pêkanîn, pêwiste Îsraîlê rewşa xwe çareser bike û biewle jiyan bike. Lewma îro Îsraîlê hewldanê pêkanîna ewlehiyê dike û li beramberî vê jî dewleta Tirk hewldanê gurkirina şeran û têkbirina ewlehiyê dike.”
‘Paradîgmaya Netewa Demokratîk peyamek civakî ye’
Di konferansê de nîqaş li ser erkên kadroyên Netewa Demokratîk, azadiya jin û aktîvkirina komînan hate kirin û wiha hate gotin: “Paradîgmaya Netewa Demokratîk ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşxistin peyamek civakî ye. Li şûna yek nasname, sînor û monîzmê, pir rengî, azadiya jin û jiyana hevbeş esas digre. Divê bivî rihê kadroyên Netewa Demokratîk bi erk û rola xwe rabin.”
Di dawiyê de ev encamname hate eşkerekirin:
“Çalakkirina komînan, xwendina perspekîtfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi taybet Menîfestoya Aştiyê û Civaka Demokratîk, avakirina civakê li ser esasa wê pirtûkê. Bicihanîna nirxan, birêxistina civakê û birêvebirina saziyan li gorî pergala komînal erkên kadroya netewa demokratîk in, lidarxistina kongreyên taybet ên komînan, belavkirina çanda rexne û xwerexnekirinê ji bo ku civakê li gorî fikrê demokratîk ê azad biguherin û pêş bixin.”
Konferans, bi nûkirina soza şopandina xeta cangoriyên azadiya Kurdistanê û pêşxistina kar û xebat li ser paradîgmaya Netewa Demokratîk bi dawî bû.