Jinên Ewropa piştgirî dan pêngava TAJÊ ya xweparastinê

Jinên Ewropa bi boneya bîranan 10’yemîn salvegera fermana 74’an ya 3’ê tebaxa 2014’an li ser Êzidiyan piştgîrî dan pêngava TAJÊ ya ‘Li dijî qirkirina jinan bibe dengê xweparastinê’.

Navenda Nûçeyan - Li bajarên Ewropa bi boneya bîranan 10’yemîn salvegera fermana 74’an ya 3’ê tebaxa 2014’an li ser Êzidiyan piştgîrî dan pêngava Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ya ‘Li dijî qirkirina jinan bibe dengê xweparastinê.' Li Elmanya, Berlîn û Jena çalakî hatin li darxistin.

Li Berlînê jinên enternasyonalîst daketin qadan û piştgirî dan pêngava TAJÊ ya ‘Li dijî qirkirina jinan bibe dengê xweparastinê.' Panqartên ‘Li dijî Qirkirina Jinan’, ‘Jin Jiyan Azadî!’ vekirin. 

Li Jena rêxistina enternasyonalîst û femînîst "Gemeinsam Kämpfen" filmê Heza hate nîşan dan. Her wiha jinên Êzidî yên weke Day Gulê an jî Cilan bi bîr anîn. Di dawiyê de sînevîzyona derbarê têkoşîna jinên Êzidî de hate temaşekirin.