Jinên Ereb: Felsefeya Jin Jiyan Azadî sîwana parastina ji tundiyê ye

Jinên ji pêkhateyên Ereb tekez kirin ku felsefeya Jin, Jiyan, Azadî felsefeyek weke sîwana parastinê ye ji bo tevahî jinan û gotin: “Jinen Ereb di bin navê ol û eşîrtiyê de bê rol û misyon mabûn lê bi saya perwerdeyan îro ji bo mafên xwe têdikoşin.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê – 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan e, ev roja ku bingeha xwe ji têkoşîna xwişkên Mîrabel digre îro li her derê cîhanê bi taybetî li Kurdistanê bi çalakiyan tê pêşwazîkirin. Têkildarî vê rojê jinên ji Ereb nêrîna xwe anîn ziman.

Hîba Ehmed ku ji navçeya Erîşa ye diyar kir ku di nava eşîran de rola jinan tune ye û got: “Jinên Ereb bi taybetî rastî gelek cureyên tundiyê tên, bi navê ol, kevneşopî û eşîrtiyê. Em dibînin ku çawa di bin van navan de jinên Ereb bê maf, bê ked û bê nasname mane. Jinên Ereb di nava eşîran de bê rol in û rastî hemû cureyên tundiyê tên, ji ber ku pirzewacî, zewaca di temenê biçûk de, qetilkirina bi navê namûsê heye.”

‘Tevgera jinan pêşiya me vekir û jiyana me ronî kir’

Hîba Ehmed tekez kir ku tevgera jinan û Rêveberiya Xweser ji bo wan sîwana parastinê ye û wiha axaftina xwe doamnd: “Bi avakirina Rêveberiya Xweser û tevgerên jinan, jinên Ereb gavên girîng avêtin û ev tevger ji bo xwe weke hêz, îrade, sîwan û xwedîderketin dîtin. Em jinên Ereb deyndarên tevgera jinan û Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan in ji ber ku bi riya vê tevger û felsefeya Jin Jiyan Azadî, me jiyana xwe ronî kir û li dijî binpêkirina hemû mafên jinan, ked, ziman û nasnameyê em têkoşiyan.”

‘Tundiya herî bi xeter qebûlkirin û nezanîn e’

Hîba Ehmed bal kişand ser tundiya herî bi xeter û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tundiya herî mezin ku li ser jinan tê meşandin, bi navê ol, kevneşopî û eşîrtiyê ye lê ya xeter ew e ku jin nizanibûn tiştên dijîn tundî ye, bi wê tundiyê di bin navê şerm û guneh de razî bûbûn, weke çarenûsa xwe didîtin lê piştî naskirina felsefeya Jin Jiyan Azadî, me gavên girîng û dîrokî avêt lewma îro em jinên Ereb bi nêzbûna 25’ê Mijdarê, asta têkoşînê bilind dikin û her roj ji bo xwe dikin roja bilindkirina têkoşînê.”

‘Hebûna jinên Ereb di perwerdeyan de bi serê xwe şoreşek e’

Sacîda Mihemd ji navçeya Holê ye destnîşan kir ku tevlibûna jinên ji pêkhateyên Ereb a perwerdeyan, bi serê xwe şoreşek e û wiha domand: “Di nava civaka Ereb de derketina jinan ji malê qedexe û şerm tê dîtin ev jî yek ji cureyên tundiyê ye ku her dem dixwazin jinan bi malê ve bidin girêdan. Lê piştî Şoreşa Rojava gelek guhertin çêbûn, bi taybetî jinên pêkhateyên Ereb îro tevli dewreyên Perwerdeyên girtî dibin xwe zana dikin û civaka xwe perwerde dikin. Ev bi xwe şoreşek mezin û serkeftî ye. Ji ber ku îro jinên ji pêkhateyên Ereb di nava Hêzên Parastina Jin YPJ’ê de cih digrin û di rizgarkirina gelê Holê ji çeteyên DAIŞ’ê de xwedî rol û misyon bûn. Di warê guhertina hişmendiya baviksalarî de xwe perwerde dikin û bi xwe re civakê jî perwerde dikin. Em felsfeya Jin Jiyan azadî ji bo xwe weke sîwana parastina ji hemû cureyên tundiyê dibînin û em ê asta têkoşînê bilindtir bikin.”

Sacîda Mihemed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em deyndarên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan in ji ber ku wî riya azadiyê nîşanî me da û me ji tarîtiyê rizgar kir lewma em bang li tevahî jinan dikin ku bi hevgirtin, yekitî û bilindkirina asta têkoşînê azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û hemû jinan pêk bînin.”