Li Başurê Kurdistanê mûçeyên karmendan hê nehatiye dayîn
Li herêma Kurdistanê nedayîn û biderengî xistina mûçeyên karmendan bandorek neyînî li ser bazar û dahata xelkê dike. Mamoste û çalakvan dibêjin: “Nedayîna mûçe krîzek ava kiriye û herî zêde jin di bin bandora vê krîzê de dimînin.”

ŞIYA KOYE
Koye – Ji sala 2014’an ve li herêmê Kurdistanê mûçe bi awayek rêk û pêk nehatiye dayîn. Heta niha jî karmendan gelek mûçe negirtine, yan jî yên çend mehan dereng hatine dayîn. Ev jî li herêma Kurdistanê bûye sedema krîzek mezin. Her wiha bû sedema pirsgirêkên civakî, derûnî û dahata xelkê. Bi taybetî herî zêde jin ji vê krîzê bandor dibin, Ev 3 meh in karmendan mûçe negirtine, rewşa aborî ya malbatan xirab bûye.
‘Nedayîna mûçe herî zêde bandorê li jinan dike’
Mamostaya xanenişîn Aştî Hemîd ku ji bajarê Koye ye têkildarî nedayîna mûçeyên karmendan wiha got: “Nehatina mûçe, civaka herêma Kurdistanê ne aram kiriye. Bandor li ser derûniya xelkê kiriye, ji ber ku mehek nîne em bêjin ev mûçe tê û temam e. Ji sala 2014’an heta niha me çend mûçe negirtine. Dema mûçeyên me çûn ser Bexdayê, me got pirsgirêk çareser bû. Lê belê pirsgirêkên mûçe zêdetir bûn. Nedayîna mûçeyan herî zêde bandorê li jiyana jinan dike. Jin sibehan dema ji xew radibin nizanin çawa xerc bikin û çiqas pere li ba wan heye. Ew jî ji bo zarokên ku li zanîngehê ne yan ji li dibîstanê ne, kirêya malê, av û ceyran, ji derveyî xwarina rojane ye. Nedayîna mûçe, pirgsirêkên malbatan gelek zêde kiriye. Ji ber ku li bajarê Koye tu kompanyayên derfetê kar tê de nîne, bi awayek giştî bazar sekiniye. Ji ber nehatina mûçe, derûniya me têk çûye. Ev sê meh in mûçe nehatî, ji vê jî hikûmeta herêma Kurdistanê berpirsyar e.”
‘Divê karmend mafê xwe bistînin’
Mamoste û çalakvan Şehên Îbrahîm da zanîn ku nehatina mûçeyan, bandor li ser hemû kesên civakê kiriye û wiha got: “Her dibêjin wê ev meh were, wê were, lê nayê. Bi vê derûniya me têk çûye, jiyana me ne aram bûye. Xelk nizane çi bike. Hemû karmaned karê xwe bi rêk û pêk dikin. Divê mafê xwe bigrin. Yek ji wan mafan jî girtina mûçe ye. Krîza mûçe bandor li ser hemû tiştan kiriye û bi taybetî ji sedî 95’ê pirsgirêkan hemû ji ber aboriya xelkê ye, ji ber ku jiyan bê pere nameşe. Nexweşî hene, gelek pirsgirêkên din hene. Ya ku niha li herêma Kurdistanê diqewime, li tu cihên dinyayê tuneye.”