‘Ev konferans di dîroka Kurdan de wê bi xetên zêrîn bê nivîsandin’
Parlementerên DEM Partiyê Salîha Aydenîz û Gulcan Kaçmaz ku tevlî Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojava bûn, balkişandin ser girîngiya parastina yekîtî destkeftiyan û gotin “Ev konferans di dîroka Kurdan de bi xetên zêrîn bê nivîsandin.”

NUCAN ARAS
Qamişlo – Şoreşa Rojava ku di 19’ê Tîrmeha sala 2012’an de destpê kir, bi pêşengtiya jinan û gelan, bi gelek guhertinên civakî û destkeftiyan bipêş ket. Gelên ku ji Şoreşê re pêşengtî kirin jî, bi parastina nasnameya xwe, çanda xwe, ziman û baweriya xwe di bin banê rêveberiya xweser de hatin cem hev. Bi hevpeymana civakî, ev destkeftî hatin misogerkirin.
Di 8’ê Kanûna 2024’an de piştî hilweşîna rejîma Baasê, Heyet Tehrîr El Şama (HTŞ) cîhadîst, hikûmeta demkî ava kir û dest bi pêkanînên paşverû kir. Mafên gelan, çanda wan û baweriya wan tune tên hesibandin, her wiha bi polîtîkayên zordarî yên ku dimeşîne, nîşan dide ku feraseta rejîma Baasê berdewam dike. Hemû derdorên ku pêşketina Sûriyeyê dixwazin jî, tînin ziman ku demokratîkbûna welêt tenê bi yekîtî û hevgirtina gelan re pêkan e. Ji ber wê jî, ji her demê zêdetir pêwîstiya gelê Kurd bi yekîtiya netewî û hevgirtinê heye.
Tevlîbûnek xurt çêbû
Ji bo Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya Kurd ku demek dirêj e di rojevê de ye, gavê yekem bi navê "Konferansa Yekîtî û Helwesta Hevbeş a Kurdên Rojava" pêk hat. Konferansa li Hola Baxçeyê Azadî ya li bajarê Qamîşloya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin, rastî eleqeyek mezin hat. Ji bo konferansê; nûner û endamên parlemanê yên Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (QSD), Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), tevger û rêxistinên jinan û çalakvanên serbixwe ji herêmên cuda yên Kurdên Sûriyeyê amade bûn.
‘Konferans ji bo şahidiya destkeftiyên Rojava girîng e’
Tê gotin ku konferans ji bo xurtkirina yekîtî û hevgirtina neteweyî ya gelê Kurd, avakirina têgihîştinek demokratîktir û berfirehtir a ji bo pêşeroja Sûriyeyê, gaveke dîrokî ye. Ji DEM Partiyê parlamentera Mêrdînê Salîha Aydenîz, parlementera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît ku tevlî konferansê bûne, ji ajansa me re axivîn. Parlamentera Partiya DEM'ê Salîha Aydenîz diyar kir ku ew wekî şandeyek ji DBP û TJA pêk tê, ev du roj in li Rojava ne û destnîşan kir ku konferans ji bo şahidiya destkeftiyên Şoreşa Rojava û hembêzkirina van destkeftiyan girîng e.
‘Divê Kurd daxwazên hevpar xurt bikin’
Salîha Aydenîz got ku "Wekî ku di banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' a Birêz Ocalan di 27ê Sibatê de bi raya giştî re parve kir de hatiye diyarkirin, ji bo ku aştî û demokrasî bipêş bikeve, divê gelê Kurd daxwazên xwe yên hevpar ên ji bo aştî û demokrasiyê xurt bike. Ev konferans gavekî girîng e ku destkeftiyên Gelê Kurd ên ku li Rojava jiyan dikin, misoger bike.”
Salîha destnîşan kir ku ev gav ne tenê ji bo Rojava, ji bo Kurdên li çar perçeyên Kurdistanê dibe hêvî û wiha pê de çû: “Divê em vê biryardarî û îradeyê li her çar perçeyan bibînin û di vî warî de hewl bidin. Ew kesên ku naxwazin destkeftiyên gelê Kurd bibin sazî û gelê Kurd statûyek bi dest bixe, divê rêz li vê îradeyê bigirin û li gorî wê tevbigerin."
'Şoreşa Jinên Rojava heyecaneke mezin diafirîne'
Salîha Aydenîz bang li dewleta Tirk jî kir û got ku di serdemeke ku aştî bingeh e de, divê pêvajoya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê were pêşxistin. Salîha da zanîn ku êrîşên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê qet nayên qebûlkirin û wiha got: “Têkoşîna jinan a li Rojava, rêxistinbûna wan û şoreşa jinan ji bo me mînakek mezin e. Ji ber ku me ev şoreş ji nêz ve dît, ev ji bo me bû çavkaniya heyecanê. Gelek hevalên me yên jin ên ku li bakur in jî heman heyecanê dijîn. Em hêvî dikin ku deriyê di navbera Bakur û Rojava de vebe û ev yekitî hîn mezintir bibe.”
‘Ev civîn dê bi xetên zêrîn li dîrokê were nivîsandin’
Parlamentera Partiya DEMê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyiğit jî diyar kir ku ew bi şandeyeke ji 5 kesan a ji Tirkiyeyê beşdarî konferansê bûne. Gulcan kêfxweşiya xwe ya ji bo tevlîbûna li konferansê anî ziman û wiha got: “Em gelek kêfxweş bûn ku piştî demek dirêj em hatin xaka pîroz û berxwedêr a Rojava. Em hêvî dikin ku dê ev konferans ji bo yekîtî û hevgirtina gelê Kurd bingehek xurt bide avakirin. Ev civîn dê bi xetên zêrîn li dîrokê were nivîsandin. Hemû partî û saziyên ku hatine vir, ji bo parastina yekîtî û hevgirtina Kurdan xebatên hevbeş dikin. Em bi hêvî û baweriyên mezin difikirin ku ev pêvajo dê hîn xurttir bibe.”