Jinên ji Qamişloyê: Emê parastina herêm û mafên xwe bidomînin

Jinên ku li Qamişloyê di nav hêzên parastina herêma xwe de cih digirin, ragihandin ku ewê jin mîna 14 salên şoreşê, parastina herêm û mafên xwe bidomînin û li kêleka hêzên ku herêmê diparêzin re ji bo hilgirtina çek û parastina aramiyê amede ne.

ESMA MUHAMMED
Qamişlo –
Hêzên Parastina Cewherî yên Jinan, diyar kirin ku jinan hebûna xwe ji piştgiriya sembolîk derxistin, berê xwe dan parastina taxên xwe û piştgiriya xwe ya ji bo hêzên leşkerî didomînin.
Rola jinên li Qamişloyê, di parastinê de aliyek rêxistinkirî bi dest xist. Jinan berê xwe dan xalên çavdêriyê yên li taxên hundirîn û di xeta çepê de xetekî parastinê ya navxweyî ya wekhev ava dikin. Ev veguherîn, di têgeha parastinê de pêşveçûnek nîşan dide. Jin di parastina jiyana rojane û pêşîgirtina li dubarebûna binpêkirinan de rasterast mîna hevkarek cih digrin û ev yek xwe disperê ezmûna salane ya rêxistin û berxwedanê.

‘Jin li dijî her cûrê êrîşan amede ne’

Endama Hêzên Parastina Cewherî yên Jinan Samîra El-Aldîn Hesen da zanîn ku jinên li Rojava, ji bo parastina ax û mafên xwe û ji bo parastina gelê herêmê çek hildigirin û wiha axivî: “Şerê li dijî herêmê îradeya jinan qels nekir, berovajî vê yekê, hebûna jinan a di qada berxwedanê de xurt kir. Jin li dijî her cûrê êrîşan amede ne. Berpirsyariya parastinê tenê bi eniyên leşkerî re sînordar nîne. Parastina zarok û dayîkan a ji binpêkirinan, di serî de erkek civakî ye.”

‘Jinan rolên girîng hilgirtin’

Samîra El-Aldîn, diyar kir beşdariya jinan a ji bo parastinê ne tesadufî ye û wiha got: “Ji Şoreşa Rojava û vir ve jinan hem di hilgirtina çekan de û hem jî di berxwedana fikrî û rêxistina civakî de rolên girîng girtin ser xwe. Ev rewş, di nava civakê de çanda xweparastinê xurtir kir.”
Samîra, destnîşan kir ku Hêzên Parastina Cewherî yên Jinan parçeyekî hezên ku li eniyên pêş şer dikin e û wiha domand: “Dema ku hêzên leşkerî bi gefan re têdikoşîn, jin di nava bajêr de aramiyê diparêzin û hewildanên li dijî ewlehiyê asteng dikin. Wê jin bi dirûşmeya 'Jin, Jiyan, Azadî' re heta ku serkeftin pêk were berxwedanê bidomînin û hebûna jinan di qada parastinê de bidomînin.”

Berpirsyariya civakî

Rêvebera Komîna Şehîd Remzî ya li Qamişloyê Brawîn Mihemed, diyar kir ku binpêkirinên di êrîşên dawî yên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê de, bi awayekî cidî gef li tevna civakî dixwar. Brawîn Mihemed, wiha got: “Hedegirtina sivîlan û koçberkirina bi hezaran kesan a ji mal û erdên wan, asta xetereya ku pê re rû bi rû ne nîşan dide.”

‘Dorpêç binpêkirinek aşkera ya mafên mirovan e’

Brawîn Mihemed a got “Gelê Kurd ji bo parastina azadiya ax û hebûna xwe berxwedana xwe didomîne”, axaftina xwe wiha domand: “Dorpêça domdar û nebûna pêdiviyên bingehîn a li Kobanê, binpêkirinek aşkera ya mafên mirovan e û sînorên şer derbas dike û hêmanên bingehîn ên jiyana rojane hedef digre.
‘Jin perçeyekî pergala parastina civakî ne’
Jinên ji her temenî bi domdarî ji bo li dijî her rewşa ku gef li ewlehiya herêmê dixwe, amade ne. Fadour a ji tevgera jinan, destnîşan dike ku rola jinan tenê bi piştgiriya manewî re sînor nîne û jin perçeyekî pergala parastina civakî ne. Fadour, wiha got: “Ev yek b itaybetî di rewşên mîna zêdebûna nirxên mirovan derbas dike û koçberkirina bi hezaran sivîlan de berpirsyariyek kolektîf e.”
Fadour, ji bo hevgirtin û yekbûnê bang li hemû kesî kir û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ez bang li hemû kesî dikim ku gelê Rojavayê Kurdistanê tenê nehêlin. Wê jin mîna 14 salên şoreşê, parastina herêm û mafên xwe bidomînin û paşve gav neavêjin.”

‘Jin hevkarên parastinê ne’

Endama Hêzên Parastina Cewherî yên Jinan Leyla Hesen, da zanîn ku jin dixwazin peyamek zelal ji hêzên leşkerî re bişînin û wiha axivî: “Em di pêvajoya parastinê de hevkar in û em ê vê yekê bidomînin. Ev piştgirî, ji berpirsyariya hevpar û têgihîştina çarenûsek hevpar a ji parastina civakê çavkanî digre. Gefên li ser herêmê û şerê ferzkirî, dê jinan neçar neke ku axa xwe biterikînin, berovajî vê yekê dê biryardariya jinan a berxwedanê xurttir bike. Rola jinan, bi parastina zarok û civaka re ji erkê wan a mîna dayîkan a ji bo parastina jiyanê, nayê veqetandin.”

‘Parastina erd û rûmeta xwe berpirsyariyek hebûnî ya jêveneger e’

Leyla Hesen, ragihand ku jin amade ne ji bo hêzên ku welatê xwe û xwe diparêzin fedakariyan bikin. Bêdeng mayîn êdî vebijarkek e. Dê îradeya jinan, heta ku armancên ewlehî û aramiyê werin bidestxistin, bidome. Helwesta me ya li dora hêzên ku herêmê diparêzin dê xurt bimîne, jin dê ji rola xwe ya parastin û piştgiriyê paşve gav  neavêjin. Parastina ji bo erd û rûmetê, berpirsyariyek hebûnî ya jêveneger e.”