Ji Kongra Star banga parastina Suweydayê
Kongra Star, di daxuyaniya xwe de banga demil dest dawîanîna karesata li Sûriyeyê kir û diyar kir ku rewşa Sûriyeyê metirsa veguherîna şerekî navxweyî ya wê gef li ser tevna civakê bixwu, hildigre.

Navenda Nûçeyan – Kongra Star, diyar kir ku bûyerên dawî yên li welat xalekî werçerxê ku îşaret li metirsiyên cidî yên ku gef li yekîtî û hevgirtina gelê Sûriyeyê dixwo dike û her cûre tundî û gotinên mezhebî redkir.
Kongra Star, der barê tundî û pevçûnên li bajarê Suweydayê ya Sûriyeyê de daxuyaniyek niviskî weşand û fikarên xwe ya kûr ya li ser kaosa ewlehiyê û gotinên provokatar anî ziman.
Kongra Star, di destpeka daxuyaniyê de wiha got: “Kongra Star, bi fikareke kûr bûyerên bixwîn ên ku çend rojin li bajarê Suweydayê qewimîn û di encama pevçûn û lewaziya ewlehiyê de jin û zarok jî di nav de bi sedan sivîl jiyana xwe ji dest dan, dişopîne. Ev rewşa nîşan dide ku rewşa Sûriyeyê ber bi şerekî navxweyî ya wê gef li ser tevna civakê bixo ve diçe. Di vê çarçoveyê de em di serî de şehîd Fewziye Fexredîn El-Şeranî çek hilgirtiye û ji bo parastina sivîl û gundê xwe li dijî komên cîhadîst tevlî şerkiriye, hemû şehîdên xwe bibîrtinin. Em ji ber vê windahiya mezin ji bo tevahiya gelê Sûriyeyê sersaxiyê dixwazin.”
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li gorî nêrîna me tiştên ku îro tên jiyîn, nîşaneya ne kontrolkirina gotinên nefret, mezhebî û provokatera ya li dijî hin beşên gelê Sûriyeyê ya rayedarên rêveberiya demkî ya cîhadîst a HTŞ’ê ye. Em ev rêveberiya demkî ji ber ku destûrdayîna domandina gotinên biçûkxistinê û bi taybetî êrîşên li dijî jinan ên hertim dibin mexdûrên herî mezin ên şer, berpirsyar dibînin.”
Kongra Star, êrîşên ji aliyê komên çekdar ên ku tê îdîa dikin nûnertiya eşîretên herêmê dike, bi tundî şermezar kir û diyar kir ku gotinên mezhebî yên ji van koman belavdibe red dike û anî gumanên xwe yên kûr li ser hincetên rewakirina van êrîşan têne bikar anîn anî ziman.
Banga lêpirsînê
Kongra Star, di berdewamiya daxuyaniyê de banga lêpirsînkirina bûyerên li Suweydayê kir û da zanîn ev bajara ku di pêvajoya zilm û zordariyê ya bi salan domkir de deriyên xwe ji bo hemû kesên bindest ên li seranserê Sûriyeyê vekiriye, ev pevçûn û tundiyê heq nake. Di daxuyaniyê de der barê berdewamiya kampanyayên medyayê yên bi armanca xirab, hişyarî hate dayîn û hate diyar kirin berdewamiya kampanyayên bivî awayî dibe sedema kûrtirbûna dabeşbûnên civakî û belavbûna nefret û dijminatiyê di navbera gelên neteweyek de.
Kongra Star, di daxuyaniya xwe de bang li hemû hezên neteweyî yên li Sûriyeyê kir ku girîngiyê bidin diyalogê û aqil û wijdanê neteweyî bikar bînin û beşdarî pêvajoyek danûstandinên neteweyî ya berfireh ku wê welat ji kûrahiya şerê navxweyî rizgar bike û serdemeke nû ya aştî û aramiyê avabike, bibin ku hemû pêkhate û her jin di avakirina pêşeroja Sûriyeyek azad û demokratîk de rolek bilîze.
Kongra Star, di dawiya daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî van êrîş, tundî û pevçûnan bêdengiya xwe bişkîne, ji bo sivîlan ji belaya qirkirin, tundî û kaosê biparêzin û ji bo afirandina hawîrdorek navneteweyî ya piştgirîya pêvajoyek siyasî ya li Sûriyeyê gavên lezgîn û bibandor bavêje.