‘Jinên rojnamevan dengê şoreş û rastiyê ne’
Rojnamevan Yara Mihemed û Bêrîvan Qasim, bi boneya Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd têkildarî girîngiya rola jinan a di qada ragihandinê de axivîn û bal kişandin ser astengiyên ku rojnamevanên jin di xebatên xwe de rastî wan tên.
NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Jinên rojnamevan, ne tenê bûn dengê jin û civakê, di heman demê de di ragihandina rastiyên civakî, parastina maf, azadî û nîqaşkirina mijarên girîng de jî roleke girîng dilîzin. Lê tevî van destkeftiyan jî rojnamevanên jin hê di xebata xwe de bi gelek astengiyan re rûbirû dimînin. Lewma 7’ê Cotmehê wekî Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd hat ragihandin. Bêguman, ev roj ji bo nirxandina ked û destkeftiyên jinan di qada ragihandinê de derfeteke girîng e.
Têkildarî girîngiya Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd Rojnamevan Yara Mihemed û Bêrîvan Qasim der barê rola jinan a di qada ragihandinê de ji ajansa me re axivîn.
Bêrîvan Qasim, di destpêka axaftina xwe de Cîhan Bilgîn, Gurbetlî Ersoz û hemû cangoriyên jin bi bîr anî û got: “Avakirina televîzyona Jin TV, Ajansa NûJINHA û Radyoya Star FM çend ji berhemên Şoreşa Rojava bûn. Jinên rojnamevan di van salên şoreşê de dikaribûn dengê jinên civakê bigihîjînin cîhanê. Di şert û mercên herî zehmet de jinên rojnamevan li qadan bûn, bûyer radigihandin û belge dikirin. Wan bi kamera û pênûsa xwe dikaribûn bibin dengê rastiyê û êş û derdên civaka xwe ragihînin. Helbet ev hêz jî yek ji destkeftiyên Şoreşa Jinan bû.”
‘Em ê her dem deng û xebatên jinan bişopînin û bigihîjînin cîhanê’
Bêrîvan Qasim, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa jinên li Sûriyeyê û wiha pê de çû: “Di dema rejîma Baasê de jin ji gelek qadan hatibûn dûrxistin û bi hatina hikûmeta demkî re carek din vê yekê pêk tînin û dixwazin rola jinan tune bikin. Jinên ku bi salan xwe di gelek qadan de îsbat kirine û jinên rojnamevan, negihîştine mafên xwe yên rewa di qada ragihandinê de. Em weke rojnamevanên jin ên li Rojavayê Kurdistanê tekez dikin ku em ê her dem deng û xebatên jinan bişopînin û bigihîjînin cîhanê.”
‘Helbet em ê her dem li ser şopa wan bin’
Rojnamevan Yara Mihemed jî bi boneya Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd Gurbetllî Ersoz a yekemîn rojnamevana jin ku di qada çapemeniyê de bû edîtor bi bîr anî û wiha axivî: “Em hemû hevalên xwe yên ku di riya têkoşîna jinan û ragihandina azad de gihîştine asta şehadetê bi bîr tînin. Helbet em ê her dem li ser şopa wan rêwîtiya xwe bidomînin.”
‘Rojnamevanên jin rastî feraseteke hişk tên’
Yara Mihemed, bal kişand ser astengiyên ku jin di qada ragihandinê de rastî wan tên û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Helbet jin di her qadê de rastî gelek astengiyan tên û bi taybetî jî di qada ragihandinê de rojnamevanên jin rastî feraseteke hişk tên hê jî hinek kes dixwazin jinan ji vê qadê dûr bixin. Ji dîrokê ve heta niha jin di qada ragihandinê de bi awayekî sînordar dixebitîn û roleke biçûk ji wan re hatibû dayîn. Ango li ser bingeha zayendperestiyê ferasetek hatiye avakirin û li gorî vê cihê jinan tenê mal e û erkên wan jî perwerdekirina zarokan e.”
‘Jinên rojnamevan ji hev bawer in’
Yara Mihemed, di berdewamiya axaftina xwe de li ser rola jinên rojnamevan a di belgekirina destkeftiyên Şoreşa Rojava de axivî û got: “Lê bi saya Şoreşa Rojava ya ku bi pêşengiya jinan hat meşandin, deriyên nû li ber jinên Kurd hatin vekirin ku têkoşîna jinan ragihînin. Bi kamera û pênûsa rojnamevanên jin, destkeftiyên şoreşê hatin belgekirin û parastin. Helbet jinên di civakê de jî ji rojnamevanên jin bawer in ku ew ê deng, têkoşîn û destkeftiyên wan bigihîjînin raya giştî.”
‘Rojnamevanên jin tên hedefgirtin’
Yara Mihemed, bi van gotinan bal kişand ser zext û êrîşên ku rojnamevanên jin rastî wan tên: “Helbet jin rastî zextên civakî tên û îro di qada siyasî de jî êrîş li ser rojnamevanên jin tên kirin. Her wiha bi armanca ku dengê rojnamevanên jin bibirin di medyaya dîjîtal de bi şêwazên nebaş û nêzikatiyên ne di cih de rojnamevanên jin tên hedefgirtin. Tê armanckirin ku keda wan bê nirx bikin û vala derxin. Bêguman ev ne tenê pirsgirêkeke kesayetî ye, di heman demê de beşek ji hişmendiya qirêj e ku jinan tenê wekî amûr dibîne û dixwaze wan bi kar bîne. Ji ber ku jinan di qada ragihandinê de xwe îsbat kirine û bûne deng û çavên jinên civakê. Bi taybetî divê rojnamevanên jin ên Kurd li hemberî van zextan bisekinin û têkoşîna xwe bidomînin.”
‘Pêwîstiya rojnamevanên jin bi yasa û mekanîzmayên parastinê heye’
Yara Mihemed, di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku parastina mafên rojnamevanên jin girîng e û got: “Di qada ragihandinê de ku wekî desthilatdariya çaremîn tê dîtin, pêwîst e jin cihê xwe bigrin. Lewma pêwîstiya rojnamevanên jin bi yasa û mekanîzmayên parastinê heye ku maf û ewlehiya wan misoger bikin, rojnamevanên jin di qada siyasî û civakî de bi azadî kar bikin û xwedî biryar bin. Rojnamevanên jin tenê bi vê yekê dikarin bi awayekî baş mafên jinan biparêzin û misoger bikin.”
https://www.youtube.com/watch?v=0RCUenxgGR8