Şêniyên Mexmûrê ji bo piştgirîdayîna berxwedana Rojava li qadan in
Şêniyên wargeha penaberan a Mexmûrê ji bo piştgirîdayîna berxwedana şêniyên Rojavayê Kurdistanê dest bi çalakiyan kirin û dan zanîn ku heta êrîş neyên rawestandin ew ê her roj li qadan bin kirin.
Mexmûr- Şêniyên wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo piştgirîdayîna berxwedana şêniyên Rojavayê Kurdistanê ku ev çend roj in ji aliye çeteyên hikûmeta demkî û dewleta Tirk ve êrîşeke qirkirinê li ser gel tê meşandin biryara çalakiyên ku her roj li qadan bin dan.
Çalakiyê bi meşeke girseyî dest pê kir. Piştî meşê li ber Saziya Malbatên Şehîdan bi daxuyaniyek berxwedana Rojavayê Kurdistanê hat silavkirin. Beriya daxuyaniyê ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê endama Hevserokatiya Dîwana Meclîsa Gel Nûdem Yaman axivî.
‘Gelê Rojavayê Kurdistanê ji bo parastina xaka xwe di tevgerê de ye’
Nûdem Yaman di destpêkê li ser êrîşên ku dijî gelê Kurd tên meşandin axivî û wiha got: “Gelê Kurd her dem rastî êrîşên li ser xak û rûmeta xwe tên. Şêniyên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê 6’ê çileyê rastî êrîşên hovane yên ji aliyê çêteyên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) û dewleta Tirk hatin. Berxwedana ku di bin fermandariya Şehîd Ziyad Heleb, Denîz Çiya û Amara de bi pêş ket, bi berxwedana gel re gihîşt lûtkeyê. Piştî vî şerî çeteyên HTŞ êrîşî tevahî Rojavayê Kurdistanê kirin. Gelê Rojavayê Kurdistanê çend roj in ji bo parastina xaka xwe rahiştine çeka xwe û di nava tevgerê de ne.”
‘Çalakiya li Mexmûrê heta rawestandina êrîşan dê bidomin’
Nûdem Yaman di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku şêniyên Mexmûrê heta dawiyê dê li ser piyan bin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelê wargehê çend roj in bi dil û can bi gelê xwe yê Rojavayê Kurdistanê re ne û ne şeva me şev e ne roja me roj e. Hemû parçeyên Kurdistanê bi gelê me yê Rojavayê Kurdistanê re ne û her wiha tu sînoran nas nakin. Li kampa Mexmûrê jî dê çalakiyên me heta rawestandina êrîşan bidomin.”
Daxuyanî bi dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Rojava’ bi dawî bû.