Jinên Qamişloyê: Emê bi diranên xwe têlên sînor rakin
Jinên ji bajarê Qamişloyê ku tevlî seferberiya giştî dibin, diyar kirin ku tekoşîn û berxwedana wan berdewam e û gotin “Emê bi diranên xwe têlên sînor rakin.”
NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo- Li dijî êrîşên komên çete yên li ser herêmê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, seferberiya giştî ragihand. Jinên ji bajarê Qamişloyê, bi rihê şerê gelê şoreşgelî tevlîbûna xwe ji seferberiya giştî re nîşan dan. Jinên Qamişloyî li ber deriyê di navbera Qamişlo û Nisêbînê de rawestiyan û carek din biryardariya xwe ya bilindkirina berxwedanê diyar kirin.
Jinên ji bajarê Qamişloyê, ji ajansa me re anîn ziman ku ji bo ku parastina rûmeta xwe tevlî seferberiyê bûne.
Şeha Xelîl diyar kir ku berxwedana gelê Kurd, rêxistinên terorî şikandiye û wiha got: “Emê xwedî li ax, çand û şehîdên xwe derkevin û emê biparêzin. Dema ku komplo li ser Rêber Apo hat kirin, ji wê demê ve li ser felsefe û projeya me jî komployek navnetewî hat çêkirin. Tekoşîn û berxwedana gelê Kurd a 14 salan, di Rojavayê Kurdistanê de rêxistinên terorî şikandin. Carek din me xwest Sûriyeyek wekhev ku hemû pêkhate bi hev re bijîn, em ava bikin.”
`Tekoşîn û berxwedana me berdewam e`
Şeha Xelîl da zanîn ku heta bi hatina Rêveberiya Demkî re xwestine ku biratiya gelan were meşandin û wiha pê de çû: “Piştî hilweşîna Rejîma Baasê û bi hatina Rêveberiya Demkî ya Sûriyeyê ku bi rêvebirina DAIŞ’ê hatin ku Sûriyeyê birêve bibin, lê dîsa me xwest ku biratiya gelan were meşandin. Lê mixabin komployek dinê bi hemû alîgirê rêxistinên ku dibêjin em mafên mirovan diparêzin, carek din xwestin ku komployê bi darê zorê bimeşînin, dixwazin ku em ji maf û hebûna xwe dakevin. Em dibêjin em wekî gelê Kurd di hundirê Rojava de li ser her çar parçeyên Kurdistanê ya hebûn û ya tune bûn, her emê li ser piyan bin tekoşîn û berxwedana me berdewam e.”
`Kurdistana mezin wê were avakirin`
Behiya Mûrad destnîşan kir ku ew wekî jin tevlî seferberiya giştî dibin û wiha domand: “Hemû biryarên ku Rêveberiya Demkî derxistine, em qebûl nakin û şermezar dikin. Cîhan bi tevahî behsa kar, xebat, tekoşîn û berxwedana Kurdan dike. Her çar perçeyên Kurdistanê amade ne ku tevlî Rojava bibin. Em wekî jin li kolanan e û ji her tiştî re amade ne. Em heta dawî piştgirtiya şervanên xwe dikin. Seferberiya giştî ya ku hat ragihandin, em jî wekî jin tevlî vê seferberiyê dibin. Banga me ku hemû jin xwe birêxistin bikin û piştgirtiya hêzên xwe yên leşkerî bikin. Kurdistana mezin wê were avakirin.”
`Emê bi diranên xwe têlên sînorê Nisêbînê rakin`
Xaliya Hisên jî anî ziman ku bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jin bûne xwedî hebûn û biryar û wiha bi dawî kir: “Dewletên navnetewî dixwazin em serê xwe ji kolektiyê re bitewînin. Her û her tekoşîna me berdewam e. Jin û mêr li kolanan in, çek rakirine. Em ne ji Rêveberiya Demkî û ne ji dewleta Tirkiyeyê ditirsin. Emê bi diranên xwe têlên sînorê Nisêbînê rakin.”