Jinek li Ciwanro bi êrişa asîdê re rû bi rû hat: Kiryar serbest e
Rûyê herî hovane yê şîdeta navmalî li Ciwanroyê derketiye holê. Mehrî Ebdulqaderî ji aliyê mêrê pêre zewiciye Yaver Salihî ve bi asîdê rastî êrîşê hat. Jinên Ciwanroyê tekez kirin ku firotina asîdê divê ewqas hêsan nebe.

SOMA KEREMÎ
Ciwanro – Feraseta paşverû ya mêrê serdest, her roj jiyana jin û zarokan tarî dike. Bi wehşeta xwe ya dîrokî, hewl dide ku siya xwe bide ser pêşerojê. Her roj agahiyek li ser wehşeta vê ferasetê tê bihîstin. Vê carê jî Ciwanro bû şahida yek ji bûyerên herî hovane yên tundiya mêr. 4’ê Tirmehê Mêhrî Abdulqadira 35 ya di nava gef û navbeynkariyê de ma, rastî êrîşa bi kezab a hevjinê xwe Yawer Salih hat. Di encama êrîşê de çavek wê kor bû û aramiya xwe winda kir. Zarokê wê yê 8 salî jî dema ku xwest alîkariya dayîka xwe bike, herdu destên wî şewitîn.
Xizma Mêhrî Abdulqadîr ya bi navê "Saye" û jina bi navê Marîa ya ji bajarê Ciwanroyê ye, têkildarî mijarê ji ajansa me re axivîn.
Vegera malê, vegera dojehê ye
Saye Moradî ya cîrana berê ya malbatê ye, da zanîn ku Mêhrî gelek caran behsa gefa êrîşa bi kezab jî di nav de gelek gefên hevjinê xwe kiriye, lê ji ber tirsa darizandina civakî û bêçaretiyê nekariyê behsa hevberdanê bike û wiha axivî: “Mêhrî demek li mala bavê xwe ya li gundê Yarî maye û piştre biryara hevberdanê daye, lê ji ber zexta malbata xwe û metirsiya li ser zarokê xwe neçar maye vegere malê. Roja bûyerê, dema vegeriya malê, di navbera wan de nîqaşek derket û hevjinê wê kezab avêt ser rû û bedana Mêhrî. Mêhrî bi awayekî lezgîn rakirin nexweşxanê û çavek wê kor bû. Kurê wê jî li nexweşxaneyê tê dermankirin.”
‘Her tim jin tên sûcdarkirin’
Saye, rexne li bertekên li dora xwe kir û wiha got: "Hin kesan di şûna ku empatiyê bikin, jinê sûcdar kirin. Li şûna li ser tundiya mêr biaxivin, jinê şermezar kirin. Lê divê tu tişt sûc rewa neke. Mafê jiyankirinê yê mexdûra tundiyê heye û divê civak piştgirî bide jinên mexdûr.”
Marîa: Gelo çima kezab ewqas belav e?
Jina bi navê Marîa ya ji Ciwanroyê jî, trawmaya derûnî ya êrîşa bi kezab ya li dijî Mêhrî Abdulqadîr li ser gelê bajêr ava kiriye vegot û bi fikarek mezin vê pirsê kir, "Gelo kezab ji kudere tê stendin? Gelo çima madeyek ewqas xeternak bi hêsanî tê peydakirin?"
‘Bazirganên neqanûnî hevkarê sûc in’
Marîa, wiha got: “Kezab ne amûrek ji bo tolhildanê ye, amûrek endûstriyel e. Firotina kezab ya bi awayekî azad, tê wateya bêrêzdariya li dijî jiyana mirovan. Bazirganên ku bêyî berpirsyartiyê bigrin kezab difiroşîn, rasterast hevkarê sûc in.” Marîa, banga demildest kontrolkirina firotin û belavkirina kezabê kir û wiha got: “Îro Mêhrî û kurê xwe mexdûr bûn, dibe ku sibe bûyerek din bê jiyîn. Ger pêşiya van bûyeran neyê girtin, wê roj bi roj trajediyên bi vî awayî werin jiyîn.”
Li dijî êrîşên bi kezab banga berpirsyariya civakî
Marîa, di berdewama axaftina xwe de balkişand ser berpirsyariya hemwelatiyan û got: “Zanîn û bêdengmayîn hevkariya sûc in. Divê firoşkarên kezabê bên tespîtkirin û gilîkirin. Ev erkek mirovahiyê ye.” Marîa, balkişand ser bêçalakbûna saziyan û wiha pirsî: “Gelo kamerayên bajêr tenê ji bo kontrolkirina trafîkê ne? Çima ji bo tesbîtkirina sûcan nayê bikaranîn? Gelo çima heta niha karûbarên qanûnî nehatin destpêkirin?”
‘Mêhrî mexdûra bêdengiya me ye’
Marîa, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Mêrekî ku êrîşê hevjin û zarokê xwe kir, hêj nehatiye cezakirin. Ev dibe sedem metirsa jiyana jinê berdewam dike. Mêhrî ne mexdûra hevjinê xwe ye, mexdûra bêdengiya me û avahiya ku jin neçarê tehemûl kirinê dike ye. Ger em îro li kêlaka Mêhrî nesekinin, sibê em ê jî bibin perçeyek vê çerxê.”