Li Amedê "Nobeda Edalet û Bîrê ya Jinan" hate destpêkirin
Çîrokên gelek jinên ku li bajarên cuda hatine kuştin an jî bi guman mirine li ber Edliyeya Amedê hatin ziman. Jinan xemsariya rayedaran şermezar kirin û banga avakirina jiyaneke azad û wekhev kirin.
Navenda Nûçeyan – Komkujiyên jinan û mirinên bi guman ên jinan ên li pey hev li bajarên cuda yên Tirkiyeyê tên jiyîn, careke din asta gefa li ser mafê jiyanê yê jinan eşkere dike. Tora Têkoşîna li dijî Tundiyê ya Amedê, bi daxwaza edalet û rastiyê ket nava tevgerê. Torê, balkişand ku divê jin ne tenê di roja ku tên kuştin de, bi tundî, gef û îhmalkirina ku di tevahî jiyana xwe de rastî tên re bên bîranîn û "Nobeda Edalet û Bîrê ya Jinan" dest pê kir.
Di nobeda ku li ber Edliyeya Amedê dest pê kir de, çîrokên jinên ku li bajarên cuda hatine kuştin an jî di bin şert û mercên gumanbar de mirine bi raya giştî re hate parvekirin û daxwaza lêpirsîneke bi bandor, parastina mafê jiyanê, xebitandina mekanîzmayên parastinê ya li dijî xetera tundiyê û hesabdayîna rayedarên giştî yên xwedî xemsarî hate xwestin. Daxuyaniya ji aliye Endama Baroya Amedê Parêzer Cansel Talay ve hate xwendin.
‘Berpirsiyariya me ya derbarê mafê jiyanê yê jinan de tenê bi wê hefteyê sînordar nîn e’
Cansel Talay, diyar kir di nobeda wan ya yekem de, ew ê çîrokên Ayfer Çakmakê ya ji Amed, Fatma Çîgîliya ji Kocaeliyê, Betul Arik ya ji Sakaryayê û Nalan Temelkirin ya ji Kutahya bixwînin û got: “Em ê Buse Akgun Goke ya ku li Enqerê jiyana xwe ji dest daye, Dr. Ozlem Gultekîn Çelîk ya ku li Îzmîrê derbarê mirina wê ya gumanbar de lêpirsîn berdewam dike, Gokçe Alkan ya ku li Bursayê hatiye qetilkirin û Zekiye Can ya ku li Mêrdînê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dayî jî wek parçeyek ji nobeda me ya edalet û bîrê ye, bi bîr tînin. Ev nav, lîsteyeke temam û bêkêmasî ya hemû jinên ku di serdema me diyar kirî de jiyana xwe ji dest dane, nîn in. Ev nav me ji agahiyên di raya giştî de hatine parvekirin in û me ev nav kom kirine. Em dizanin ku berpirsiyariya me ya derbarê mafê jiyanê yê jinan de, tenê bi wê hefteya sînordar nîn e.”
‘Em daxwaza avakirina jiyaneke azadiya zayendî dikin’
Cansel Talay, di axaftina xwe de anî ziman ku bajârên cuda, jiyanên cuda, çîrokên cuda hene. Cansel Talay, bilêv kir ku maf û daxwaza hevpar, ji bo hemû jinan jêveneger, heman in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Jiyaneke wekhev, azad û ewle. Em tenê bi têgîna edaletê ya ku piştî tundî çêbû bikeve dewrê û bi cezayê ku dê bide kiryar ve sînordar bimîne, razî nabin. Em daxwaza avakirina jiyaneke azadiya zayendî dikin ku tê de jin berî ku rastî tundiyê bên, bêyî ku dest ji azadiyên xwe berdin, karibin derbarê jiyana xwe de bikêf û bêxof biryaran bidin dixwazin.”
Jinan da zanîn ku ew ê her Sêşemê nobeda xwe bidomînin.