Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Em dixwazin pêşeroja Sûriyê ava bikin
Endamên Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tekez kirin ku jinên Kurd di guhertina civakî û tevgera siyasî ya Sûriyeyê de rolek girîng dilîzin û gotin, "Armanca me ew e ku em bibin hevparên rastîn di avakirina pêşeroja Sûriyeyê de."

LAMÎS NASIR
Dimaşq (Şam) – Di têkoşîna ku li dijî vederkirin û zextan bi salên dirêj e didome de, jinên Kurd li Sûriyeyê di tevgera civakî de di refên pêş de rola xwe dilîzin. Di rewşeke ku di qada giştî de astengiyan derdixin pêşiya jinan de, jinên Kurd dikaribûn ji salên 1950’yan ve, tevlî têkoşîna siyasî û civakî bibin, bigihîjin asta nûnertiyê, bi avakirina modeleke cuda re, ji xebatên partiye heta rêxistinbûyînên civakî û berxwedanên sivîl, di her warî de cih ji xwe re çêkirin.
Kokên kûr ên siyasî
Hebûna jinên Kurd di vê qadê de xwe dispêre koka rola civakî ya pêşeng û hebûna xwedî kok. Endama Meclisa Jinan a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, Stêr Qasim got: “Civaka Kurd di warê beşdariya jinan a siyasetê de wisa bi giştî nebûye asteng. Bêguman hinek astengiyên kevneşopî hebûn lê jinan di partiyên siyasî de cihê xwe girt. Her çendî her dem negihîştibin asta pêşengiyê jî ji bo gavên li pêş bingehek çêbû.”
Endama Meclisa Jinan a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê û aktivîsta siyasî Abir Hassaf jî diyar kir ku beşdariya jinên Kurd a warê siyasî pêvajoyeke xwezayî bûye û wiha got: “Jin ji ber zext û cudakariya li ser gelê Kurd di her merheleya siyasetê de cihê xwe girtin. Ji xwepêşandanan heta rêxistinkirinên partiyê, heta şoreşa Sûriyeyê, di her merheleyê de jin di refên li pêş de bûn.”
Şoreş bû xala werçerxê
Şoreşa Sûriyeyê ya ku di sala 2011’an de dest pê kir, ji bo jinên Kurd di qada giştî de zêdetir cihê xwe bigrin bû xala werçerxê. Jinên Kurd ne tenên di eniyên berxwedanê de, di heman demê de ji bo belavkirina têgehên demokratik, di rêxistinbûnên sivîl, leşkeri û aborî de rolên çalak lîstin.
Abir Hassaf li ser rola jinan a di wê pêvajoyê de wiha got: “Di dema şoreşê de, jinan hem jinên din, hem jî civakên din organîze kirin, ji bo şikandina gotinên ji ber feraseta mêr ku beşdariya wan a civakê asteng dike roleke pêşeng lîstin.”
Jinên Kurd ji hikumetê çi hêvî dikin?
Li gorî Abir Hassaf û Ster Qasim, jinên Kurd ne tene ji ber ku nîvê civakê ne, di heman deme de ji ber ku li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di warê rêxistinkirina jiyana civakî de rola herî mezin girtine ser milê xwe, dixwazin nûnertiyeke adil, berfireh û siyasî çêbibe.
Abir Hassaf li ser vê mijarê wiha domand: “Em jin hem ji bo nasnameya xwe ya Kurdbûnê hem jî jinbûnê nûnertiyê dixwazin. Armanca me ew e ku em di teşedayîna pêşeroja Sûriyeyê de bibin hevkar û di mekanîzmayên biryargirtinê de cihê xwe bigrin.”
Ster Qasim jî bal kişand ser van xalan: “Jinên Kurd heta îro gelek tişt bi dest xistin. Ji ber vê, nabe ku di pêşerojê de ji pozîsyonên pêşengiyê li derve werin hiştin. Jinan di her warî de serkeftinên xwe îsbat kirin.”
Astengiyên li pêş
Tevî serkeftinên jinan ên li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, di warê belavbûna van tecrubeyan li herêmên din de hê jî zorî hene. Aktivîst diyar dikin ku di bingeha van zoriyan de, perçebûnên civakî, pêşdarazî û gotinên rejîmên serdest ên sûcdarkirina bi îxanetê hene.
Stêr Qasim têkildarî vê mijarê jî wiha dibêje: “Rejîmên berê, di navbera hevgirtiyên civaka Sûriyeyê de tovên bêbaweriyê reşandin. Îro ji bo derbaskrina van astengiyan û diyaloga bi beşên cuda re hewldanên cidî hene. Em hewl didin tecrubeyên xwe bi jinên Sûriyeyî re parve bikin.”
Abir Hassaf jî got; “Heta azadiya jinan nebe çandek dê destkeftiyên me bi sînor bimînin. Ger jin tene li herêmên diyarkirî yan jî di projeyên şexsî de werin bihêzkirin dê ev destkeftî mayînde nebin.” Abir Hassaf wiha bi dawî kir: “Îro di ser Şoreşa Sûriyeyê de deh sal derbas bûn. Jinên Kurd ne tenê li dijî zextên civakê, li dijî nêrîn û feraseta yektîp a dewletê jî têdikoşin. Jinên Kurd bi projeya azadiyê ya pêşkêş dikin, armanc dikin ku di avakirina Sûriyeya demokratik de bibin hîmê bingehîn û pêşerojeke ku hem jin hem jî mêr wekhev û xwedî gotin bin ava bikin.”