Jinên Abya Yala têkildarî Şoreşa 19’ê Tîrmehê panelek li darxist
Di salvegera Şoreşa Rojava de jinên Abya Yala têkildarî 19’ê Tîrmehê panelek onlîne lidar xistin.

Navenda Nûçeyan – Di Nîsana 2025’an de delegasyonek ji çar kesî ji Abya Yala serdana Bakur-Rojhilatê Sûriyê kiribûn. Heyetê li ser navê tevgerên jin û civakê serdana hemû sazî û navendên ku di bin banê Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê kiribûn. Di van serdenan de peywendiya têkoşîna Kurdistanê û Abya Yala hîn xurtir bûbû.
Bi pêşengtiya şandeya Abya Yala di 19’ê Tîrmehê li gorî saeta Amedê 21:00’an de li ser onlîne panelekê hate lidarxistin. Sê endamên ku delegasyonê ku serdana Rojava kiribû di panelê de behsa serdana xwe û ezmûnên xwe kirin. Endama Kongra Star Ronahî Hassan jî tevlî panelê bû û him li ser şoreşa Rojava axivî him jî bersivê pirsan da.
‘Şoreşa Rojava ji bo hemû mirovahiyê bû ronahiyek’
Endama Akademiya Jineolojiyê axaftina vekirinê kir û bal kişand ser têkoşîna enternasyonal a jinên Abya Yala û wiha axivî: “Li ser Şoreşa Rojava re 13 sal derbas bû û ev şoreşa jinê bû. Şoreşa Rojava ji bo hemû mirovahiyê bû ronahiyek. Bi ked û têkoşîna tevgera azadiya Kurdistanê, bi sedan sazî û dezgehên jin û civakê pêş ket. Bi hezaran jinên Enternasyonel çûn Rojava û bi agirê şoreşê re bûn yek. Yek ji van şoreşgeran jî Alina Sanchez (Şehîd Lêgerîn Çiya) bû. Alina Sanchez ji Arjantînê bû û di nav şoreşê de şehîd bû. Şehîd Alîna Sanchez di navbera Rojava û Abya Yala de bû pirek a yekitiyê. Ev jî nîşan dide ku Şoreşa Rojava di cihanê de rolekê çawa dilîze.”
Jinên ku tevlî panelê bûn di avakirina civaka demokratîk de girîngiya têkoşîna jinan girtin dest. Di nav panelê de ezmûna gundê Jînwarê û pêkhatêyên tibî ya kevneşopî, têkiliya wê ya bi gel re û di nav şer de pratîka wê ya şoreşek avakirinê hate dest girtin. Delegasyona Rojava jî behsa bandora serdana Rojava kirin. Her wiha bal hate kişandin ser pêvajoya avakirina civaka demokratîk û banga Rêber Apo ya avakirina civaka demokratîk.
‘Armanc avakirina xwesweriya demokratîk û civaka demokratîk e’
Di panelê de ji delegasyona Rojava Claudia Corol bal kişand ser felsefeya Rêber Apo û wiha got: “Şoreşa Rojava bi felsefeya Rêber Abdulah Ocalan bi pêş ket. Perspektîfên Rêber Abdulah Ocalan me dixe lêhûrbûnê. Armanca vê felsefeyê ne dewlet û desthilatdariyê. Armanc avakirina xwesweriya demokratîk û civaka demokratîk e. Me li rojava vê yekê rasterast dît. Mirov tiştekî bi teorîk bizane cuda ye, biçe pratîkî bibîne cudatir e. Dema em çûn Rojava, me dît ku şereşek li dijî hişmendiya desthilatdariyê ye. Ev li ser hemû jinên cihanê bandor kir. Jineolojî rê û perspektîfek nû pêşxist. Dema em çûn Rojava êrîşên li ser Bendava Tişrînê didomiyan. Lê ligel êrîşan jî jin jiyanê birêxistin dikir. Meclîs û komûnê jinan, hêza xweparastina jinan gelek xurt bûn. Tişta herî balkêş li Rojava herkes behsa têkoşîn û keda şoreşgera enternasyonel Alina Sanchez (Şehîd Lêgerîn Çiya) dikir. Ev pira destpêkê ya di navbera Abya Yala û Kurdistanê bû. Niha ev pir ji hemû jinan re riya azadiyê vedike.”
‘Şoreşa Rojava ji bo hemû jinên cihanê bû hêviyek mezin’
Endama Kongra Star Ronahî Hassan a ku tevlî panelê bû hemû gavên ku tên avêtin yek bi yek nirxandin û bal kişand ser têkoşîna yekitiya gelan û enternasyonala komûnal a navnetewî. Ronahî Hassan têkildarî Şoreşa Rojava û têkoşîna jinan wiha axivî: “Ez vê roja dîrokî li we hemûyan pîroz dikim. Kongra Star wek hûn jî dizanin di sala 2005’an de bi felsefeya Rêber Apo hatibû avakirin. Li Rojava rêxistinbûnek mezin çêkiribû. Dema şoreş destpê kir, rola xwe ya pêşengiyê di vê şoreşê de lîst. Di avakirina rêveberiya xweseriya Bakur-Rojhilatê Sûriyê de rolekê diyarker lîst. Gelên Abya Yala û yê Rojava heman tiştan jiyan dikin û rewşa jinê li hemû cihanê weke hev e. Jin li hemû deverên cihanê tên qetilkirin û rastî êrîşan tên. Ji ber vê şoreşa Rojava ji bo hemû jinên cihanê bû hêviyek mezin. Em kêfxweş bûn ji Abya Yala delegasyonek hat û serdana vê şoreşê kir. Niha li hemû deverên cihanê gel, şande tên Rojava û heta niha gelek jinên enternasyonel tevlî vê têkoşînê bûye û pêşengtî kiriye. Niha wek Kongra Star em hewl didin li tevahî Sûriyê jin ji avakirina civaka demokratîk re pêşengtiyê bike û rola xwe ya diyarker bilîze.”
Delegasyona Abya Yala ji bo têkoşîna paşerojê nêrînên xwe parve kirin. Di vê têkoşîne de rol û pêşengiya jinan, pêwîstiya Konfederalîzma Demokratîk hate nirxandin. Her kesê ku tevlî konferansê bûn, herî zêde behsa pêwîstiya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.