Di teqîna li Îranê de 18 kesan jiyana xwe ji dest dan

Hejmara kesên di teqîna li bajarê Bender Abbas ê Îranê de jiyana xwe ji dest dan bû 18.

Îran – Li Lîmana Şahid Recaî ya li bajarê Bender Ebas ê Îranê, teqînek mezin çêbû. Midurê Giştî yê

Rêveberiya Krîzê ya Eyaleta Hurmuzgan ragihand ku hejmara kesên di teqînê de jiyana xwe ji dest dane bûye 18. Di heman demê de diyar kir ku hejmara kesên di vê bûyerê de birîndar bûne jî 800 e.