Li Yemenê parastina jinan hat nîqaşkirin

Bi sernavê ‘Parastin û ewlehiya jinan; ji Polîtîkayan ber bi pêkanînê ve’ ji aliyê koalîsyona jinan a ‘Wehaj’ û ‘Noon’ ve atolyeya nîqaşê hat lidarxistin. Di atolyeyê de li ser parastina jinan û belgeyên der barê tundiya dijîtal de nîqaş hatin kirin.

RANIA ABDULLAH

Yemen – Koalîsyona jinan a ‘Wehaj’ û ‘Noon’ bi sernavê ‘Parastin û ewlehiya jinan; ji Polîtîkayan ber bi pêkanînê ve’ atolyeya nîqaşan di navbera 15-16’ê Sibatê de li bajarê Aden ê başûrê Yemenê hat lidarxistin û du rojan domiya. Di atolyeyê de mijarên weke ‘Di navendên biryargirtin û qadên mirovî de parastin û ewlehiya jinan’ û ‘Tundiya dijîtal a li dijî jinên di qadên civakî de dixebitin’ hatin nîqaşkirin. Jinan diyar kirin ku mîsogeriya ewlehî û parastina jinan bi hevkariyek rast a di nava jinan de pêkan e û divê jin werin hişyarkirin û zagonên mafên jinan werin bicihanîn.

Valahiyên zagonî

Aktivîsta siyasî û mafên mirovan û parêzer, di heman demê de endama Koalîsyona Jinan a Noon Tehanî es- Sararî diyar kir ku bi hêzbûna zagonan bi tena serê xwe têrê nake û di nava daraz û rêveberiyê de valahî hene û got: “Ev jî pêkanîna edaletê asteng dike. Jin bi mekanîzmayên parastinê re nebûne yek. Ev rewş rê li ber valahiya ku jin nekarin bigihîjin mafên xwe vedike. Sedema vê jî lawazbûna hinek metnan e. Parastina jinan di berjewendiyê hemû kesan de ye.”

Tehanî es- Sararî bal kişand ser girîngiya van cureyên atolyeyan û got: “Ev xebat sûdê dide avakirina hevkariya rast a di navbera koalîsyonên jinan de. Da ku em bikaribin fikrên hevpar hilberînin û vegerînin planan. Dema aqilek li gel aqilek din be, yan ji jinek li gel jinek din be li gorî xebatên şexsî hilberînek mezintir derdikeve holê. Hevkariyên rast, nîqaşên teorîk piştî atolyeyê di aliyê vegerandina pêkanîna pratîk dibe neçariyek.”

‘Ji bo parastin û ewlehiya jinan divê jin hewldanên xwe bikin yek’

Rêveberiya Projeya Saziya Severorld Reheb Hîlan da zanîn ku ji bo pirsgirêkên jinan divê hemû alî hewldanên xwe bikin yek û got: “Di nava xebatên hatin kirin û metnên zagonî de valahiyên vekirî heye. Hinek zagon hê li hemberî jinan cudakariyê digre nava xwe. Ji ber şertên heye û zoriyan, di pêkanînê de zoriyên mezin tên jiyîn û di demên dawî de nebûna rola hikûmetek aktîf vê kûr dike.”

Hişyariya zagonî

Şêwirmend û Midûra Giştî ya Nirxandin û Şopandina Komîteya Jinan a Neteweyî Întisar Şakir anî ziman ku komîte di aliyê poltîkayên zelal de xebitiye lê belê di navbera qebûlkirina polîtîkayan û pêkanîna zagonan di qadê de ferq heye divê zagon bikevin meriyetê û got: “Di mijara parastin û ewlehiya jinan de atolyeyên tên lidarxistin didomin û hewldanên girîng tên dayîn. Di nava bandorên neyênî yê pevçûnan de kêmbûna hişmandiya zagonî heye û ev jî valahiya heyî mezin dike. Divê civak û saziyên fermî di mijara zagonên li parlamentoyê hatine erêkirin de ji nû ve werin hişyarkirin û çalakiyên wiha di şertên heyî de ji bo hikûmetek pêşeng û hevkariyek bi bandor in.”

‘Welat di pêvajoyek guherînê de derbas dibe’

Seroka Koalîsyona ‘Em lênêrîna jin û zarokan bi pêş dixin’ ku li bajarê Abyen xebat dide meşandin Buşra Es-Sa bal kişand ser girîngiya koalîsyonên jinan di vê demê de û got: “Welat di pêvajoyek a guherînê re derbas dibe û divê pêvajoyê de divê bi awayek bi bandor komên mijara xeberê hebin. Ev pergal, bi rêya mekanîzmayên pratîk û planên net wê di kêmkirina tundiya li dijî jinan de rol bilîzin. Girînge ku saziyek ji bo pirsgirêkên jinan ên wek şantajên elektronîk û reşkirinê werin vekirin û jin bikarin serlêdan bikin.”

Bihêzkirina jinan

Endama Koalîsyona Wehaj Mesk el-Makremî, îfade kir ku ev cûrên atolyeyan di aliyê parastin û destekdayîna jinan de di demek krîtîke de hatiye li darxistin û got: “Me xebat ji kampek a li bajarê Taizê destpê kir û bi vê atolyeya ku kadroyên me ji bajarên cûda beşdar bûyî temam kir. Armanca me analîzkirina rewşê ye û pilanek hevpar ji bo destekdayîna parastina jinan derxistine. Ev atolye ji bo avabûna planek hevpar di nava Taîz, Aden û bajarên de bi sûd bû. Li ber beşdariya jinan a bi bandor gelek astengî hene, hewldanên derbarê dûrxistina jinan de astengiyên çêkirî ku hewl didin wan bi malê ve sînordar bikin hilberandine. Jinan serkeftina xwe ya dikarin rola lîdertiyê bigrin îsbat kirine, lê belê rastî astengiyên siyasî û civakî tên. Ev havkarî wê pêşxistina bandora beşdariya jinan û hebûna wan zêde bike.”

Di asta neteweyî de ber bi parastina dîjîtal ve

Endama Koalîsyona Wehaj Ula es-Sakkaf diyar kir ku ev atolye, qonaxeke girîng a projeyek berê ku hedef dikir bi taybetî di qada medyaya dîjîtal de jinan biparêze ye û got: “Li Yemenê jinek çalak ji ber binpêkirina dîjîtal jiyana xwe ji dest da, ji bo heman windahî dîsa dubare nebe, me lez daye xebatên xwe. Ev atolye ji atoleyên din cûdatire, di asta neteweyî deye û tenê bi bajarekê re sînordar nebûye. Anîna ba hev ya ceribandinên cûda, wê di qada dijîtal de jinan bi hêz bike û li Yemenê ji bo avakirina pêşerojek bi ewle ji bo jinan wê bi sûd be.”