Li Fransayê xwepêşandanên xwendekaran didome

Li Fransayê xwepêşandanên xwendekarên dibistanên amadeyî yên li dijî kêmbûna mamosteyan, polên qerebalix û şert û mercên xirab ên dibistanê, ket hefteya xwe ya sêyemîn. Hate ragihandin ku di xwepêşandanan de zêdetirî 6 hezar kes hatine binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Li Fransayê, xwepêşandanên xwendekarên lîseyê ya di nîvê duyemîn ê meha Îlonê de li dijî pirsgirêkên di pergala perwerdehiyê de dan dest pê kirin, ket hefteya xwe ya sêyemîn. Çalakiyên xwendekaran ên ji ber kêmbûna mamosteyan, polên qerebalix, avahiyên dibistanê yên xirab, kêmbûna çavkaniyan û zextên li ser perwerdehiyê, li gelek bajarên welat veguherî xwepêşandanên girseyî û girtina deriyên dibistanan.

Veguherîna xwepêşandan a li hinek bajaran a pevçûnên bi polîsan re, zirar dîtina milkê giştî û bicihkirina alavên kontrolkirina serhildanan a ji aliyê polîsan ve, li dijî daxwazên perwerdehiyê, rêbazên destwerdana hêzên ewlehiyê jî bûn sedema nîqaşê.

215 xwendekar û 85 karmendên perwerdehiyê birîndar bûn

Li gorî daneyên herî dawî yên ji aliyê hikûmeta Fransayê ve hatine weşandin, heta niha di xwepêşandanan de 215 xwendekar, 85 karmendên perwerdehiyê û 715 polîs û cenderme birîndar bûn. Hate diyarkirin ku 34 karmendên perwerdehiyê yên birîndar rêvebirên dibistanan an cîgirên rêvebiran bûn.

Di daxuyaniya Serokwezîr de hate îdia kirin ku piraniya xwendekarên birîndar bi xeletî an ji ber kiryarên kesên ji bilî hêzên ewlehiyê birîndar bûne. Lêbelê têkildarî bûyerên birînarbûna giran a xwendekar a di dema destwerdanên polîsan de, lêpirsînên fermi hatin destpêkirin.

Destê xwendekareke 15 salê jê bû

Yek ji birîndarbûnên herî giran li Lensê qewimî. Xwendekareke 15 salî ya piştî ku bi bombeya destan a ji aliyê polîsan ve di dema pevçûnan de hat bikar anîn re temas danî, destê xwe û beşek ji milê xwe winda kir.

Dozgeriya herêmê, diyar kir ku lêpirsîna berdewam divê diyar bike ka bombeya destan ji aliyê xwendekar ve hatiye girtin an jî bombe li ser xwendekar hatiye avêtin.

Li bajarê Toursê jî xwendekarek 16 salî ji çavê xwe yê rastê birîndar bû. Malbata xwendekar, der barê bûyerê de gilî kir.

Der barê destwerdanên polîsan de 10 lêpirsîn hate destpêkirin

Piştî bûyeran, Wezareta Karên Hundir a Fransayê ragihand ku têkildarî destwerdanên hêzên ewlekariyê de ji aliyê Mufetîşên Giştî yên Polîsan ên Neteweyî ve 10 lêpirsîn hate destpêkirin.

Beriya ku hejmara lêpirsînan bigihêje 10’an, li bajarên Sèvres, Saint-Ouen-l’Aumône, Tours, Saint-Denis, Argenteuil û Lensê der barê rêbaza destwerdayê ya polîsan de herî kêm 6 lêpirsîn dihat meşandin.

Rêxistinên mafên mirovan jî fikarên xwe yên der barê bikaranîna hêzêya li dijî xwendekar û zarokan de anîn ziman.

Zêdetirê 6 hezar kes hatin binçavkirin

Mezinahiya xwepêşandanan di hejmara binçavkirinan de jî derket holê. Li gorî daneyên Wezareta Edaletê ji 28'ê Îlonê û vir ve 6 hezar û 59 kes hatin binçavkirin.

Li gorî daneyên cuda yên Wezareta Dadê, di heman heyamê de 5 hezar û 60 kes bi fermî di çarçoveya lêpirsînên polîsan de hatine binçavkirin. Hate diyarkirin ku nêzî ji sedî 87’ê kesên hatine binçavkirin di bin 18 salî de ne.

Li dijî hezar û 802 kesan prosedurên edlî û dozgerî hatin destpêkirin û 14 kes jî hatin girtin.

Wezareta Edaletê ya Fransayê, ragihand ku dozger hatine talîmat kirin ku pêvajoyên qanûnî ya li dijî wêrankirina dibistan û milkê giştî û tundiya li dijî hêzên ewlehiyê û xebatkarên perwerdehiyê bi leztîr bimeşînin.

Perwerdeyên bi sedan dibistanên amadeyî hatin rawestandin

Xwepêşandanên heyî, di qada perwerdehiyê de jî rê li ber astengiyên berfireh vekir. Di rojên dawî de bi sedan dibistanên amadeyî bi tevahî an qismî hatin girtin an jî xebatên wan hatine astengkirin.

Li gorî nûçeyên di çapemeniya Fransî de, di hinek deman de 400 û 500 dibistanên amadeyî ji ber xwepêşandan û pirsgirêkên ewlehiyê nekarîn bi awayekî asayî bidomîn. Rayedarên Fransî, ragihandin ku di qonaxekî de 589 saziyên perwerdehiyê rastî astengiyan hatine.

Hate ragihandin ku di dema bûyeran de herî kêm 24 dibistan zirar dîtine, tehrîb bûne an jî hatine şewitandin. Hinek dersên serhêl jî ji aliyê xwepêşanderan ve hatine hedefgirtin û medyaya Fransî van kiryaran wekî "astengkirinên sîber" bi nav kir.

Xwendekarên Zanîngehê jî beşdarî xwepêşandanan bûn

Xwepêşandan di destpêkê de li herêma Parîsê û bi taybetî jî li Créteilê dest pê kirin û di demekî kurt de belavî deverên din ên Fransayê bûn. Bi hejmarekî zêde ya li dibistanên lîseyê çalakiyên grev, xwepêşandan û girtina dibistanan hatin organîzekirin û li hinek bajaran xwendekarên zanîngehê jî piştgirî dan xwendekarên debistanên amadeyî.

Sendîkayên mamosteyan û hinek sendîkayên karkeran jî daxuyanî dan ku piştgirî didin daxwazên xwendekaran. Îro li seranserê welat bi armanca berdewam kirina xwepêşandanan gelek bang hatin kirin.

Ji hikûmet banga 'xwepêşandanên aştiyane'

Hikûmeta Fransayê, hinek pirsgirêkên di pergala perwerdehiyê de qebûl kir û îdia kir ku divê xwepêşandan aştiyane bin. Hikûmetê hilweşandina dibistanan, êrîşên li ser hêzên ewlehiyê û zirara li milkê giştî şermezar kir.

Her wiha hikûmetê, ragihand ku daxwazên xwendekaran, bi taybetî ya der barê kêmbûna mamosteyan, rewşa avahiyên dibistanan û şert û mercên perwerdehiyê de, dê di nava bernameyek diyar de werin destgirtin.

Ji rêxistinên mafên mirovan hişyariya destwerdana polîsan

Rêxistinên mafên mirovan jî banga kêmkirina rageşiyê û garantîkirina mafê xwepêşandana aştiyane kirin.

Lîga Mafên Mirovan a Fransayê (LDH), der barê tiştekî wekî zêdebûna tundiya polîsan bi nav kir de hişyariyan da û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî diyar kir ku divê rêz li mafê civîna aştiyane bê girtin û rageşî kêm bibe.