Jin hê jî ji ber zarokên kur naynin cîhanê şîdetê dibinin
Di civakên ku feraseta baviksalar serdest e, jin bi gelek awayên şîdetê re rûbirû dimînin. Jinên ku zarokên wan ên kur tune ne, ji aliye hevjînên bi gotinên ‘anîna hêwiyê’ (zewaca bi ser de) rastî gefan tên û şîdetê dibinin.

SOMA KARAMÎ
Ciwanro – Di civakên baviksalar de hê jî gelek jin ji ber ku zarokên wan ên kur çênabin, tên şermezarkirin, biçûkxistin û şîdetê dibinin. Nêrîna ku cudakariyê di navbera zarokên keç û kur de çêdike, bi taybetî li Îranê di nava gelek malbatên paşverû de didome. Di nava civakê de bi gotinên; “Ev jin zarokên keç tîne” jin biçûk tên dîtin.
Roja 4’ê Nîsanê Farzane Moradî ya 30 salî, li gundekî girêdayî bajaroka Kuzaran a Kirmanşahê, bi hinceta ku hemla wê keçik e ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin. Dijminahiya li hemberî jinan, cudakariya zayendî, şîdeta di nava malbatê de û van felaketan hemû tên veşartin. Ferzane jî ne kesa yekem e ku ji aliye vê zihniyeta patriyarkal ve hat kuştin û diyar e dê ya dawî nebe.
Em bi derûnînas Zeyla B. re li ser tiştên ku jinên ku rastî şîdeta mêran tên dijîn û riyên çareseriya axivîn.
‘Dilê min wê demê perçe dibe’
Perwîn Weysî ya 42 salî ji gundê Rawanser e û sê keçên wê hene wiha behsa tiştên dijî dike:
"Heta niha ji ber ku pitik keç bûn min du car kurtaj kir. Herî dawî beriya şeş mehan bû, ji ber ku ji gotin û tinazên mirovan ditirsiyam min kurtaj kir. Min derew kir got pitik kur bûye û got ku ji ber min çûye lê ez pir bê aram im. Ji bo min qet cudahî nîn e, her ji canê xwe zêdetir ji hersê keçên xwe hez dikim lê hevjînê min dibêje ‘ger tu zarokê kur neynî ez ê bizewicim’ û gefê li min dixwe. Ez wê demê perçe perçe dibim. Malbata hevjînî min jî bi tinazên biçûkxistinê nêzî min dibin. Piştî her gotinê şer û heqaret dest pê dike. Ez naxwazim bikevim nava civakê û bi wan re werim ba hev. Mirov dibêjin; ‘hê sê keçikên te tenê hene? Dibe ku vê carê zarokek kur bînî.’ Van gotinan ji bo min weke jehrî ne."
‘Wî tene tiştek dixwest ew jî zarokê kur bû’
Amîneya 45 salî ku dayika 3 keçikan e jî zexta civakê ya li ser xwe wiha vedibêje: "Piştî keça min a duyemîn çêbû, hevjînê min xwest careke din ducanî bibim. Wî tenê dixwest zarokek kur çêbibe. Dema ku hîn bûm dîsa pitik keçik e, ji ber ji berteka wî ditirsiyam min jê re negot. Di dawiyê de me got lê wê qet tiştek negot. Keça min a mezin xwendekara beşa diranan e, keça min a duyem jî pir serkeftî ye hê hevjînê min hê jî dibêje; ‘ger zarokek kur neynî ez ê careke din bizewicim.’ Dema ku keça min a sêyemîn çêbû, bêyî rizaya min zewicî. Min çû ji bavê xwe re giliya wî kir, li cihê min biparêze, wî parastin. Di vê civakê de jinên ku zarokên keç tînin, tevî ku tu sûcekî wan tune ye jî tên biçûkxistin û darizandin. Ev yek bareke li ser milên jinan."
‘Jinên zarokên keç tînin rastî cudakariyê tên’
Derûnînas Zeyla B. jî diyar kir ku zexta civakî ya li ser jinan, çavkaniya xwe ji cehaleta feraseta desthilatdariya mêr digre û wiha got: "Di civaka me de jin, ji ber zihniyeta patriyarkal, ji gelek aliyan ve rastî şîdetê tên. Yek jê jî cudakarî û biçûkxistina li dijî jinên ku zarokên keç tînin e. Di gelek çandan de zayenda pitikê bandorê li ser statuya civakî ya dayikê dike û ev yek dibe sedema şîdeta derûnî, fizîkî û aborî. Halbukî kromozomên ku zayenda pitikan diyar dikin, aydê bav in. Di civakên paşverû de zarokên kur bi qîmetir tên dîtin û çêbûna zarokên keç carna weke şerm tê dîtin. Vê çanda patriyarkal, dibe sedema cudakariya li dijî jinên ku zarokên wan ên keç çêdibin. Ev şîdet ne tenê bi ya fizîkî sînordar e; din ava xwe de cudakariya civakî, aborî û derûnî jî dihewîne. Zext pêşî li pirsgirêkên derûnî yên weke depresyon û anksiyeteyê vedikin û dibe ku bibin sedem jin ber bi rewşên bi xeter ve biçin, mînak kurtaj û xwekuştin.”
‘Divê wekheviya zayendî di her warî de hebe’
Zeyla B. gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Di civakê de şîdeta wiha dibe sedema berdewamiya cudakariya zayendî, zêdebûna bêedaletiyê û çêbûna qalibên çandî yên şaş. Van qaliban di civakê de pêşî li pêşketina mirov û civakî digrin. Têkoşîna bi şîdeta bi vî rengî re, ger nêzikahiyek pir alî çêbibe pêkan e. Perwerdeya di nava civakê de, reformên zagonî, bihêzkirina jinan û guhertina nêrîna civakî, bingeha vê têkoşînê ne. Ji bo ku di civakek de pêşketineke baş û adil çêbibe divê wekheviya zayendî di her warî de weke zagon were pêkanîn. Dema ku di navbera jin û mêr de wekhevî tunebe, ne pêşketin çêdibe ne jî civakek bi baş û rast çêdibe.”