Jinên Ermen, Suryan, Êzidî, Ereb: Pêdiviya pêvajoyê bi azadiya fîzîkî ya Ocalan heye

Jinên Ermen, Suryan , Êzidî û Ereb ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgirî dan kampanyaya “Ez dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” û diyar kirin ku çavên her kesî li Girava Îmraliyê ye.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Kampanyaya “Ez dixwazin bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” ku di destpêka Hezîranê de ji aliyê Forûma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê (EFFP) ve hat destpêkirin, didome. Jinên Ermen, Suryan, Êzidî û Ereb ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgirî dan Kampanyaya “Ez dixwazin bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” û gotin ku fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji bo her jinek, riya xelasiya ji qeyd û bendan e .

‘Dîtina Rêber Ocalan hêvî û daxwaza jinan e’

Seroka Yekîtiya Jinên Ermen Sîldan Sîmon tekez kir ku çareseriya bingehîn a krîz û şerê li Rojhilata Navîn diqewimin bi Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pêkan e û nêrînên xwe wiha anî ziman: “Rêber Ocalan bi fikir û ramanên xwe dikare çareseriyeke aştiyane û demokratîk ji bo tevahî mirovahiyê pêk bîne. Fikir û ramanên Ocalan li ser azadiya jinê ne û li ser vê felsefeyê jin di her warî de rola xwe dilîzin, bûne xwedî destkeftiyên pîroz. Em weke jinên Ermen piştgirî didin Kampanyaya “Ez dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim.” Ji ber ku dîtina Ocalan hêviya her jinek e. Zindîkirina çand, dîrok û nasnameya civaka Ermen, bi saya fikir û felsefeya Rêber Ocalan e.”

‘Ocalan riya çareserkirina şerê cîhanê yê sêyemîn diyar kiriye’

Berdevka Yekîtiya Jinên Êzidî Hediya Şemo da zanîn ku Rêber Ocalan bi fikir û ramanên xwe civakê ji bişavtinê xelas kiriye û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Dem hatiye ku Rêber Apo di nava civaka xwe de bijî, em weke civaka Êzidî dixwazin hevdîtinê pê re çêkin û lê guhdar bikin. Eger ne ji fikir û ramanên Ocalan bûya, me wek civaka Êzidî nikaribû li hemberî fermana ku li Şengalê pêk hat xwe birêxistin bikin û bibin bersiv. Pêvajoya ku niha cîhan tê de derbas dibe mirov dikare bêje ku pêvajoya destpêkirina şerê cîhanê yê sêyemîn e. Rêber Ocalan dikare ji bo vê pêvajoyê bibe bersiv û li şûna şer û komkujiyan aştî, demokrasî û hevgirtina civakî bi pêş bixe.”

‘Em dixwazin Ocalan bibînin’

Cîgira Hevseroka Meclîsa bajarê Hesekê Xatûn Îsa destnîşan kir ku bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hemû pêkhate hatine parastin, hevgirtineke rengîn daye çêkirin û wiha got: “Felsefeya Ocalan ji bo her netewê bi nirx û wate ye, ji ber ku bi vê felsefeyê maf, dîrok û nasnameya neteweyan hat parastin û hevgirtineke rengîn çêbû. Ocalan ji bo azadiya jinan zanistek pêşkêş kir, ev zanist jî îro li tevahî cihanê belav bûye û em weke jinên Suryan hebûna xwe tê de dibînin. Ji ber ku Rêber Ocalan ked û têkoşîneke mezin ji bo azadiya jinan daye, îro erka me ew e em xwedî lê derkevin û banga azadiya wî ya fîzîkî bikin. Em dixwazin pê re hevdîtinê bikin û peyamên aştiyê bi xwe şîrove bike. Ocalan banga aştiyê kir û em bi rêzdarî vê bangê pêşwazî dikin û pêk tînin lê dewleta Tirk a dagirker rê digre û naxwaze aştî li herêmê pêk were.”

‘Pêwîstiya pêvajoyê bi hebûna Ocalan heye’

Endama Partiya Sûriyeya Pêşerojê Nede Hilû piştigrî da kampanyaya “Ez dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” û got: “Aştî bê pêşengiya Rêber Ocalan nabe. Ji ber ku pêvajoya hesas a Sûriye û tevahî Rojhilata Navîn tê de derbas dibin pêwistiya wê bi hebûna Ocalan heye. Êdî pêvajo şer, xwîn rijandin û qetilkirinê nema qebûl dike. Banga me ji hemû jinan re ew e ku piştgiriyê bidin kampanyayê. Ji ber ku jin di vî alî de berpirsyar in û gere em hemû jî ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan têkoşîneke mezin bimeşînin.”