Ji rojnameger Oznur Deger re cezaya girtîgehê hat birîn

Der barê Gerînendeya Nûçeyan a JINNEWS Oznur Deger ku ji ber nûçeyek li ser îdiayên îşkenceyê li Nisebînê dihat darizandin 1 û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Navenda Nûçeyan – 5’emîn runiştina doza der barê Midûra Nûçeyan a JINNEWS’ê Oznur Deger û berpirsê Rojnameya Yenî Yaşam Osman Akin ku ji ber nûçeya ku îdiayên îşkenceya li taxa Marîne ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di 26’ê Tîrmeha 2024’an de hatiye jiyîn û serlêdana sûc ya têkildarî Wekîlê Fermandarê Cendermeyan a Qoserê Kamîl Akoy kiribû mijar, hatibû vekirin li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin.

Parêzerên Oznur Deger Bêrîvan Orhan û Erdal Kuzu tevlî runiştinê bûn.

Parêzer Bêrîvan Orhan, da zanîn ku di nûçeyê de qestiyek taybet tuneye û zimanê nûçeyê jî vê derdixe holê û beraata Oznur Deger xwest.

Li rojnameger Oznur Deger salek û nîv ceza hat birîn

Piştî parastinan dadgehê, biryar aşkera kir û der barê Oznur Deger de bi îdiaya ‘kesên di têkoşîna li dijî terorê hedef nîşandan’ salek û 6 meh cezayê girtîgehê birî.

Li Osman Akin jî ji heman sûcî salek cezayê girtîgheê hat birîn, ji daxistina takdîrî ceza daxist 10 mehan û 5 sal pêkanîna dema kontrolê da.